|
Dibe
her kesê vî navnîşanî bibîne ecêb girtî be, bi min bikene û bêje ev çi
gotineke vala ye. Lê divê ew vê nivîsê bixwînin, heya ku bizanin, ka
çima ez wesa dibêjim?!.
Her
çend babetê diyarkirî gelek ji wê yekê mezintire, ku ez di çend rêzekan
de li ser binivîsim, herwesa şareza û pispor divê binivîsin ne ez.
Ya
min jî tinê boçuneke ji alîyekî ve û ji alîyekî din ve jî hin bûyerên
rastin, ku digel min de çêbûne, ezê bersiva wan bidim.
Weke
ez fam dikim, ez Kurdim û Kuridstanî me, Kurd jî mîna her neteweke din
li ser rûyê dinê xwedî maf û xakin, lê qedera me ew e, ku xaka me
perçekirî ye û gelê me berbelave bûye.
Ez ne
dîroknivîsim, da ku bi rengekî dîrokî vê yekê xuya bikim yan jî li ser
binyatê Kurdan binivîsim, her wesa heya ku xuya bikim û bêjim kanê Kurd
kî ne yan jî ew ne netewekin belkû hozeke mezinin ji milletekî din; weke
hin fam dikin!.
Lê li
pey pêzanînên xwe yên sade derbareyî Kurdan, ez Kurdan bi millet
dizanim, berovajî wan kesan, yên ku min di çend rêzên pêşî van rêzan de
xuyakirin, dibînim.
Min
ji mêjwere li ber bû, ku ez kurtenivîsekê li ser vê yekê bêxim ser
rûpelan, lê ji ber hin egeran min ew nexist ser rûpelan heya roja îro.
Perçebûna Kurd û Kuristanê rastiyeke û nayê înkarkirin; bi taybet di
cîhana îro de, ku tev dizanin, Kurd û Kurdistaneke perçekirî heye.
Herçende wan pêşî niha jî dizanîn, lê xuya nedikirin û bûyerên li cîhana
îro, rastî bi wan da gotin û fêmkirin.
Desthilatdarbûn û çêbûna dewletan, belavbûna Kurdan, ketina wan li ber
sîbera hin dewletan, navê Kurdistanê berze(wenda) bû û Kurd jî jêk cuda
kirin.
Di
şûna Kurdistanîbûna mirovê Kurd de ew bûn Îraqî, Tirkî, Sûrî, Îranî, lê
divê bê zanîn, ku ew nebûne û nabin Îraqî, Tirkî, Sûrî û Îranî jî, lê
tenê li jêr sîbera wan welatan dijîn.
Zêdebarî hindê jî ku navê Kurdbûnê ji hin Kurdan hat standin û kirin
Ereb û Tirk û Faris.
Ev
yek xuyaye, ku siyaseta dujminan bûye û ne tihştekî din. Tinê dixwestin,
ku Kurdistanê ji nav bibin û berzebikin(wenda bikin).
Ez ne
bawerim, ku ew serkirde(rêber) û kesên canê xwe kirîne qurbanî bo vî xak
û mîletî, şaş bûn û ew kesên ku îro berovajî dîtina wan dibînin, rastin.
Ji
ber sadeyiya milêtê me, ku hertim weha bûn, lewra ta îro ne gîhane çi
armancên xwe, bi şarezabûna xwe dujminan her em bindest kirîne. Dujminan
gelek rê digel me bikaranîne û em pê xapandîne, çi bi rêya ayînî(olî) be
yan jî her rêyeka biratiyê be yan jî her rêyeka din be, ku gelê me
rêz(hurmet)ê li wê yekê bigire.
Neyaran karîne hesteke netewî( Îraqî, Turkî, Îranî, Sûrî) li ba mirovê
Kurd peyda biket û hesta wî ya Kurdistanî ji bîra wî bibet. Mixabin, ku
milletê me bi gelek tiştan hatiye xapandin û xwe ji bîra kiriye. Em
dikarîn bêjîn, berî niha rêyek hebû, ku li hevdû biborîn û bêjîn manê ew
çi nabînin û naxwînin, tinê wê dizanin ya dujminan divê, lê niha qed ne
mumkîne, ku em xeynî gotinê bikin. Ji ber ku me di tev biwarên jiyanê de
bi sedan dezgehên Kurdî yên xomalî hene û ji gelê me re kar dikin û
rastiyê bi wan didin zanîn. Cîhana îro hebûna me dipejirîne, lê çima em
bi xwe( i’tîrafê ) bi xwe nakin?!!.
