|
* Sedam bi tenê di şeva sêdaredanê de bi demekê kêm ket li jêr
desthilata hikumeta Iraqê.
* Divabû
Seddam bi kincên îdamê (kincên porteqalî bihatiba îdamkirin
* Hin kesên din wê bikevin nêv kêşeya Enfalê de wek gunehbar.
* Barzan
daxwaza sistkirina kinfê sêdaredanê kir berîya bicîanînê.
| |
|
|
| |
 |
|
|
Hekar Findî &
Ce'fer Musewî |
| |
|
|
Ji bo bêtir
nêzikbûn û diyarkirina dadgehkirin û sêdaredana Sedam û hevalên wî ku
bûyereke dîrokî bû, me xwest xwe bigehînin Dadwer Ce'fer Musewî serokê
daxwzkerên giştî da ku ji mere çendîn nihênî û gavên nediyar diyar biket.
- Gelek dibînin ku lezatî di cîbicîkirina sêdaredana Sedamî de hate
kirin, tu çawa vê yekê dibînî?
* Bi
dîtina min çi lezatî di cêbecêkirna sêdaredanê de nehatîye kirin, bi her
awayekî biryara cêbecêkirinê bo desthilata cêbecêkirnê vedigere ne ji bo
dadgehê, ji ber ku tinê biryar ji dadgehê derdikevin û bicîkirina wê bo
desthilata cêbecekirinê vedigere, ew kînga dizaxe bicîbike wê bicîbike
lê divê di wê çarûvê de be yê ku dadgehê destnîaşkirî anku ne dijî
biryara dadgehê be.
Ji
layekê din ve jî bila em li eş û azarên milêtê Iraqê binerin ku daxwza
wan ewbû hindî rojekê zûtir fermana sêdaredanê bê bicîkiri wê baştir be,
evê yekê jî kartêkirina xwe li ser cêbecêkirinê de hebû di baweriya min
de.
- Li gor yasa iraqê nabe gunehbar bê sêdaredan di rojên hilkeft u cejnên
xwe de, lê sedam wek medîtî di yekemîn roja cejnê de hate sêdaredan,
gotina te li ser vê yekê cîye?
* Ev
yasa tu jê dibêjî niha neya karîgere anku ya ji kar ketîye mîna her
yasayeke din ku li ser demê rijêma sedam ya jinavcûyî derketibûn ku li
demê desthilata berxwext polbirîmer biryara ragirtina wan biryar û
yasayan derxistîbû, em jî ligor yasayê kardikin û ji sînorên wê
dernakevin , evca ji layê yasayî ve cî rêgir nînin ji bo wê roja têda
hatîye sêdarêdan.
- Ji layekê din ve hindek dibînin ku lezatî hate kirin ji ber tirsa
revandina sedam?
* Dibe,
vê yekê dûr nabînin ji ber rewşa iraqê ya êmnahîye xerabe ,lewra dibe ku
hikumeta Iraqê lezatî têde kirbe ji ber vê yekê.
- Helwesta Emrîkiyan cewabû di demjimêrên dawîyê de, nerazîbûneke wan
hebû, daxwaza gîrûkirina cêbecêkirinê ji we xwest yan her tiştekî din?
* Nexêr
ci nerazîbun ji layê wan ve nebûn, jibîr neke ew layenê Emrîkî cihê
desteserkirinê bûn ne cihê birayrê bûn di vê çendê de, belku wan razîbûn
û berhevîya xwe da diyarkirin her ji demê hikumeta Iraqê daxwaz ji wan
kirî ku Sedam biden dest wan.
Her wesa
emrîkiyan berî cêbecêkirinê bi dû rojan sedam agedarkirin ku ew yê wî
biden dest Iraqîyan ji bo bicîanîna fermana sedarêdanê her wesa yê
tiştên wî bidin dest parêzerên wî, her wesa jê pirsîne kanê ew dixaze
hinek ji kesûkarên xwe bibîne yan parêzerên xwe.
