|
Dr. Bedirxan Sindî helbestvan û nivîskarek bi nav û deng e li
seranserî Kurdistanê. Sindî sererayî kawdanên ku ew tê de borî
gelek xizmeta roşinbîriya kurdî kiriye, çi bi weşandina berheman
be, çi bi weşandina pirtûkan be û
çi bi her rengekî din be.
Ez bûme mêvanê Sindî li mala wî û me ev hevpeyvîn pê re kir:
Findî : Ger tu biçekî bo me li ser xwe
û helbestê biaxifî.
Sindî: Li sala 1962an de ez qutabî bûm li kolîja perwerdê… Li wî
demî agrê kurdîniyê di sîngê lawên Kurda de yê geş bû, nek bi
çavek pir ji rumansiyet berê xwe dida kêşa Kurd û Kurdistanê..
Bawer biken lawên kurd li wî demî hay ji pêwendiyên evîniyê
nebûn, hindî wa hay ji Kurdistanê bûn wek alîheyeka pir ji
rumansiyet….
Li wê salê Yekîtiya Qutabiyên Kurdiatnê bi emrê PDK beşdrî
berxwedanekê dijî rêjîma Ebdulkerîm Qasimî bû û min gotara
yekîtiyê xwend a ku xwedê jê razî seyda Salih Yosifî nivisîbû,
çunkî seydayê Salih xwe li malekê li Wezîriyê veşartibû. Ggotarê
daxwaza hukmê zatî û nemana riêjîma Ebdulkerîm Qasimî dikir.
Xwendina vê gotarê werkir ku ez xwe veşêrim ta danûstandinên di
navbera Partî û hukmeta piştî inqîlabê ya ku 9ê şubatê dest pê
kirin… Ji nû de min karî derkevim û biçime dewama xwe li
zankoyê.
Erê, ez çima vê meslê dibejim? Bi rastî vê meselê rola xwe hebû
li ser min bo nivisîna helbestê. Ew mehên min xwe li Bexda
veşartîbûne egerê hindê ku ez xwe bi vehandina hinde sirûda ve
mijûl bikem. Bi ratsî birayên xweştivî, ez dişem bêjim ku li wê
demê zanîna me ya edebî çine bû .
Wek min gotî, hîngê min dest bi vehandina helbesta stran û
sirûdên kurdayetiyê kir û min ji hevalên xwe re digotin û gelek
kêfa wan pê dihat û me bi xwe bi strankî digotin.
Li sala 1967an û 1968an yekemîn hozana min Gulbiharê li êstgeha
kurdî li Bexda got. غ paş li salên 70ê de jî Tehsîn Taha jî
sirûd û helbestên min belav kirîne (birasatî berî sala 70ê
sazkirbîn lê ne dişiya bêjît ). Her wesa Bişar Zaxoyî û Eyaz û
Mihemed Şêxo û Şivan Perwer jî perçeyek ji helbesta min (Ey
Felek) a li dîmahiya heftêyan gotin.
Her wesa demê bo êkemîn car çavê min li dîwana Melayê Cizîrî
ket, bawer bike wext bû ji xweşiya dil girtî bim. Qet min bawer
nedikir ku me ev saman û kenze heye, ew jî berî 37 salan bû,
demê ez çuyme ba melayekî ku digotin wî dest xetê dîwana Melayê
Cizîrî ya hey, ew mela melayê mizgeftekê bû li Mîsilê .
Min gotê Seyda tu min nasnakî welê ez Kurdek im û min divêt
bizanim kanê raste te dîwana Melayê Cizîrî ya hey. Got: Belê, û
rabû ser xwe û bo min anî û got: Eve ye..
Min jî gotê seyda çêdibît ez bibim mal bo du sê rojan. Got: bi
xwedê ez te nasnakim, belê pa ezê dibînim tu aşiqê peyva kurdî û
dilsozê hindêyi, lew ez pir bawer im tu dê bo min vegerîniye ve
û dîwan wek canê min xweştivî ye. Li wê demê jî amîrên fotokpî
nebûn. Ez vegeriyam mal û bi şevê ketim ber û hindî min şiyayi
min bi xwe nivîsîn û paşi min ew dîwan bo seydayê berketî
vegerande û ez qenciya wî ji bir nakim.
