DespêkNivîsPertûkWêneFindî FontLînkTêkelî 07/21/2009

 

Bi Xêrbên Bo Malpera Malbata Findî

 

Ebdulkerîm Findî
Resid Findî
Izet Findî
Salar Findî
Emîr Findî
Hekar Findî
Heval Findî
Pesar Findî
 
 
 
 
 
 
 
 
 

 


 

 

 

Ednan Miftî,

Serokê Perlemana Kurdistanê di hevpeyvîneke taybet de:

 Em alîkarîya PKKê nakeyin, lê em şer jî li dijî wan nakeyin.

 

  Hevpeyvîn : Hekar Findî

 

- Wek aşkira hikumeta herêmê ji piranîya part û layenên siyasî yên pişikdar di Perlemanî de tê pêk anîn, erê bi dîtina te eve wê çendê nagehîne ku hêza berhingarîyê nebe? û Perleman bi erkê xwe yê çavdêrîyê ne rabe?

* Perleman ji layê millet ve hatîye hilbijartin û nûneratîya wî dike, her wesa Perleman çewa bê pêkanîn her dê karît bi erkê xwe rabibe, lê bicihanîna erkên wê bi barudoxê siyasî ve girêdaye ku Perleman neşêt bi erkê xwe rabibe ger delîve nebit.

Lê bi her awayî perleman rabûye bi danana yasaya û derxistina biryarên girêdayi rêvebirina karê hikumetê û civakî.

Lê çavdêrîkirin li wezareta û çewanîya birêveçûna karên wan ku ji erkên wê yên serekîne eve ne di wî çarçûveyî da ye ku Perleman neşêt belku di çarcûvê demokratîya civakî de

- Ji gotina te wesa xweyaye ku erk û karê Perlemanî tinê bûye derxistina yasa û biryarên girêdayi karê hikumî û ne tiştekî din?

* Nexêr, ez nabêjim ku erkê Perlemanî ji layê çavdêrîyê ve yê lawaze belkû ez bi rengekê giştî dibêjim.

Her wesa Perlemanî hindek karên giring encamdayine weke danana reşnivîsa disturê herêmê zêdebarî role siyasî û çendîn kêşên girêdyaî çarenivîsê milletê Kursitanê, wek helwîstê me hember Iraqê û welatên hevsuy.

Lê derbareyi çavdêrîkirina karê hikumî Perlemanî birayar dabû ku bi vî karî ranebe di demê hebûna du îdaran de, lê piştî ku herdu îdare bûn yeke lijnên taybet bi vî karî bi karên xwe radibin, ku seredana wezareta diken û lidûvçûna karên wan diken.

Her wek seredana lijneka Perlemanî bo girtîxana ku li ser vê çendê raporteka wan hate nivîsandin ku rewşa girtî û girtîxana têde hatibûn diyarkirin, piştre û li ser vê yekê kombûneke taybet bi cihên taybetmend re hate girêdan û pêşinyar ji wan re hatine danan ji bo xweşkirin û başkirina rewşa wan.

- Li gor dîtina hinekan ne rabûna Perlemanî bi erkê xwe yê çavdêrîyê bo wê çendê vedigerîte ve ku hêzeke berhingarîyê di Perlemanî de tuneye, ji ber hikumet ji piraniya layenên pişikdar di perlemanî de pêk tê?

* Nexêr ez wesa nabînim, ji ber ku her endamekî perlemanî dengekî berhingare , merc nîne ger hikumet ji parta te pêk hatibe tu yê digel wan bî di her tiştekî de.

- Helwistê we hember reftar û helwistê Turkiya li dor Herêma Kurdistanê ?

* Em dixazîn peywendîyên me digel Turkiya dibaş bin li ser binemayê rêzgirtin li hevdû, em hevsîyên hevin , û berjewendîyên hevbeş di nêvbera me de hene.

Em dixazîn bi rêya danustandinê bigehîn encameka baş û destêwerdanê di kar û barên me de jî neken, her wesa divê rêzgirtin li yasayên navneteweyî jî bê girtin.

Hûn dizanin ku Turkiya welatekî mezin û giringe li deverê, lê siyaset û serderiya wê ne di cihê xwe deye, û digel niha na guncin.