li gor
pêzanînên min sedam ev çende jî red kir ji ber ku ew ne diwê bawerîyê da
bû ku ewê wî bidin dest Iraqîyan. Lê di roja çêbecêkirinê de demê gotina
wan bûye rastî û wî zanî ku yê wî bidin dest iraqîyan ew (mifaci) bû û
di wî demî da wî li hawar û qêriyan daye , û çendîn gotin kirîn weke (
ezê we ji tîrorê xelas kem , ezê mîlîişiyata ji nav bibem) her wesa yê
rijid bû ku serkirdekê Emrîkî bibîne , lê berbiprsê zîndanê ew agedar
kir ku kesek nîne wî bibîne û sêdaredan jî wê her işev be çi derfet têde
nîne ku guhurînek bikeve biryarê… ve çendê weha li wî kir ku ew bikeve û
hay ji xwe nemîne, ji bû vê yekê jî nûjdarek pêtivîbû ku bê li rewşa wî
binere piştî weha lêhatî, lewra nûjdarekî emrîkî li wir berhevbû û 4
derzî li wî dane ta ku ew bicekî bêdeng û nerim u aram bûy.
- Bi dîtina te cima sedam ne di wê baweriyê da bû ku yê bê sêdaredan,
yan emrîkî wî naden dest iraqiyan?
* Ez jî
nizanim rastî, lê ya ez dizanim hikumeta îraqê ew ji emrîkiyan wergirt û
biryara sêdaredanê li ser wî bicîkir bêyî destêwerdana çi layena.
|
-
Raste tiştên wî yên taybet hikumeta Iraqê desteserkirine û nedane
dest parêzerên wî?
* Ne
raste, ji ber ku sedam ne li jêr desthilata hikumeta Iraqê bûye ta
hikumeta Iraqê tiştên wî desteserbiketin belku ew li jêr desthilata
emrîkiyan bûye û Sedam bi tenê di şeva sêdaredanê de bi demekê kêm
ket li jêr desthilata hikumeta Iraqê.
- Li wî demî anku demê ket li jêr desthilata wede wî tişteke ji we
xwest mîna dîtina kesûkarên xwe yan peywendîkirin bi wan yan her
tihstekî din ? |
|
 |
|
|
|
Ce'fer Musewî:
|
|
|
Ehmed Husên Xizirî danpêdan bi gunehên Sedamî kir, lê piştre li
dadgehê ji gotinên xwe lêvebû. |
* Nexêr
tiştek ji me ne xwest belku beriya vî demî anku di demê dadgehkirnê de
jî min bi xwe çendîn cara jêre gotîye kanê tu tihstekî dixazî weke
dîtina kesukarên xwe yan peywendîyê biwan re bikî , ji min re got "
nexêr" min jî jêre got cima ? wî got " ez naxazim yek li min guhdarî
bike".
-
Li gor dîtina hinekan li demê sêdarenaê de sedam wek mirovekî peyt xweya
dikir, her wesa di demê rûniştinên dadgehê de jî, erê tu vê yekê cewa
dibînî, erê kamîrên TV yan kartêkirna xwe li ser vê yekê hebû yan cewa?
* Li
demê sêdaredanê de wek min berî niha ji tere gotî 4 derzî bo sedam
hatîne danan, ta karî bi wî rengî bê hember kinifê sêedaredanê. Her wesa
Sedam weke hevalên xwe yên din xwedan durû bû, di rûyekî de ew di aram û
bê deng bûn, di rûyê xwe yê din de ku li hember kamîrên TV an bûn, li
deme wan bizanînbaye ew li hember kamîrane yan jî li demê wan dizanî ew
ketine di bexşên TV yan de wan dest dida gotina diroşman û xwe wesa
didan xweyakirin ku ew bi hêzin, lê me dizanî cewaye û em li hember
kêne, bo nimone di demê sêdaredana Barzanî de ku ew gelekî bê deng û
nerim bû beruvajî rûnsihtinên dadgehe .
- Sedam jî weha bû?
* Belê,
wekî min berî niha gotî min çendîn cara sedam di zîndana wî de dîtîye û
ez pêre rûniştîme ew berovajî rûyê xwe yê di dadgehê de bû û her kes vê
yekê dizane yên ku ew ji derveyî dadgehê dîtine.
Li demê we ew li derveyî dadgehê didîtin, tu carî wan çi gev yan her
renge tirsrandinek yan hewla wê yekê nedikirin ku we bi parey yan her
tiştekî din serdabiben?