Li sala 1967an min dîwana Cizîrî û Mem û Zîna Xanî ji çapxana
Kurdistan li Hewlêrê kirîn, û ew herdu kitêb bûn hevalên min ên
şev û rojan û ez ji wê rojê xwe bi şagirdê van herdu mamosteyan
dizanim.
Di despêka nivîsîna hozanê min dest daye nivîsîna hozanêt rengê
kilasîkî anku 'emudî bi kêş û serwa, belê beytêt kurt, çunkî
destpêka min wek min gotî sirûd
bûn û sirûd behra pêtir beytên kurt in û iqa'iyet di wan de
xweyaye. Piştî hîngê min meyla hozana malkên dirêj kiriye û
hozanêt 15 gehî û 15 gehî min nivîsîn, wek:
Şermine Dil dê çewa şev çirakim tariya
Bûyî bêjim har û gêjim dil verêjim min viya
Ez li wî demî esîrê kêş û serwê bûm, min hez ji kêşê kiriye nek
her li dawiya her malkekê belê pa li nav malkê bi xwe jî min
hizra kêşê kiriye û ev jî medresa Cizîrî ye di helbestê de û
netiştekî hêsan e, belku bi Cizîrî hêsantir biye çunkî Cizîrî
maf dida xwe ku kêşa ji zimanê erebî û farisî û tirkî wergirît.
Belê hindî ji min hatî ye min heznekiriye , ewjî ji ber hinek
egerên millî û siyasî , ev egerên henê di serdemê Cizîrî da
nebûn , birastî ez gehiştim encamekê ku awayê berdewam dana kêşê
bi zimanê me yê nihû gelek zehmete , ne ji ber ku me peyv nînin
belê pa çunkî peyvên kurdî di belavin li nav herêm û derver û
bajêr û gund û hoza û …hwd nekum vekirîne .
Evca ez mesela Kurdistana Bakur û Başur her nabêjim yan mesela
Spran û Badînan… Bi rastî me Kurdan çi pirtûk an ferheng nînin,
mixabin, û niha jî me nîne ku hemî peyvên kurdî tê da bên
parastin.
Piştî qunaxa 'işqa kêşê min bizava rengê Mesnewî kiriye anku
awayê Ehmedê Xanî ku beytên wî cut cutin, şa'ir bi vî rengî
derdê kêşê li xwe sivik diket çunkî li dû her dû malkan diçîte
qafiyek nû.
Rastî hozana kilasîkî ya teqlîdî karek mezin li guhdara dikit ,
aliyê xitabiyetê pê dewlemend dibit . û kumel pêdivî vî rengî bû
û nihû jî pedivî bi vî rengî ye nemaze demê hozan yan şi'ir bi
vêt dewrê xwe di te'bîa cemawerî da bibînit .
Li sala 1975 ê derbek mezin bi şoreşa me ya pîroz ket .. birastî
tiştekê êkcar karîger bû ew lê hindî hind ez êşam min neşiya xwe
li nav sinorên kêş û serwa yê da bigrim û huş û hestên xwe yên
hozanê derbirim , min hozana (Hespê minu lezê neke ez ne bilezim
) vehand , min ev hozane li sala 1975 ê vehandiye , û di be
yekemîn hozana min ya ku bi rengê azad min nivîsandî … belê pa
min hozana li ser awayê teqlîdî nehêla û ji hingî were ez bi
herdû rengan hozanê di vehînim û her wesa gelek cara jî di
hozana azad da jî tekîdê li ser îqa'ê û kêşê dikim .
Li verê min pê xweşe meseleyekê diyarkim ku berî (Hespê Minû)
demê ez qotabî li zankoyê min hozanêt azad hebîn ankû li salên
60 an de … welê rastî min ew bi helbest ne dizanîn .
Li salên 80 an de û bi 'efewiyeteka temam ankû bê biryardan min
dît hozanêt min yê beref nûxaziyê diçin .. kumeleyek ji wan
hozana , xwendevan dikarin di diwana min da bibînin û bixwînin
(www.amude.net.kurdi/pirtuk) ku li ser luka nû çi ji aliyê rengî
vebin yan ji aliyê neverokê ve bin hatîne vehandin .
Li vêre min pê xweşe çend têbînniyeka bêjim :
Yek : Min çi bawerî bi mesela Dehana ('uqde / 'eqid ) nîne .
Du : Hozan yan ture yan berhemê roşinbîrî bigiştî milkê tevaya
milletî ye û nek yê çi kesan û bajare ye …. Turê kurdî milkê
milletê Kurde .
