|
Ez bi xwe ji başûrê Kurdistanê me, li ser ziman gelek caran
gotin û danûstandin dihêne kirin ku em xwe li zimanê xwe
nakeyine xwedan. Berî demeke min li ser rewşa zarava kurmanciya
jêrin û bi taybet devoka Badînan nivîsandibû, lê vê carê ezê li
ser rewşa zimanê Kurdî bi giştî li bakurê Kurdistanê binvîsim ji
ber gelek sedeman.
Ziman nasname û şengistê her netewekê ye, hebûn û nebûna ziman
man û nemana zimanî kartêkrineke mezin û girîng li ser çarenivîs
û paşeroja her milletekî heye. Em zêde behsê girîngiya zimanî
nakeyin, ji ber ku piraniya kesan bi rolê zimanî di pêvajoya
kemîlîna her milletekeî da dizanin.
Lê li vir emê çend gotineka belkî dîtina xwe li ser rewşa zimanê
Kurdî li bakurê Kurdistanê têde derbaz dibît, bêjîn.
Zimanê Kurdî di nava zimanên cîhanê da zimanekê herî kevnare.
Sererayî wan hewl, rêgirtin û qedexekirinên ji layê dijminên
milletê me ve ku bi serde hatine, hêjî zimanekî ser xwe û bi
milyona mirov pê diaxavin û dinivîsin. Her wesa hêj dewlemendiya
xwe ji dest nedaye.
Lê ev wê çendê nagehînit ku xemsarî û pişt guh avêtin ji layê me
ve tune, ku ev jî binêşe û egerê nivîsnandina vê mijarê ye.
Berî demke kêm bi seredanekê ez çûm bakurê Kurdistanê, di vê
seredanê de hem kêfxweşbûm û hemjî xemgîn.
Kêfxweşî û dilşadiya min ji wê yekê hat ku min ew beşa
Kurdistanê dît û hin sedemên din.
Lê xemgîniya min jî ne xwedî derketin û lawaziya hest bi
berpirsayetiyê hember gel û welatî ji aliyekî ve û rewşa zimanê
me tê de derbaz dibît, hat.
Bigiştî ger em bên û dever-dever anku herêm-herêm lê binêrin yan
bigerîn, emê bibînin ku hin herêm hene ku zimanê xwe yê dayikê
ji dest dane, li hember wan jî li gelek deveran berovajî wê
çendê ye, lê bi dîtina min rewşa metirsîdar di astekî bilind de
ye.
Berî ku em zêde bikevin nava vê mijar û rewşê, fere bêjim eva ku
em dibêjîn ne li sertaserî bakur tê bicîkirin…
Di vê seredanê de me çendîn dever dîtin û em lê geryayîn. Êca ev
dever çi deverên tirka bin yan jî yên Kurdistanê bin.
Li gor dîtina xwe em rewşa ziman bi vî rengî li ser çend
giropekan parve dikeyin:
- Gelek Kurd hene zimanê xwe yê daykê(Kurdî) ji dest dane, û yek
peyva Kurdî yan her gotineke Kurdî jî nizanin, belku nasnama xwe
ya Kurdî ya neteweyî jî ji dest dane. Rastî ev çende merev pir
pê têşe û xemgîn dibe.
Mixabin, piştî sedan salan ji xebat û berxwedanê û qûrbanî danê
bi hêsanî yek xwe bi Kurd nezane, an jî zimanê xwe yê zikmakî ji
dest bide, ev cihe dilêşan û xemgîniyê ye. Li vir em dibêjîn:”
erê ew xebat û qûrbanî ji bo çi û ji bo kê?”.
- Yên ji van baştir ewin yên ku bi tirkî dibêjin em Kurdîn. Ev
jî tinê peyva (Kurmanc) bi mebesta Kurd dizanin, bêjin. Ev jî
nişanên başiyê ne hember yên berî niha me gotîn.