* Nexêr
, tu carî wan nikarîye tiştekî weha bikin ji be rkû wan dizanî ev yek
ser nagire, belkû hinek ji wan digel meda di hevkar bûn, weke nimone ku
ev cara yekeîmene ezê bêjim min çendîn hevpeyvînên taybet bi gunehbaran
re hene ku wan bi eşkere danpêdan kirîye ku sedam gunehbarekî mezine di
der heqê milletên Iraqê de.
Her wesa hinek ji wan gotine ku Cuhîyan hindî Sedamî ziyana milletên
iraqî nekîrye -li gor dîtina wan-.
Her wesa
di hevpeyvîneke de min bi Ehmed Husên Xizir serokê dîwana serokatîyê ye
berê re eşkere dike kanê çewa rijêma Sedam ziyan li Iraqê û milletê wê
kiriye û çewa bi dirindane serederî digel milletê xwe dikir, lê wî
berovajî vê yekê di rûniştina dadgehê da gotinên xwe gotin .
- Bidîtna te cima ew weha did adgehê de dihatin guhertin?
* Min jî
ev yek ji wan pirsî, kanê cima ew di rûniştinên dadgehê de berovajî
gotinên xwe yên li derveyî dadgehê dibêjin, wan got ji bo selmametîya
kesûkarên me, her wesa tirsîn.
Tev ew
hevpevînên min bi wan re tumarkirîne û bi anehîya xwedê di paşerojê de
hûnê bibînin û guhdarbikin.
- Niha
bi ew hevpeyvîn bi te re ne?
* Nexêr,
lê weke min gotî di paşerojê de emê bidin medyayê.
- Li demê sêdaredanê de Sedam bi sîmayekî normal derket mîna cilên wî,
çima?
* Ev jî
şaşitiyek bû ku ne di bû weha çêbibaye, lê weha çêbû, belkû diviya cilên
taybet bi sêdaredanê ve li ber kirban ku cilên pirteqalî ne û tûyrkê reş
jî li sêer wî de kirbane. Lê me ne hişt ku ev yek di sêdaredana Barzan û
Bender de çêbibin ku me ew cilên taybet li ber wan kirin û tûyrkê reş jî
me li serê wan kir li gor yasyayên Iraqî.
- Di demê sêdaredana sedamî de li pey wê vîdîyoya belavebûy, me dît û
guh lê bû ku hin diroşim û gotin hatine gotin, cima ev yeke rûda?
* Ev
şaşitî bo desteya cêbecêkirinê vedigere ku ew jê berpirsin û ne tu
alîyekê din, lê di sêdaredana Barzan û Bender de min ne hişt ev yeke
rûbide.
- Hinek dibêjin ku sêdaredana Sedamî ji alîyê mîlîşiyata ve hatîye
bicîkir?
* Nexêr
tiştê weha nîne, ev piropakindên wan kesane yên ku her kes dizane kanê
ew kîne û merema wan ji vê yekê cîye, û ew dengên we guhdarîkirîn jî
dengên leşkerên wî cihî bûn.
Ketine
jûra wan jî bo cihê sêdaredanê vedigere ve bo heza kesokî ku li cem her
kesekî heye, bitaybet keskî mîna sedam ku eve serê 35 salane xelkî eş û
azar ji destên wî û rijêma wî dîtine.
Di ser
kiryarên sedam yên ne mirovatî re ew bi rengekekî gelek mirovatî hate
sêdaredan her weke te gotî bicilên xwe yên taybet bû her wesa li demê ne
razîbûy ku tûyirkê reş jî li serê xwe bike zorî lê nehate kirin tinê
daxaz jê hate kirin ku li hefka wî bê danîn daku hefka wî ne yê
birîndarkirin û êşandin … erê ev yeke li kû derê rûdaye … mirovatî
çewaye.
-
Çima yekemîn kêşe (Dicêl) , her wesa hinek dibêjin ku layenê siyasî yê
zale li ser dadgehê pêtir ji layenê yasayî ?