Ezê
hin mînakan bêjim, ku ger rojane bi serê min nehên, her çend rojekan bi
serê min tên:
Gelek
mixabine, ku hêjî gelê me ne bi dîroka xwe, ne bi zimanê xwe, ne bi
mafên xwe yên rewa, ..htd dizane.
Mixabin, hesta neteweyî li cem mirovê Kurd gelek-gelek nizime û hêjî
nizane, kanê ew kî ye û xwedî çi mafe?, lê hesta wî ya neteweyî bo wan
welatan geleke- gelek pêtir(zêdetir)e ji milletên wan welatan, ku hest
bi himwelatî bûna xwe dikin.
Heya
îro ji bo mirovê Kurd gelek seyire, ku di çerxê 21an de ye û hêjî
nizane, kanê ew kî ye û zû bi gotinên bêwate tên guhertin. Mîna ku ger
hat û siyasetmadarekî Kurd carekê da xuyakirin, ku ew serxwebûnê
naxwazin, belkû dixazin li jêr desthilatdariya dewleta Îraqê de bijîn û
tenê hin mafên kesayetî yan jî rewşenbîrî yan jî her mafekê hebe,
dixazîn tenê serxwebûn tê nebe. Dê yekser bi van gotinan daxabar be û
bêj manê filan serkirdeyî weha gotiye û ew raste. Herwesa dê hizir biken
ku Kurd ne xwedî wî mafî ne, ku bibin Kurdistanî û serxwebûneke wan
hebe. Lê bila ew ji bîr neke, ku hêj(î) paşmayê karê dujminan li ser
mêşkê wî de maye. Herwesa bila baş bizanîbe,
ku cîhana îro wan gotinan li ser wan zal dike û neke ew bixwe pêtir ji
serxwebûnê jî dixwazin, lê ger hat û wan ew gotin niha kirin wê ya di
destê me de jî here. Her weke ku tê gotin “ çîçkeke di destî de baştire
ji deh çîçkên li ser darê“(1). Bila mirovê Kurd xwedî helwêst be û Kurd
perwer derkeve û nekeve dûv(pey) gotinên vala.
Derbarê
ne-Kurdistanîbûna Kurdan de ez gelek seyr(ecêb) dibînim, dema ku kesekî
dibînim, dibêje ez Îraqî me, ne Kurdistanî me!!, birastî ev gotin min
gelek nerihet diken, li vir dizanim, ku hêjî hesta neteweyî li ba wan
tuneye.
Gotinên wiha
gelek caran di navbera min û gelek kesan de çêbûne, ez jî bersîva wan
didim û dibêjim wan, em hemû Kurdistanî ne û ne Îraqî ne.
Ew xwe bi
şarezayiyeke mezin dibînin û pirsyarekê ji min dikin û ku ez belkî
yekser bêdeng bimînin, ku dibêjin min erê tu nasnameya kîjan dewletê
hildigirî.( Bo zanîn, ez nasnameya welatê ku ez
têde me hilnagirim ji ber ku ez xwe ji wan nizanim û ez nasnameyên cihên
ku ez lê kar dikim, bi xwe re hildigirim).
Ez bi
vî rengî bersîva wan didim û dibêjim wan bi milyonan Kurd li derveyî
welatî dijîn û nasnameyên welatên bîyanî radikin, ma qeyî ev çende wê
digehîne, ku ew ji wan welatane? bêguman nexêr, lê ew dibêjin belê!
Nansname ne tihşteke tenê ji bo nasîn û birêvebirina karaye, bila herin
tiştekê din bêjîn, erê ew Kurd dikarin daxwaza mafên xwe yên neteweyî li
wira bikin? bêguman ne xêr!. Lê li vir tu dikarî bêjî, min mafên xwe yên
neteweyî divên, ji ber ku tu li vir xwedî welatekî û axa te hatiye
dagirkirin.
Ziman
Derbarê ziman de jî bi hizareha gotin tên gotin… herçende jî ez ne
şarezayê zimanim, lê ya ku ez dizanim û ji mirovê Kurd yê pak dibîsim,
zimanê me gelek zengîne û ji gotinên resen pire. Ger em bixwazîn, dê bi
hizareha gotinên resen bînin, ku me jî ji bîr kirîne û peyva biyanî em
di şûna wê de bi kar tînin, ev jî ji ber reftara dujminan digel me da.
Herwesa ji ber nexwedin û fêrbûn bi zimanê dayikê, Kurdan gelek peyvên
xwe ji bîra kirine û peyva biyanî li cihê wê bikar tînin.
Peyvîn bi zimanên dagîrkeran bûye modêleke nû an jî ji ber hez û viyana
wan û hesta wan bi wan welatan re ye.
