Min pêm waye pêwîste êmey kurd be curetewe hizir lew mesele
bikeyn û hemû hizrêk çend hizrêkî xeyalî û mehalîş bît le pêş
xomanewe dabinêyîn!!.
Pendêkî mêjîne heye delêt: eger çiya narwat ewe şêx derwat!!
boyeş eger 'ereb û faris û turik wilatî ême ke hezaran sale
dagîriyan kirdiwe çûl neken ba xoman bo ewanî çûl bikeyn û
pîrozî ewan bît!!!.
Min lem nûsîne da bas le kuntiraktêkî nêw dewletî dekem.
Min dezanim sedan kes lêm debin be palewan u em nûsîne be
(xiyanet) le qelem deden!! belam min demewê ştêk bo mêjû
binûsim.
Pêm waye baştire bo êmey kurd le her çiwar parçey kurdistan em
xake çûl bikeyn û be nûsîn radestî em çiwar wilate bikeyin û
weku gotim û dûbarey dekemewe pîrozî ewan bît!!!.
Pitire le 10 sal min enternêt be kar dehênim, boyeş salanêke
dezanim ke be sedan dûrge û (cezîre)y firoştin hen, be taybetî
le nêw deriyayî etlantîk ke nizîkî emrîkaye, dûrgekan debin be
(milik sirif) bo her kesêk bikirît, nirxîşiyan zor giran niye,
keçî rûberî hindêkiyan gewretire le kurdistan!!.
Min le gel ewe da me ke êmey kurd pirojeyekî nêw dewletî pêşkeş
be netewe yekgirtûwekan bikeyn, paş ewey palpiştî emrîka û
birîtaniya misoger bikeyin, têda bas le firoştinî em xake
bikeyin beramber kirînî çend dûrgeyekî nizîkî yek û damezrandinî
dewletî kurdistan le ser xake nûweyeke û msoger kirdinî
danpêdanî hemû wilatanî cîhan bem dewlete nûweye.
Lê rêkkewtekeş da binûsrêt pêwîste dewletekanî kiriyar mawey 5
sal çawerêy wergirtinî em xake bin taku kompaniya nêw
dewletiyekan cade û kolan û markît û qotabixane û nexoşxane û
telarekanî kurdistanekeman bo awedan deken.
Ew kat her kesêkî kurd herweha her şebekêk yan êzdiyek yan
qeyliyek yan her kesêkî dîke ke xoy be kurd dezanît (çunke
hindêk lewan xoyan be kurd nazanin) mafî ewey bidrêtê ke sefer
bo wilate nûweyekey bikat, lewêş şoqeyek yan xanuyek yan telarêk
(be pêy pêwîstî) bidrête ew hawlatiye û dest be cê berdewam bît
le ser heman karî xoy ke le kurdistane konekey da dekird.
Emrîka bem şêweye damezra, herweha îsrayîlş beheman şêwe
damezra, boyeş mehal nîye kurdistane nûweyekey xomanîş bem
şêweye dabmezrêt.
êmey kurd ke kurdistane konekey xoman bideyne 'ereb û tuirk û
faris û turikman û aşurî û kildan û ermen û nazanim kêy dîke,
pareyekî gewre beramberî werdegirîn, belam hîç wilatêk natwanît
em pareye be yek car dabîn bikat, boyeş detwanîn le kontirakte
nêw dewletiyeke da binûsrêt ke pareye pêwîste le maweyî 100 sal
bidrêtewe, herweha binûsrêt lem 100 sale da pêwîste dewletekanî
kiriyar rêjeyek le bodcey salaney xoyan biden be dewletî
kurdistan beramber ew hemû newt û samane sirûştiyekan da.
Lê kurdistane nûweyekey xomanîş debîn be dewletêkî bê girft, ne
'erebêk dêt û delêt: (bakûrî 'îraq) û ne turkêk dêt û delêt:
(turkekanî şax) û ne farisêk dêt û delêt: (adem xorekan)!!.
Debîn be dewlet, parey taybetî xoman debît, pasporî taybetî
xoman çap dekeyn.
Le kurdistane nûweyeke da detwanîn (hewlêr û amed û mehabad û
qamişlo)y nûwê awedan bikeyn, detwanîn bo her şarêkîş çendîn
gorstan drust bikeyn, ba her kesêkî kurd mafî ewey hebît gorî
mirduwe azîzekanî xoy bo kurdistane nûweyekî xoy bigiwazîtewe.
Min namewê zor biçime nêw wirde kariyekanî damezrandinî wilatêkî
nûwê da, belam dezanim ke mehal nîye, eger kesêkîş hebît bas
lewe biket ke eme (xiyanete) ba biriyareke bideyne destî gelî
kurd û rapirsiyekî nêw dewletî encam bideyn, ke min dilniyam
zorîney dengderan pesndî boçûnî min deken, ew kat ba
siyasetmedaran û yasanasekan û dîplomate kurdekan dest be
danûstan û (mifawezat) biken û êdî em meynete bê kotayiye be
kotayî bênin.
Le mêjewe niyazî em nûsînem hebû belam detirsam!! tirsîşm lewe
bû ke xelkanêk hebin (ke her debin) lêm tênegen û îtir bilên eme
xiyanete û xofroşiye û geme kirdine be xwênî şehîdan û karesat û
tewawî mêjûy em gele, belam le dil û naxewe delêm palderî min bo
em nûsîne tenha û tenha eweye ke minîş weku kurdêk xewin be
dewletêkî kurdî bê girift û aram û xawen kiyanêkî nêw dewletî
debînim.. îtir tenha xewnêke û pêm waye detwanîn cêbecê bikeyn û
pêm waye çendî zûtir bît baştire.