Sê : hêvîdarim ji turevanêt xweştivî ne hemiya welê hineka ku
medarisêt edebî digel neqabiyetê têkel nekin çunkî nehema xelete
welê 'eybe .
Findî
: Di dîdareka te da, pirsyarek ji te hatiye kirin (hindek
dibêjin ew berhemê berî nihû hatiye belavkirin yan peyda bûy
pêdiviye nemînit .. bête sutin û şi'ir û edeb ji îro dest
pêdikin ) , gotina te bo van biraderaçi ye ?
Sindî : Bersiva min dê her ew bersif bît , başe ser çava .. em
dê hemî kitêb û dest xwet û berhemê Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî
û Cegerxîn û Hacî Qadirê Koyî û Mewlewî û Fayeq Bêkes û Mistefa
Begê kurdî û Didlarî û .. hwd dê li cihekî kum vekeyin û li çi
cihan nahêlîn .. da bi sujîn .. lê pediviye kesek hebit û agrî
têhelket .. dê pirsyarekê li vêrê kem …ew kes kiye ? bila ew kes
navê xwe bidete me û bêjît ez amademe agrî tê helkem .. ez bi
xwe bawernakim dê Kurdek hebit ku çend ew dujmnê turê kurdî yê
kilasîkî bit bişêt bi vî karî rabit .
Birayêt xwestivî … milletek heye bikare kelepurê xwe , turê xwe
yê edebî bisujît ..? ma Birîtaniya berhemê Şekispîrî Sutiye ? Ma
Elmaniya Berhmê Gote Sutiye ? yan Rosiya berhemê Boşkîn sutiye?
Nizanim wan çi ji berhemê berê ye … bû ew ji berhmê berê
ditirsin .. vê tirsê egerêt xwe yêt derunî hene , ev tirse jî ji
ze'îfiya wane beramber wî berhemê bilind diyardiket . Evca nevên
ew berhem bimînit û li pêş çavên wan bît , ez dibêjim herin
tiştekê çêtir û paştir peyda biken kesê destê zelama negirtiye .
Findî
: Ger te bîcekê bo me behsê xwe û Kovara CخYA kirba?
Sindî : Piştî beyana 11 yî Adarê û belavbûna roşinbîriya kurdî
min dît ku me li devera Badînan çi rojname yan kovar bi zimanê
kurdî nînin .
Birastî li wî demî îmkanatên min yên madî çi nebûn , ez mamosta
bûm li Hewlêrê .. min biryar da ku kovarek edebî komelayetî
derbînim û min dest pêkir … birastî min hemi mûçeyê xwe li vê
kovarê di mezaxt .
Kovar yan Rojname li Welatê me eger hikumet yan cihek harîkariya
wê neket , nikarit berdewamiyê biket .. lewra kovara CخYA jî
neksarî berdewamiyê biket .
غ cihê şanaziyê ye ku kovara اIYA yekemîn kovara bû li Duhokê
derdiket .
Findî
: Bi dîtina te îro çi ji roşnbîrê Kurd tê xwestin ?
Sindî : Em hemû dizanîn ku îro kêşa kurdî mezintirîn kêşe di nêv
bera milletan de , çunkî milletê Kurd mezinirîn neteweye di
cîhanê de ku ta niha ne hatiye rizgarkirin … eve rastiyeke û di
vêt em û her yek ji aliyê xwe ve bo kar biket nek hema partek
yan komeleyek yan komeka kesan .. millet hemî û bi hemû pisporên
xwe û meydanên jiyana xwe bo vê kêşê kar bikin .
Sebaret meydana me , roşinbîriya kurdî ez di bînim em Kurd li vê
qunaxê heta radeyekê di lawazîn û ze'îfîn .. pêdiviye em
rastîiya xwe bizanîn ne hema rabîn pesna xwe bikîn û bo xwe
xweşkîn … arîşêt me yan kuspe û gîr û girêftên me yên roşinbîrî
gelekin û nehêlana van arîşa xizmeteka mezine bo kêşa kurdî ..
xizmete bo kurdîniyê û ez neşêm behsa hemî arîşa bikim di vê
delîvê da … lê ezê behsê hineka bikim , wek :
-Yekîtiya zimanê kurdî
-Yekîtiya Turê kurdî
Bê guman birayêt xweştivî mebesta me ji yekitiya zimanî ,
yekîtiya zimanê edebî ye yan zimanê roşinbîrî yê ku pê di hête
nivîsandin û wane pê dihêne gotin , wekê din her yek li mala xwe
azade .