Nizanim çi pêşkevtin di wê yekê de ye, ku du kes bi zimanê dagîrkerên
Kurdistanê bipeyvin, ne ji bo gotineke nihênî jî, belku tenê ji ber hez
û viyana wan bo wî welatî ye û hestnekirina bi ziman û welatê xwe ye û
ne tiştekî dine.
Ji
bilî wê yekê, ku peyvên biyanî têxin nava gotinên xwe, ji ber ku ew jî
rewşenbîrîyeke ( nû derketiye ), zêdebarî wê yekê, ku hertim wê bêjin ev
gotine ne Kurdî ye, biyanî ye. Ji zimanê toreyî(erebî) yan Tirkî yan
Farisî hatiye … erê çima ew peyv ji me nehatiye standin?!, çima me ji
wan wergirtiye!!?.
Tiştê
ji hemiyê seyrtir ewe, dema ku xwendin li xwîndingehên herêma Kurdistanê
bûyne Kurdî, piraniya xwelkê xwe nerazîkirin û bi sedan gotin kirin û
nivîsandin.!!
Her
yekî ji wan gotinek dikir, digotin: zimanê Kurdî ne zimanê xwedin û
nivîsandinê ye, ka jêder û pirtûkên taybetî?… xwendina bilind eve…
zimanê Quranê ye!
Ezê
tenê van gotinan bêjim: herçende gelek gotin hene û ezê bersîva wan
bidem û bêjim.
Çîma
ne zimanê xwîndingehane? Ma zimanên xwîndingehan çawane û yê Kurdî çewa
ye?! … ma mirvo bê asteng nikare bi zimanê Kurdî biaxive û binivîse?! ..
êca ev çi gotineke vala ye?
Erê
Ereb, Tirk û Farisan jêder û pirtûkên xwe yên zanistî ji kûderê anîne?
Ma ne wan ji zimanên biyanî wergerandîne ser zimanên xwe?, pispor ji wan
derketine û ji xwe re pirtûkên zansitî çêkirine. Em jî weke wan, bila em
gotina xwe ya Kurdî ji bîr nekin” Kes bi bê pile ne çûye serê milekê”.
Ger
em jî weke wan xwedî kiyanek serbixwe bûna, me jî yê niha gelek tişt
hebûna û ji wan baştir û mezintir jî, lê her ji ber vê yekê û nezanîna
me Kurdan em weha mayîne.
Ziman
Zimanê Quranê ye!! .. raste,, lê tev welatên îslamî bi Erebî dixwînin?,
Nexêr … erê em çima bi erebî bixwînin û binivîsin û em xwedî zimanekî
serbixwe ne, bila ji bîra neken... wana zimanê erebî jî heye li
xwîndingehan û îslametî ne zimanî ye … Herkes dikare bi zimanê xwe yê
dayikê jî îslametîya xwe bike.
Lê
nabe ku em (nifşê niha, berî niha, piştî niha) bêjin, ku zimanê me ne
zimanekî temame û gelek gotinên me biyanî ne, belkû divê em pêkul bikin,
li dû peyva Kurdî ya resen bigerîn û danîn di şûna(cihê) ya biyanî de,
ger çi dezgehên taybetî bi vî karî ranebin jî, ji ber serûberê Kurd têde
ne(2), divê herkes ji alîyê xwe kar bike û li dû peyva resena zimanê xwe
bigere û berbelave bike ji ber ku ev karê han, karekî niştîmanî ye.
Berevanîkirin ji Dujminan!!
Dema
yarîyeke tepa pê(fotbol) di navbera dû welatan de bê pêkanîn, yek ji wan
welatan, welatên dagîrekerên Kurdistanê bin, dê bînî Kurdên ku li bin
sibera rijêma wî welatî de ne, dê bi dil û can piştîvaniyê jê re biken,
an jî ji hemiyê mezintir ewe, ku dema du kesên Kurd heryek ji derekê ye
û heryek ketibe ber şopeke dujminan, dê sera wan welatan şerekî şer bi
hevre biken û heryek dê pesna wî welatî biket, yê ku di bin destê wî de
dijît û dê(yê) wan zulim û stemkariya ku wan welatan di gel wî kirî(bûn)
ji bîra biken. Bi hizaran birayên wî kuştîne, eşkence dayîne, dê hemûyê
ji bîr biken û dê pesna wan ket.
Navên Kurdî tune ne!!
Herwesa derbarey binavkirina Zaroyan de bi navên biyanî( Erebî, Tirkî,
Farisî ) jî şerme ji wê xêzana(malbata) ku zaroyên xwe bi navên biyanî
bi nav bikin, ji ber ku em xwedî navên gelek xwêşik û ciwan(bedew) û
hêja ne … Erê çima em wesa dikin!!?.
