DespêkNivîsPertûkWêneFindî FontLînkTêkelî 07/21/2009

 

Bi Xêrbên Bo Malpera Malbata Findî

 

Ebdulkerîm Findî
Resid Findî
Izet Findî
Salar Findî
Emîr Findî
Hekar Findî
Heval Findî
Pesar Findî
 
 
 
 
 
 
 
 
 

 


 

 

Ev meh di dîroka Kurdistanê de

(Meha Çirya Duwê)

 

   Hekar Findî

 

Xwendevanên hêja!

Dîroka miletê me pire ji rudanên xweş u nexweş , ji serhildan û berxwedanan. Ne bisanahiye ku mirov bikare wan hemû rudanan bi yek nivîsandin xweyabike u heqê wan bidetê, lê min viya ez wan bi vi rengî xweyakim, anku rudanên her rojeke ji mehekê binvîsînim , dibe ez nikaribim gelekan binvisînim lê min kariye evên li ber destê min ketin biweşînim. Evca daxaza lêborîne ji xwndevanê hêja dikem u hêvî dikim ku ew li min biborin eger kêmasî tê de hebin. Her wesa daxwaz dikim ku her yek zêdehiyêke li ser wan bike ew jî xizmeta gel welate û em li hîvînene ku di rojên dahatîde namên we wergirîn û wan pêşinyar û nivîsara li ser zêdekeyîn.


 

Meha Çirya Duwê

 

- 01.11.1918:

Şêx Mehmûd Hefûd bû hukimdarê Başûrê Kurdistanê

- 01.11.1997:

Wexera dawiyê ya cigirê serokê Perlemanê Kurdistanê, Nejad Ehmed Ezîz Axa

- 02.11.1986:

Wexera dawiyê ya helbestvanê Kurd NASIH HEYDERÎ li Hewlêrê

- 07.11.1986:

Wexera dawiyê ha hunermendê binavûdeng ŞEMAL DAYIB

- 09.11.1908:

Weşandina rojnameya " KURD "

- 10.11.1948:

Wexera dawiyê ya helberstvanê mezin ê kurd ZÎWER

- 11.11 1973:

Weşandina kovara ROŞINBÎRÎ Niwê li Bexda

- 12.11.1936:

Wexera dawiyê ya helbestvan EHMED HEMDÎ SAHÎBQIRAN

- 12.11.1948:

Wexera dawiyê ya helbestvaê hêja DILDAR, xwediyê sirûda Kurd û Kurdistanê ”EY REQîB” li Hewelêrê

- 14.11.1784:

Bajarê Silêmanîyê dibe paytexta Mîrînşîna Baban

- 15.11.1922:

Weşandina rojnameya " ROJî KURDISTAN " li Silêmaniyê

- 17.11.1942:

Wexera dawiyê ya helbestvanê kurd MIHEMED ŞERÎF MÎHRÎ li Hewlêrê

- 17.11.1972:

Yakîtiya Nivîserên Kurd sêyemîn kongirê xwe li Bexda gêra

- 18.11.1963:

Wexera dawiyê ya helbstvanê mezin GORAN

- 18.11.1939:

Sêdaredana Seyd RIZA û hevalên wî li Dêrsimê

- 20.11.1937:

Sêdaredana xebatker MEHMUD CEWDET

- 23.11.1994:

Tîrorkirina heval AZAD DÊRKÎ

- 24.11.1960:

Wexera dawiyê ya HEMDÎ BEGÎ BABAN

- 25.11.1991:

Wexera dawiyê ya nivîser û rexnegirê kurd FERÎDON ELÎ EMÎN

- 05.11.2000:

Wexera dawiyê ya helbestvanê kurd TEHA MAYÎ li Duhokê

- 26.11.1969:

Weşandina kovara "BEYAN" li Bexda

- 26.11.1992:

Weşandna rojnameya " HERÊM " li Hewlêrê ji aliyê wezareta rewşinbîriya herêma Kurdistanê ve

- 27.11.1992:

Damezirandina Ajansa Dengûbasên Kurdistanê (A.D.K) ji aliyê wezareta rewşinbîriya herêma Kurdistanê ve

- 28.11.1980:

Dameziranda Berey CUD

- 30.11.1973:

Wexera dawiyê ya hunermend REFÎQ ÇALAK

- 30.11.1974:

Wexera dawiyê ya helbestvan ELÎ KEMAL BAPÎR

 

   

 


 


Ji baxçeyê  Helbestên Kurdî

 

Xelqê ku ji sîne û ji dil saf

Pakîze siroşt û ehlî insaf

Bîlcumle biken ji bo me tehşîn

Bêjin ku qencî hate tedwîn

Xani

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

   
 

 

 

© 2008 Findi.Info

 
  | info@findi.info |