Mezine
giyanewerên ruîvî û gurgan kombûnek kirn u biriyar dan ku heweka
desteserkirnê encam biden u bu pêkînana vê meremê kom komên
hevalên xwe bêxine nav rêyên daristanê û her giyanewerekê hatin
û çûnê biket yan bikevîte di rêka wan da desteserbiken.
Li aliyekê
daristanê şêrek dirêka xweda diçû, lê ji nişkekê
ve hind xwe dît yê dinav komeka rûvîyan da. Berî şêr ji wan
pirsiyar biket ka ew çi diken, ser komê rûviya gotê: Ha mam ji
kîve û bû kîve? şêrî
gotê minê
gotiba we hûn li vêrê
çi diken? Ser komê rûviya lê
vegêra û gotê: Ezê
ij te pirsiyar dikem bersvê bide? şêrî
gotê welat welatê mine ez paşa me ne hûn ij min pirsiyar diken
ez ji we pirsiyar dikem kanê hûn çi diken? Serok komê rûviya
gotê: Bo me biriyara hatî her giyanewerekê bibînîn dê desteser
keyin. şêrî
gotê:
çewa?! kê biriyar daye? û ji bû çi merem, tiştê wisa nîne, kê
gotî ye? Eve çi biriyare qed nabît. Serok komê rûviyad gotê:
Gelek dirêj neke tuyê desteserkirî, ka were da biçîne şikeftê
dev meznê me (Çirto)y. Bi her awayî şêrê me birne dev (Çirto)y.
Di wan dema da
(Virto) mezinê
gorga hat, ji wê koma rûviya pirisî ka çi heye çi nîne. rûviya
gotê: Gortiyek me yê hey û (Çirto) yê
vekolînê digel diket. (Virto) çû dev
(Çirto)y di şikeftê
ve, lê demê bi jûr ketî û dîtî şêr
girtîyê wane, gotê eve çiye? ne wisa jî! şerme, eve paşayê me ye
mezinê meye, başî û xizmeteka baş ya bû daristanê kirî, bila
biçîtîn azadke.
Mezinê rûvîya
(Çirto)y
gote şêrî: Dê here vê carê min tu azad kirî bo xatira (Virto)y,
lê hatin û çûnê nekey heta em biriyarê dideyin.
Rojên xizmet û
paşatî û rîzgrtina wî hatine hizra şêrî û got: Ne, ez hatin û
çûnê nakem, belku dê barkem û çime welatekê dî, cihê min li wî
welatî nema ew welatê (Çirto) min digrît û (Virto) min berdidet.
Ev nivîs
di rojnameya
Cavdêr de hijmar (100)
hatiye weshandin, her wesa di Malpera
Pena Kurd de