Hin
navên biyanî di nava me de hene, ku ew bi xwe jî wan navan li ser
zaroyên xwe nakin, ji ber ku ew hindî nexweş û kevinin, lê Kurd wan li
zaroyên xwe dikin!!.
Hunera Kurdî kesayetiya mirovî nizim dike!!
Di
aliyê hunerî de jî dê hunermendê wan welatan bilindtir
bihesibînin(teqdîr biken) li ser hunermendê Kurd, belku ne tinê tê(
tefzil kirin_ teqdîr kirin) belku guhdarê muzîk û strana Kurdî bi nezan
û kêm rewşenbîrî tê dîtin. Herwesa di hemû biyavan de jî ev çende ji
aliyê me Kurdan ve tê kirin!! … cî kuvar bin yan ....htd .
Herçend min gelek babet anîn ziman, lê dixwazim ku hin kes û li pey
pisporiya we bersiva van renge mirovan bidin û em hemû bi tev de kar
bikin ji avakirina Kurdistneke pak û dûr ji nîşanên dujminan, ku di nava
me de çêkirine.
Berî
çend rojan ku bi rastî cihê mixabiniyê ye jî, ez li cihekî runiştîbûm,
axiftin hat ser Kurdistanîbûna Kurdan û yek ji haziran gotineke gelek
nexweş kir û ez jî pê gelek nerihet bûm:
Wî
wiha got: “Ez şanaziyê bi (Îraqiyeta)!!! xwe dikim.
Li
pey gotina wî min jê daxwaz kir û jêre got: Erê çima tu weha dibêjî?..
em hemû Kurdistanî ne û ne tiştekî din, dûra min jê daxwaz kir, bo min
xweya biket kanê li ser çi binemayan ew dibêje ew (Îraqî) ye?!!
Bersiveke sade û bê raman ji min re got û weha peyivî:
(ev
çend salin ez pirtûk û jêderan dixwînim, ji nû de tû têyî xwe bi serê me
de dikî zana?!).
Di
ser vê gotina şikestî de, min jê xwest, ku ew bo min xweya biket, lê bi
belge, … bersiv tunebû, tenê ew gotina pêşî bû û hew!!.
Biratsî ji min re ecêbe kesekî mina wî, ku rojnamevan xwendewarekî
Kurdistanî, ku min wesa didît, bi wî rengî bipeyive û derkeve mirovekî
ne Kurdistanî…
Gelek
nimûneyên mîna vî kesî ketîne ber sînga min û ev gengeşe di navbera me
de çêbûne.
Hertim wesa ji min re tê diyarkirin, ku ez çi ji dîrokê nizanim!!, lewra
ez berevaniyê ji Kurd û Kurdistanê dikem, evca(êca) daxwazê dikem, ku
ger hin kes hebin weke xizmeteke niştîmanî bersiva van kesan bidin û
dengê xwe bêxin digel dengê min.
Yan
jî ew rastin û ez şaşim… ger ez şaş bim bi Kurdistanîbûna xwe bila bo
min bê diyarkirn, belkî ez hêjî zû vegerim ser rêya rast.
Ev
renge gotin û rûdan gelek mişe ne(pirin) li her çar perçên Kurdistanê û
bi dîtina min ger li herêma Kurdisatnê kesên bi vî rengî hebin, ez
bawerim dê gelek pêtir ji wan li perçên din yên Kurdistanê jî hebin. Ev
ne kêmkirineke bi çi perçên Kurdistanê, lê tinê ji ber ku ev pêtirî deh
salane Kurd xwe birêve dibin, xwîndin û nivîsandin, guhdarîkirin û
temaşekirin hemû tev de Kurdî ne û hêjî li astê navbirî ne.
Mirovê Kurdperwer dizane kanê tama jiyana Kurdewarî çende xweşe, yê ku
hest bi Kurdayetiya xwe bike, çend cane(xweşike) û xweşe dema tiştê
Kurdî bê dîtin yan bê guhdarîkirin.
Lê
wesa diyare, ev gotin raste û li ser me tê:( Hemû dinya dujminê kewî ye
û kew bi xwe jî dujminê serê xwe ye).
Hîvî
ye, ku rojek bê û em bi tev de hest bi milletbûna xwe û welatê xwe bikin
û bi dil û can jêre kar bikin.
--------------------------
Jêr
nivîs:
1.
“çîçkeke di destî de baştire ji deh çîçkên li ser darê“. Li vir çîçik tê
wateya balefirekî biçûk ku li bakur jêre dibêjin çûçik.
2. .serûberê Kurdistanê tê wateya rew+a Kurdistanê
|