Di kêşa yekîtiya Zimanî da du mesele hene :
1- Peyv û îdyem yan Musteleh
2- Giramer yan rêzman
Bawer biken zimanê kurdî yê nihu nikarît bi karê pêdiviyêt çandî
yan hezarekê rabît . Ni karît bi karê wane gotine rabît , û
muxabin rojane te'darî li zimanê kurdî li hemû cihan tête kirin
. Ku her yek ji me yê buye Kurê Zaniyarî û emê peyv û idyema
dirost dikeyin , mamosta ji aliyekî ve û bêjer li êstgeha ji
aliyekî ve , û li têlefizyunê ji aliyekê dî ve , helbestvan ji
aliyêkê dî ve , û filan muwezif li filan daîrê ji aliyekê dî û
hwd .. ev jî hemû ji egrê nebûna kaniyekê yan jêderekê yekbuy ,
nebûna qamûseka kurdî ya yekgirtî ku hemî peyvên kurdî têda di
komvekirî bin .
Mixabin .. gelek ji me dê pêdivî peyvekê yan zarevekî bin ji
neçarî dê rabin yekî cêkin , em nizanîn ku ew peyv yan zarav pê
nevêt bête dirostkirin ji ber ku peyveka resen ya kurdî li filan
cihî yan gundî yan deverê ya hey beramberî wê peyva biyanî tête
bikar anîn .. lê ji ber ku nizanîn her yek dê rabît yekê
dirostket .
Ew zarav yan idyem ne diroste yek û ya didwan jî dê bite egerê
kuştina wê peyva kurdî ya resen û ji bîr kirina wê , evca
bizanin kanê rojane çend zordarî li zimanê me yê şirîn tête
kirin ji egerê nebûna firhengekê.
Keku mebesta me ji yekîtiya zimanê kurdî li vêrê ew nîne em
rabîn îro her du zarên xwe yên serekî Suranî û Badînanî bikîn
yek , ev nabît û zehmete belê pa pêdiviye em ji mustelehata dest
pêbikîn em li dû yekîtiya kurmancî ya bakûr bigerhîn û her wesa
li dû yekîtiya Kurmanciya başur bigerhîn , wate em li Badînan bi
rengelkî dixwînîn û di nivîsînîn û li rojavayê Kurdistanê bi
rengek din û li bakur bi rengek din dixwînin û dinvîsînin … nek
hema eve bi tenê belkû bo nimune li Duhokê hemû wek yek na
nivîsînin her yek li dû devera xwe yan hoza xwe di nivîsîne , ku
ez jî yek ji wan kesa nim û berî her kesekî dê birastî gileyiyê
li xwe kim .
Ew ji aliyelkî ve û ji aliyekê din ve ez di bêjim wexte û
direnge jî pêdivî ye em rabîn hemî peyvên kurdî bi can bêxîn û
bi vejînîne ve … û her wesa pêdiviye îro komeleyek zimanî pêk
bêtin û karê wê bibte eve :
- Kumkirina peyvan
- Wan peyvan Bexine di rista da û ramana xwe dibet
û paşî û ji berhmê karê wan bila ferhengek bête diroskirin û
bête belavkirin .. pêdiviye ew pirtuk yan ferheng wek av û
karebê biçîte di nêv hemû malekê da .
YEKخTخYA ROŞINBخRIYA KURDخ
Xala diwê ji erkên roşinbîrên Kurd ewe ku îro em ji meydana
iqlîmiyetê yan ku nêvxweyetî yê derkevîn û beref meydana
neteweyî yan milli biherîn .
Seruberê siyasî yê Kurdistana mezin wel mekîriye nek bi tenê em
ji aliyê roşinbîrî ve di veşartî bin û dur bin ji cîhanê belkû
em ji hevdû jî durkirine .
Nihu netewa erebî raste gelek dewletin lê ji çendîn aliyan ve
digîhin hev yan kesanên yek dû san dikin û xwe bo teva xwe
hîsavb dikin .. wek helbestvanên wan yan çirok nivîsên wan hemû
nasdikin û hemû şanaziyê pê dikin .
lê mûxabin hêj em ne gîhayine wê pilê belkû hêj em Cîzîrî bi
milkê Kurmanca dizanîn û Nalî bi mulkê surana tête zanîn , raste
em di gelek hilkefta da yan derfeta da bihevre di runîn lê pa
hevkariyek rast û baş ya hizrî û wîjdanî li ba me peyda nebuye .