*
derbarey zalbûna layenê siyasî tiştekî wesa nîne ji ber ku ger em li gor
siyastê çûbanê da em yekemîn car li kêseyeke mîna kêşa Enfalê nêrîn ku
pêtirî 182 kesan têde bê seruşinbûne zêdebarî ziyanên din, yan kêşeyeke
din ku me sericn û razîbûna hin welatên biyanî kêşabaye, lê weke min
gotî em cihekeî yasyaîne û em li gor yasyayê dicin… her kêşeyeke lêkolîn
û pêtivîyên wê berhevdibin em li wê dinêrîn.
- Guherîna fermana Teha Yasîn Remezanî ji heta hetayê bo sêdaredanê
hinek dibînin pêtir siyasî bû ji biryareka yasayî?
* Nexêr
me wek desteya daxwzkerên giştî (Id'a 'am) ji despêkê de daxaza
sêdaredana wî kirbû, her wesa piştî derketina biryara wî bi heta hetyaê
me daxaza lênêrina vê biryarê ji dadgeha pedaçunê kir û me ev biryar
(temîz) kir li gor belge û pêzanînên li berdest ku ew jî maf û erkê
meye.
-
Destêwerdan yan jî kartêkirin, gifaştinên navneteweyî li ser dadgehê
nehatîne kirin çi li ser rêvecûna dadgehê yan pêrabûnên wê yan layekî
dî?
* Li ser
dadgehê nexêr tişteke nehatîye kirin ne ji layê emrîkiyan ve û nejî ji
layê hikumeta iraqê ve , lê li ser hikumetê ez pê nizanim , her wesa her
kes jî dizane kanê biryarên dadgehê cewabûn ew kesê ku me belge û girove
li ser hebûn gehiştin mafê xwe û yên belgên û girovên pêtivî li ser wan
derneketin ew hatin azadkirin anku her kes li gor belkên xwe hatine
dadgeh kirin , ev jî li pey yasayê bû ger em li pey yasayê ne cubane
dibe gelek tiştên din hebane.
- Lê hinek dibêjin ku biryarên dadgehê di berhevbûn û di diyar bûn
berîya ku dadgeh bi dawî bê û biryarên xwe yên dawîye bistîne?
* Ev
gotinên mediyayê ne û wan kesên ku em dizanin ew kîne, lê me li hember
tevaya xelkê runiştinên xwe birêvebirine û her belegeyeke li ser wan li
ber destê me de bû me ew jî li ser şaşên Tv ji tevaya xelkê re xweyakir.
- Çima fermana (biryar) a sêdaredanê ji alîyê desteya seroketiyê ve ne
hate imzekeirin?
*
Biryara cêbecêkirinê ne pêtivî imzaya desteya seroketîyê bû ji ber ku ev
kêşe ne di çarçûvê desthilata civata bilinda dadwerîyê de bû belkû di
çarçûvê desthilata dadgeha bilinda gunehkarîya bû , eve ji layekî ve ji
layekê dî ve li gor disturê iraqê ne di desthilata tu layenekeî de ye ji
wan serok komar u desteya serokatîyê bi xwe jî ku wan ew maf nîne tu
biryar û fermanan jinav biben û lêborînan ji wan kesan re derbêxin yên
ku bi gunehên navneteweyî û terorê tawanbarin.
- Çima Sedam bi tinê hate sêdaredan , piştre Barzan û Bender?
* çi
yasa li ser vê yekê nînin evca biryara bicîanîne bo desthilata
cêbecêkirinê vedigere.
- Li ser sêdaredana Barzan û ser jêvebûna wî?
* Ez bi
xwe di desteya cêbecêkirinê de bûn û min rûdan bi çavên xwe dît ku ezê
bi emanet bo te vegêrim.
