DespêkNivîsPertûkWêneVedioFindî FontLînkTêkelîMêvanname 01/22/2010

 

 

 

Bikarînana intirnêtê û çend dîtinek

 

(Top Malperên Kurdî Li Iraqê)

 

   Hekar Findî


Salane malpera Elêksa (alexa.com) lîsteka rêzbendiya vekirina malperên intirnêtê berhev û belavediket, malpera Elêksa malpereka taybet û bawer pêkirîye diwarê diyarkirina rêja bikarînana malperên intirnêtê li cîhanê .

Li gor lîsta eve sale ku ta rêkeftî  (15.12.2009)ê bikarhênerên malpera bixwe ve girtîne, li seranserî îraqê 100 malperên herî zêde têne vekirin hatîne diyarkirin. divê rêzbendê da hinek layenên wê dilxweşkerin lê ji aliyekê dîn ve hinek xalên berovajê wê hene.

Layenê dilxweşker ewe - her çende divê baştir baye - ku dinava van 100 malperan da (14) malperên kurdî chـ digirin, ji wan (malperên nûçe, kumpîyuter, huner, xizmetgozar, hemereng)in.

Hember vê çendê hijmara herî zêde bûye para malperên hev niyasînê û filma û yariiya , her wesa malperên dagirtinê, ku nêzîkî  70 malpera ne li seranserî îraqê .

Eve jî wê çendê diyardiket ku bikarhênerên intirnênê li seranserî îraqê demê xwe yê bikarînana intirnêtê digel malperên dûr ji pêzanîn û mifayî derbazdiken. bikarhênerê kurd jî jivê çendê neyê bê bare, eve jî cihê diltengîyê ye ku xurt û lawên me demê xwe bikarînan van cure malperan derbas diken.


Eêjayî gotinê ye ku malerên kurdî ev rêze bixwe ve girtîne divê rêzbendê da, di rêza 20 : kurdiu.org û 23 : peyamner.com û 26 : pukmeda.com û 32 : awene.com û rêzên (32- 38- 46- 49- 59- 60-69-77-81-93-99) bûyne para malperên kurdî.

Ev nivîs di rojnameya Cavdêr de hijmar (102) hatiye weshandin

   

 

© 2008 Findi.Info    | info@findi.info |