Ew her tim me bi avakirina dewleta Kurdî û alîkarîya PKK tumet dikin, her çende ev yeke ne raste.

- Te behsa PKK ê kir , helwîstê we hember PKKê û kêşa Kurdî li bakûrê Kurdistanê çîye?

* Divêt bi rê û diçarçuvê danustandinê de bê çarserkirin, nek di rê û çarcûvê leşkerî û zorîyê de bê çarserkirin. Bila ew li rewşa rijêmên zorî kirine binerin li vir çend zorî li mlletê me hat kirin weke enfal û jinav birin û … htd kêşe çarser bû? Nexêr, berovajî û li gelek cihên din jî, ev yeke di berjewendiya herdû layena deye û PKK berheve danûstandinê digel wan de bike û bikeve nêv sistema siyasî û dewletê lê layenê turkî ne yê berheve li ser vê yekê.

Demê şerî nemaye ne ji bo PKKê û ne ji bo turkiya, kêşe ne kêşa PKKê ye belku kêşa milletekîye.

- Li ser vehewandina PKKê di nêv sinorê herêmê de?

* Ger tu behsa kempa dikeyi ew ne kempeka leşkirîye û serderî ji alîyê rêkxirawa Xaça Sora nêvneteweyî ve tê kirin nek ji layê me ve.

Li dor çekdarên wan em qebûl nakayin ku çekdarên wan di nêv sinorê me de hebin.

Li ser devera Qndîlî jî ew ne li jêr desthilata medeye û ew ne ji serdemê me de li wirin belkû ji mêj veye ew li wir.

Em alîkarîya PKKê nakeyin, lê em şer jî li dijî wan nakeyin.

- Çima zaravê xwendinê li qunaxên seretayî li duhokê hat guherandin?

* Divê yek ziman û yek zarav bê xwendin, daku di paşerojê de zimanekî standart hebe, bo nimone çend welatên erebî hene erê li her weklatekî zaravê wan tê xwendin? nexêr.

- Lê peydakirina zimanekî standart bo xwendinê erekê korî zaniyarîye, û biditina min ew di vî biyavî de bi başi bi erkê xwe ne rabûne; eve ji alîyekî ve , ji alîyekê din ve jî xwendina yek zaravî pêşîlkirina zaravên dine?

* Derbarey korî zaniyarî raste ew bi başî bi erkê xwe ranebûne û divê ew bi role xwe rabibin .

Derbareyi zarevên din, peyvên Badînî yan jî em bêjîn zaravê Kurmanciya Jorî gelek hene di xwendina seretayî de ku her kes ger li pirûkên xwendinê binerê wê peyvên ji herdû zaravan û hin zaravên din bibîne, ankû herdû zarav bi hevre tên xwendin.

- Li ser sîstema xwendinê di zankoyan de, hêjî xwendin bi zimanê erebîye, û xwendekarên ku ji yekê seretayî ta niha ew gehiştine zankoyê bi Kurdî xwendine, ev çende çewa wê bê çareserkirin?

* Di van nêzîkan de wê konfiransekî hevbeş di nêvbera perwerde û xwendina bilind de wê bê pêkanîn û wê li ser vê yekê jî rawestin.

- Çima ta niha medyayeke taybet bi hikumetê ve nayê dîtin, lê li hember wê bi dehan dezgehên medyayê yên part û layenên siyasî tên dîtin?

* Ji wan part û layenan bipirse !

Li van nêzikan Newroz Tv wê bikeve karî ku ew dezgehekî ser bi hikumetê veye, her li ser rojnameyekî jî behis tê kirin lê ta niha tiştekî berçav nîne, her wesa her kes dikare nûçe û çalakîyên me li ser websitê me bibîne.

- Supas ji tere, ger gotineke te ya din hebe ?

* supas ji were jî û serketine ji we dixazim.

 

   

 



 


Ji baxçeyê  Helbestên Kurdî

 

Xelqê ku ji sîne û ji dil saf

Pakîze siroşt û ehlî insaf

Bîlcumle biken ji bo me tehşîn

Bêjin ku qencî hate tedwîn

Xani

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

   
 

 

 

© 2005 Findi.Info

 
  | info@findi.info |