Parêzeyî (Al-Hasane) cure parastineka yasay û siyasî ye dinav
bera welatanda di çarcûvê yasayên navneteweyî da hatiye
rêkxistin, parêzeyî ya diblomasî wekî yasayeka navneteweyî hate
niyasîn piştî ku li ser rêkeftîn di kongirê vîyena yê
peywendîyên diblomasî da li sala 1961ê.
Lê parêzeyî ya diblomasî wekî zarav... bu wan kesa tête
bikarînan ewên ji layê welatekî ve dihêne hinartin bo welatekî
dî anku bo wilatekî biyanî û li wî welatê biyanî akincî dibin,
ku li gor vê parêzeyî yê ew her lijêr desthilata yasaya welatê
xwe dimînin bêy ku yasa welatê biyanî li ser wan bête bicihînan,
ev çende bo wê êkî hatiye ku da ew ew bikarît birêk û pêkî karên
xwe encam biden. Anku ew di azadin jilayê yasa wî welatî ve anku
ew lê di akncî, lê diheman dem da ev azadî ye yan parêzeyî ye wî
mafî nadete wî kesî ku serpêçiya yasayên navxoyî biket her wekî
dilê wî bixazît, belku ev parêzeyî ye li gor hindek binema û
mercan bi wî tête dan anku ya bend kiriye.
Em dişêyîn bêjîn ku hinartîyê diblomasî cudahî ya wî heye ku yê
parastîye û xwedan parêzeyî ye di gelek biyavan da wek : (Nabît
ew û xêzana wî bêne desteserkirn, Nabît mal û kelûpelên wan bêne
pişiknîn kirin, Nabît xwîk liser wan bête selmandin, Nabît bêne
rewanekirin yan gazîkirin bo dadgehê, Yê azade di hatin û çûnê
da, Û gelek maf û parêzeyên dî).
Lê her wek me berî nuke jî daye diyarkirin, ev parêzeyî ye jî ya
destinîşankiriye di çarçuvekî da anku hindek bend li ser hene, û
ji layekê dî ve li ser têkelî û rêkeftinên dû layenî radiwestît,
anku dibît dû welat li ser hindek xal û mafa rêk kevin digel
welatên dî ew xal û maf nebin. eve wê çendê digehînît ku
parêzeyî ya diblomasî ji welatekî bo welatekê dî ya cêwaze lê
dihndek xalan da. ev çende jî bo wê çendê dizvrît ku êk ji
jêderên yasa navneteweyî rêkeftin ne.
Bend û sinûrên parêzeyî ya diblomasî
Sererayî cudahî û parêzeyî ya wî fere ser wî il gor yasayên
navneteweî û rêkeftinên diblomasî ew yê pabendibît bi yasa û
rênmayên wî welatî, her wek me amaje bi bendên li ser parêzeyî
ya diblomasî kirî, dê bi kurtî hindek xala rûnkeyin ka çewa û ta
çi rade ew parêzeyî ya karîgere:
Bo nimûne: li ser xala (desteserkirinê) ku nabît bi çi renga
bête desteserkirin, lê ger hat û hinartîyê diblomasî bi mebest
kiriyareka ne dirê da encam da anku serpêçiya yasayên wî welatî
kir û bin pê kirin . divî demîda welatê mêvandar çend rêk û
şêwên serederîkirinê hene ku reftarî digel vî hinartî biket wek
: ( Agedarkirina wezareta derve ya welatî wî hinartî, Her wesa
kesên ziyan vê ketî bo wan heye sikalayekê tumar biken ll
wezareta derve ya welatê xwe, ta ku wezaret jî bi rolê xwe
rabibîtin, Her wesa mafê wî welatî heye ku wî hinartî rewaneyî
welatê wî biketin,Dîsan ger hat u kiriyara wî ya metirsîdar bû
mafê wî welatî heye ku wî kesî desteserbiketin Lê nabît bidete
çi dadgehên xwe belku divêt wî radestî welatî wî biket daku
bidene dadgehê.
Rêkeftina viyena ya peywendîyên diblomasî ya sala 1961î bi
aşkirayî amaje bi van xalan daye.
derbareyî xala ( Azadiya hatin û çûnê) raste ew yê azade di
hatin û çûnê da bo her devereka wî bivêt li wî welatî lê dîsan
ger hindek dever yan cih ـ hebin ku li gor yasa û rênmayên wî
welatî qedexebin, nabît ew seredana wî cihî biketin.
Dîsan ne her welatekê ew çuwyê ew xwedan ( parêzeyî ya
diblomasî) ye, belku tinê li wî welatî lê akincî zêdebarî welatê
sîyê ku têda derbaz dibît bi mebesta qestkîrna karê xwe yan
vegeriyan bo welatê xwe, anku heke ew hinartî ber bikarî ve
biçît li welatê biyanî yan vegerîteve welatê xwe wî li wan
welatan ewên ku têde derbazdibît heman parêzeyî heye.
Çi kes xwedan parêzeyî ye ?
Li piraniya welatan kargêriya wezareta derve ya wî welatî salane
yan her şeş mehan carekê lîstekê amade diket ka kî xwedan
parêzeyî ya diblomasî ye li dev wî, her wesa her welatek lîstekê
binavê hinartî û fermanberên xwe yên divî warî da kardiken
rewaneyî wî welatî diken ji bo karê pêtivî.
Kengî ev parêzeyî karîger dibît û bi dawî têt?
Her hinartiyekê xwedan parêzeyî li demê derbazî axa wî welatî
dibît ew parêzeyî ye garîger dibît û jê bêbar dibît demê jê
derdikevît, her wesa li demê karê wî li wî welatê bidawî têt.
Li vêrê fere bêjîn ne her kesê xwedan pasporta diblomasî yan
divî warî da kardiket ew xwedan parêzeyî ya diblomasî ye, belku
her kesek diwarê li welatekê taybet û bo demekê diyarkirî.
Derbareyî pasporta diblomasî, wekî berî niha jî me diyarkirî ew
ne xwedan parêzeyî ye heke li wî welatî karneket yan navê wî di
lîsta diblomasiya da nebît li wî welatî.
* Mafperwer