DespêkNivîsPertûkWêneVedioFindî FontLînkTêkelîMêvanname 05/29/2010

 

 

 

Bila li ber çav bête wergirtin (1)

 

Logoyê Hikumeta Herêma Kurdistanê

 û berilahîya bikarînanê

 

   Hekar Findî

 

Divê goşê da dê çend têbînî û dîtinên cuda cuda yên biccûk u girink li ber cav wergirîn û deyine diyarkirin... hîvîdarîn bi van kurte nivîsa bişêyîn xizmetekê bikeyn û ber başîyê ve karên xwe bibeyne pêş.
 

Bi dirêjiya dîrokê û li cîhanê giştî û li her derê desthlat, dezga, rêkxiraw...htd bi nîşanekê yan kurte peyvekê hatîne niyasîn yan pê têne niyasîn. îro ev çende bûye pêdviyek anku fere, ger ne! bikêmasî tête li qelem dan.
Pêtvî ye her dezgehekî nîşan (arim – logo) yekê taybet bixwe ve hebît ku yekser pê bête niyasîn, hêdî hêdî me li kurdistanê jî giringî ya vê çendê zaniye û dezgehên fermî û yên ne fermî (nîşan) armê xwe yê taybet heye û cihê xwe dinav xelkî da girtî ye û pê tête niyasîn.

Lê şaşî û têkişêlandineka intîke li dev me heye ku ez bawerim li çi ciha nîne.
da ku em gelek dirêjnekeyn û êkser piçîne dinav babetê xwe da dê behsê çend nimûnekên berçav û destinîşankirî keyin, yek jiwan bikarînana armê hikumeta hermê ye (hikumeta herêma kurdistanê).

Eger em bên û li bikarînana vî armî binêrîn dê bînîn li her derê û li her cihî ber bi çav di kevît (eve jî şaşiye û qed ne ya diroste) raste arim arimê hikumeta herêmê ye wêr dam û dezgehekê hkumى girêdaى vى armى ye lê çewa hikumetê armekê taybet heye her wesa her wezaretekê jى armê xwe îê taybet heye.

Anku fere lêzivrînek di bikar înana vî arimî da bête kirin, her wisa hindek binema û merc bo bêne danan.
 

Bo nimûne : 
Ger nivîsareka (civata wezîran) yan (wezareta dad) yan (parêzgeha dihok) yan ( bajêrvaniya dihok) yan (lijna pizîşkî) – çi mebes me pê nînin tinê wek cêwazî di fermangeh û karan da – û (gelekên dî) dê heman arim liser kelîşên wan bînî û ji dûr ve dê bêjî eve hemî j êk dezgehـ derketîne ta ku mirov naveroka wan nivîsara nexwînt nizanît ji kîjan dezgehـ derketiye.

Her wesa tabloyên dam û dezgehên mîrî jî dê bînî piraniya wan bi arimê hikumetê hatîne xemlandin û arimê wezareta wan piştguhveـ hatiye havêtin.
dîsan belavok û pertûkên ji layê wezaretan ve jî têne çapkirin dîsan arimê hikumetê liser tête berçavkirin. û gelek nimûne û karên dî ku hemî bi vî arimî têne xemlandin , rastî eve gelek ya şaşe.

Lê fere bêjîn ka kenkî û çewa mafê van wezaret û damûdezgehane arimê navbirî bikarbînin....ewjî li demê pişkdarîkirinê di hilkefteka navneteweyî da yan di pirojekê mezin û giring yê navxoî da ku li tenşt yan hember arimê wan yê taybet arimê hikumetê jî bête berçavkirin. yan ew kar yan bizav nûneriya hikumetê biket yan jî yan rûyê hikumetê nîşanbidet wek gişt hikumet.
---------------------------------
di rojnama evro (hjimar : 460 - 23.05.2010) da hatiye weşandin, her wesa di malpere KurdPortal de

   

 

© 2008 Findi.Info    | info@findi.info |