Hêj du renge edeb me hene du renge roşinbîrî me heye û me
nikariye bikîn yek û ew jî ji egerê cudahiya herdû zarane .
ciwane ku hinek bizav hatîne kikrin bo naskirina turê alê Suarn
li Badînan lê muxabin çi bizav ji aliyê surana ve nehatîne kîrin
bo naskirina turê Badînan .
Ev jî bi rastî ne tiştekê raste û base , ma neteweyek heye du
rengêt roşinbîriyê hebît , yan rooşinbîr û turevanêt milletekî
yek dû nas nekin .
Pêdiviye em karek rast û dirost bo yekîtiya roşinbîrî bikini ,
eve jî dikevte ser millen dezgehêt roşinbîrî yêt fermî û ne
fermî .
Ger bêyin û sehkeyine bizava xwedê jê razî Celadet Bedirxan ..
em dê bînîn ku berî 70 salan wî li Şamê ev bizave kiriye , ku di
kovara xwe da berhemê Esîrî ku hozanvanekê Kurdê Kekûke ye û
berhemê Fayeq Bêkes û Guran û Şakir Fatah î weşandine .
Her wesa hinek (Hiwarat) di nêv bera hinek turevanêt Şamê û
Suarana da hebû .. ku bi erebi di bêjnê (خxwaniyat ) .
ez bi xwe dibînim em li Badînan pêtir berhemê Suaran dibînîn û
di xwînin , lê wan hajj me nîne .
Ez ji hemû roşinbîran dixwazim ku zaravên yek dû ferbibin û her
wesa berhemê hemû deveren Kurdistanê bixwînin û beref yekitiyeka
roşinbîrî bicîn û bi xebitîn .
اend ciwane îro sengevanekê edebî li Silêmaniyê gotareka rexneyî
li ser berhemê hozanvanekê Kurd li Suriyê yan yê li Turkiya
binvîsît , şmînarek li rojavayê Kurdistanê li ser hozanvanekê
Kurd li خranê bê te girêdan , nivîsevanêt kurd li Turkiya
berheman ji kovar û rojanmên me li خraqê re kin û belavkin .
Gelo ger Saykis Pîku yi sinurêt siyasî di nêv bera meda
nexşandbin …ez di bêjim ne Saykis Pîko ne bavê wî nikare sinurên
hizran yan roşinbîriyê di nêv meda Nexşîne , GER ME Milletê Kurd
biryar da ku em yek turîn .. yek roşinbîrîn … yek zimanîn yek
dilîn .
Bedirxan Sindî di çend rêzan de
- Dr.Bedirxan Sindî li sala 1943 ê li Zaxo hatiye dunyayê .
- Li sala 1961 ê xwendina xwe ya duwanavencî bi dawî aniye .
- Li sala 19966 ê xwendina xwe li zankoyê ( Kolîja Perwerdê /
Beşe deronî) bi dawî aniye .
- Li sala 1979 ê Bawernama Diktorayê ji Birîtaniya wergirtiye .
- Beret Elixtira' e heye ku bi navê wî hatiye tumarkirin
- Li zankoya Bexada wane gotine ta gehştiye pila Pirofîsor .
- Serperiştiya gelek bawernamêt macistêr û diktorayê kiriye.
- Serokê Tayê Hewlêr yê Yekîtiya Nivîsevanêt Kurd bû .
- Reveberê Destgeha Roşinbîrî bû li Bexda .
- Ji ber Bîr û bawerêt xwe li Bexda hate zîndan kirin .
- Gelek gotar û lêkolînên saykolocî û edebî û siyasî belavkirine
.
- Gelek Pirtûkên ser bi pisporiya xwe ve û her wesa yên
roşinbîrî jî weşandine .
- Li sala 1985 ê ( Memê Alan ) wergerandiye erebî / kopiya
Ruceer lîska .
- Li sala 1989 ê Pirtuuka ( Hikme el Kurdiye ) weşandiye.
- Li sala 1998 ê pirtuuka (Bîrahtineen Fuuad Arif ) bi zimanê
Erebî weşandiye .
- Li sala 2002 ê pirtuuka ( El mucteme' El - Kurdii fii Menzor
El istîssraqiyîn ) weşnadiye .
|