Sêdaredan piştî demjimêr 2:30 î şevê çêbû, li gor pêrabûnên yasayî
Barzan anîn ku bi cilên taybet bi sêdarenê ve bû, min jêre got niha
biryara bicîanîne yê li ser te bê xwendin , te tiştek heye bêjî ku te ji
bîra kiribe yan tu tiştekî dixwazî weke wesyetnameyek yan her tiştekî
din, got "ez bê gunehim" … û her ev gotine çendîn cara dubare dikir û ne
tiştekî din. Min jî jêre got " tu pêtirî her kesî di dadgehê de axifî, û
dadwerî pêtirî her kesî dem ji te terxankirbû da kû tu bi peyvî" wî got
"raste lê dadwerî gotinên min ne wergirtin û pê nekir". Min jê re got ev
bo dadwerî vedigere. Lê ya niha li ser te tu şehadetê bidey… wî bi tirs
û leriz şehade xwend, me Barzan û Bender rêkirin ser depê sêdaredanê ku
herdûyan cilên taybet bi sêdaredanê ve li ber bûn li demê ketin hember
werîsên sêdaredanê tûyrkên reş li serê wan de kirin , piştre werîsên
sêdaredanê li sitûyê wan de kirin, di wê navberê de min guh li dengê
Barzan bû got " hêdî hêdî ma hûnê min bikûjin berîya min sêdarebiden" (ez
mendehuş mam) , min daxwaz ji wî kesê li wir (cêbecêkerî) kir ku kinifê
wî sist bike, di demê cêbecêkirinê de wexta herdû ketin xwarê min kinfê
Barzan vala dît , yekser min ji wan kesên cêbecêkirinê xwest ku biçin
xwarê wî careke din vegerînin serî ( min hizir kir ku dibe ji ber wan
kinif gelek sist kirbe lewra ew yekser ketibe xwarê bêy ku stûyê wî di
kinfî de ne ma be, ez jî ber bi wî ve çûm lê cêbecêker berîya min gehişt
wê derê û yekser got " mamoste ev bê sere- serê wî jêbûye" min jî jêre
got çewa pa ka serê wî? Got "vaye li zawîyê di tûyrkê reş de ye". Min
jêre got ka here bîne … wî serê Barzan di tûyrkê reş de ji min re anî.
Ev
hemûye hatîye wênekirin û me peşanî rojnemevana jî kir di demê xwe de lê
piştî ku me tev amîrên wênekirnê ji wan standîn .
- Tu vê yekê bo egerekê teknîkî venagerînî?
* Nexêr
çi egerên teknîkî nebûn, belku xwestekeke xwedawendî bû.
- Gûherandina dadweran ew derfet da gelekan ku bêjin destêwerdan di karê
dadgehê de hene?
* Di
despêkê de Dadwer Rizgar Emînî bi xwe biryara destji karkêşana xwe da,
nek cîyekî din yan tiştekî din hebû tinê gifaştinên mîletî li ser millên
wî hebûn ku xelkê jê di xwest ku pêtir yê dijwar û tûnd be di serederîya
xwe de digel gunehbaran ku geleki nerim bû, lê wek min gotî biryara dest
ji karkêşana wî her bo wî vedigere û wî ev biryar bi bawerî û heza xwe
daye.
Derbareyi Dadwer Amirî jî wek aşkira ew beşeke ji birêveberiya dadgehê û
dadgeh jî binavê milletî ye nek bi navê cihekî ye lê serdederîya wî ne
li gor vê yekê bû ku binavê milêtî be, her ev tiştebûn û ne tiştekî din
bû, her wesa bo zanîna xwendevan dadgeha 60 dadweran bi xwe ve digire û
tev jî bi pileya yekê di karê xwe de tên û tevaya jî şiyanên
birêvebirina nexweştirîn curên dadgeha hene, her wesa şiyanên dadgehên
navneteweyîjî hene.. Û dibêjim ku çi givaştinên siyasî nebû.
- Derbareyî kêşa enfalê ku rûniştinên wê gelek dirêj bûn, bi dîtina te
di van du mehan de biryara dawîyê wê bê standin yan ne?
* Pê
rabûnên dadgehê tinê guhdana gotinên bervanan maye zêdebarî lênîrîna
desteya idai am û lênîrina parêzeran û piştre wê biryar bê standin, li
pey van pêrabûnana dibe di van dû-sê mehan de bryara dawîye bê dayin.
- Bi dîtina te li gor mezinatîya kêşeya enfalê hijmara gunehbaran ne
kêmin?
* Belê
rates gelek kes hene ku kêşeyên wan giredayî keşeya enfalê ne lê jê
hatîne vekirin, her wesa hinek perabûnên yasayî hene her dema ew bi dawî
hatin weke lêkolîn ….htd. Wê demê wê ew jî bên desteserkirin.