- Paşan, giropeke din tê ew jî ewin yên ku zimanê wan pir
tevlîhevî zimanê Tirkî bûye, anku pir peyv û gotinên Tirkî
ketine nava zimanê wan… lê her çewa be ev jî başe, ji ber ku ew
hêjî bi Kurdî xeber didin…
- Giropa din, yaku herî baş ewe ku hêjî bi Kurdî diaxivin di
rûniştin û kombûnên xwe de û ziman û gotinên wan pir zelal û
pakin, lê ev jî kême.
Li ser van giropên me diyarkirîn, girînge bêjîn ev kîj nifşin û
çînên civakî ne:
- Nifşê kal û çîna ne xwendewar û yên di bajêrên Kurdan de kar
diken, zimanê wan zelal û pake. Her wesa di nava xwendewarên li
Kurdistanê jî dixebitin yan jî ji malbatên xebatker Kurdperwrein
dîsan wan jî zimanê xwe ji dest nedane.
- Nifşê ciwan(law – xort), çîna xwendewar, karker (bi taybet yên
li bajarên mezin û geşt û gozarî yên Tirka) kar diken, ziman ji
dest dane yan jî tevlîheviyeke ecayêb di ziman de çêkirine.
- Nifşê nû, anku zarok, yên ku li bajarên mezinên Tirka yan jî
di malbateke karker da be wan zimanê xwe ji bîra kirine. Pêxemet
wê yekê ku da bikarin jiyana xwe li wan deran bibene ser
sererayî hebûna hijmareka zor ji Kurdan li wan cihan. Lê egerê
serekî xemsariya malbatên wane bi dîtina min.
Li gelek ciha, me dît û bihîst çendîn xort û ciwanên Kurd bi
Tirkî bi hevre dipeyvîn(mixabin), lê dema dizanîn ku em Kurdin
bi Kurdî (evca cî bi zimanekî lenger yan normal) bi mere
dipeyvîn, lê di dema arastekirina gotineke bo hevdû dîsan
werdigerand Tirkî.
Yan bavek heye bi kurmancî dipeyve, lê zarokên xwe fêrî Kurdî
nekirine, bi bihaneya xwendina wan bi Tirkî bû, dost û hevalên
wan li derveyî mal Tirk bûn yan Tirkî zan bûn ….. lê ji bîra kir
ku di malê de wan hînî zimanê wan bike.
Yan Kurdek zimanê xwe ji dest didet bi bihaneya wê yekê ku
zimanê fermî û yê karî Tirkî ye….
Li vir em dibêjîn bila Tirkîzan bin, lê bila zimanê xwey ê
zikmakî jî bizanin û pê biaxivin pêxemet hebûn û mana ziman û
mayîna nasnama netewî.
Lewra fere ji zarokan heya ciwan, jin, kal, xwendevan û kesên
berpirs di vî biyavî de anku rewşa zimanê Kurdî de karbiken û
zimanê xwe sax û zindî bikin û her tiştê bikeve ser millên wan,
pêkbînin.
Bila ji niha pêve em pêkve xebat bikin ji bo:
- Zarok divê ji aliyê dê û bavan ve bên hişyarkirin û
perwerdekirin. Wan hînî zimanê Kurdî bikin, girîngî û buhayê
zimanê wan ji wan re bêjin ji bo paşerojê.
- ciwan xwendekar û karker divê ji bo zimanê xwe buha danin û
biparêzin û xebat bikin ku zimanê xwe ji bîra nekin û ji dest
nedin pêxemet hinek bihaneyên bê şengiste, bila hewil biden ka
çewa ew şareza ne di axaftin û nivîsandina zimanê Tirkî de, bila
wesa xwe hînî zimanê Kurdî jî bikin. Ev ne tiştekî pir zehmete
lê tinê hezkirin jêre divê.
Bila çi kes şaş famneke ku zimanê dayikê merev kêm dike, yan paş
ve dibe, belku merev mezin dike di çavên herkesî de.
07-09-2009 / Duhok
|