- Erê di şiyanên dadgehê de hene ku hin kesên din yên gunehbar divê kêsê
de dadgeh bike yan jî ev yeke ne dişiyanene wê deye?
* Belê
di şiyanên dadgeha iraqî de heye her kesê gunehbar bîne hember dadgehê û
wan dadgeh bike.
- We tiştekê weha kiriye?
* Belê,
hin pêrabûn hatîne kirin û hûnê di vexwednina daxwazkerê giştî de
bibînin ku hin nav û tiştên din dê bên berçav kirin.
- Ger em ji te bipirsîn hestê te çi bû li demê yekemîn car tu ketî
hember sedam ankû di yekemîn hevdîtina we de ?
* Ez wek
serokê desteya daxwazkerê giştî digel endamên desteyê komvebûm min ji
wan pirsî kanê kî ji wan dixaze bi rûlê daxwazkerî rabibe di yekemîn
keşeheya ku li hember dadgehê tê nîşandan, rastî hinek birader ji bo
selametîya kesûkarên xwe tirsiyan û dûdil bûn lewra xwe ji vê yekê
vekêşan, wesa min biryar da ez bibim daxwzker giştî û, her wesa dadwer
Minqiz Fir'ewin û dadwer Mehdî Ebdulemîr jî digel minda bûn.
Lê li
dûr yekemîn dîtina min digel sedamî bo yekemîn rûniştina dadgehê
vedigere ku min (Istîhlalîye) pêşkêş dikir ku berîya dadgehkirne tê
xwendin.
Di wî
demî de ez yê bi rojî bûn û rewşa min ya saxlemîyê jî neya baş bû, ez bi
xwe gelek avê vedixwem tiştê herî nex weş li bam min ew bû.
Bê guman
ev runiştine li cem min ji giringitirîn runiştinên dadgehê bû ku
dadgeheke mêjuyî bû.
- Da bên û bîçekê behesê Barzan û şîmyatîyên wî bikeyin di demê
dadgehkirnê da! Sererayî tawanên xwe yên nemirovatî de gelek caran xelk
dikenand, we çewa ev şimiyatîtîyên wî werdigrtin?
*
Piraniya caran şîmatî sernica temaşevanan dikêşin, weke ew şerenîxên di
perlemanan de çedibin, di vê dadgehê de jî Barzan bi rûlê şimî radibû
lewra serinca xelkî li bal xwe ve dikêşa, û ez mendehoş di mam ji
serederîya wî di nêv û derveyî dadgehê de ku berovajî hevdu bûn.
- Tiştê herî balkêş li cem te çibû di serderîyên wî de?
*
Piranîya caran di demê rûniştinên dadgehê de em bi şerdef dicûyin, lê
piştî ku rûniştin bi dawî dihat da yekser gazî min ket " mamoste Ce'fer
ji destûra te, hîvîdikem min divêt gotinekê bi te re bikim ".
- Li dûr kêşeyên din ku wê bikevin dadgehê, Lêkolîn gîhaye kuderê?
* Komeke
kêşeya di destê me dene, em li ser kardikin û ber bi dawîyê ve çune û
emê pêşkêşî dadgehê bikin, wek kêseheya serhildnaê ku li ser 15 keşeyan
hatîye dabeşkirin ji egerê gelek bûna gunehbaran ku digehe 104
gunehbaran, ji ber vê yekê me ev kêşeye li gor hijmara parêzgehan li
hevkir.
-
Tu dikarî hijmara gunehbaran diyarbikeyi yên ku di tevaya kêşeyan de
hûnê wan pêşkeşî dadgehê bikin?
* Belê
140 gunehbarin, ku ji gelek pilên çêwaz yên berpirsên rijêma çûyî.
- Hinek kes hene çi li ser wan ta niha ji alîyê weve nehtîye kirin û
nejî pirs li ser wan tê kirin weke (Seaf û Nacî Sebrî û Erşed Yasîn)?
* Her
kesê sikala li dijî wî bê kirin û belgeyên pêtivî li ser wî bên emê wî
bînin hember dadgehê, em livir serderîyê digel navn nakeyin em
serederîyê digel belge û girovên yasayê dikeyin.
01.03.2007
|