|
Derkirina yasa karê rojnamevanî li kurdistanê hijmar 35 ya sala
2007ê ji layê perlemanê kurdistanê ve kar û pêngaveka pîroz bû,
lê her pêngavek di biyavekê wekî rojnamevanîyê da, bê goman dê
pêşberî dîtin û têbînî û gile û gazindan bît.
Daku gelek dinava pêşekîyê da neçîne xwar û babetê xwe yê serekî
jibîr nekeyin, dê êkser ber bi naveroka yasa navbirî ve çîn û dê
layenên wê yên erênî û nerênî zêdebarî xalên hevdij yan ewên ne
pêdvî bi kurtî û ligor dîtina xo weke rojnamevan û mavperwer
diyar keyin.
Pîrozî û xala here giring derkirina vê yasayê ye, ku eve dê
binecihkirin û bicihînana yasayên dî yên sizayî têxîte layekî
heke hat û di çarçûvê vê yasayê da cih hate dîtin, ji ber ku wek
rêsaya yasayî bo me diyardiket ku (taybet ya giştî dihelweşînît)
Layenên Erênî
Li gor vê yasayê û bi taybet li gor madê êkê, birga çarê, mafê
derkirina weşana bû her kesekî hatiye diyarkirn, anku bo her
kesekî heye belavkiriyekî derbêxît. her wesa li gor birga pênçê
ji heman made daxstina rojnaman jî hatiye qedexekirin.
Li cihekê dî, xaleka dî ya erênî tête pêş, wek madê heftê, birga
pênçê, ku rojnamevan jî weke fermanberekê mîrî hatiye hjmartin û
her zêdegaviyek yan dest dirêjiyek di derheqê wî da bête kirin,
dê mafên wî wekî fermanberekê mîrî bin beramber yasayê.
Paşan xaleka dî tête diyarkirin ku bi dîtina min xaleka gelek
giringe bo dabînkirn û parastina mafên rojnamevanî beramber wî
dezgehê lê kardiket, ev çende jî di birga heftê ji heman made da
hatiye ku dezgehên ragehandinê pêgîr diket li ser dabînkirna
hemî mafên rojnamevanî li gor yasayên karpêkirî û girêdana
girêbesteka pesendikirî jilayê sendîka rojnamevanan ve. li vîre
em dişêyîn pêjîn, ku piraniya rojnamevanên me bê girêbest
kardiken, çi mafên wan liser dezgehên wan nînin ji layê yasayî
ve, lê ji bo karîgerîkirina vê xalê fere rojnamevan û sendîka
rojnamevanan bi rijdî karbiken û vê xalê bêxine diwarê karkirinê
da û karîger biken.
Paşan çend mafekên dî bo rojnamevanî hatîne dabînkirin di birgên
(heşt û nehـ
û dehـ)ê
da ji heman made, ku li gor vê yasayê heke hat û rojnamevanî çi
destiwîrîyên nurmal ji dezgehê xwe wernegrtin , muçê heyvekê bo
tête dan. her wesa yasa dezgehan jî pêgîr diket ku mezaxtîyê
çareserkirina rojnamevanî ji layê tendirostî ve bi stûyê xwe ve
bigirin egehat û li demê karkirinê yan di rêiya karî da ziyan û
nexoşî gehştê.
Xaleka dî ya erênî ewe ku bi aşkirayî reng û şêwazê sizayê li
ser rojnamevanî tête sepandin hatiye diyarkirin ku ewjî serbjêrî
(xirame) ye.
Layenên Nerênî
Xala nerênî ya berçav û giring ewe divê yasayê da ku cî siza bo
wî layenî nehatîne dan ewê dibîte rêgir beramber nedana
pêzanînan bo rojnamevanî, vê yasayê mafê dana pêzanînan daye
rojnamevanî her wek di yasayê da hatiye (mafê rojnamevanî ye
pêzanînên girêday hawlatiyan û yên peywendî bi berjewendiya
giştî ve heyin bidest bêxît).
Dîsan hindek amaje û xalên tirsnak diyasayê da hene wek di madê
heştê, birgên êk û dû da tête dîtin, ku d birga êkê da hatiye
diyarkirin, ku li demê pêrabûnên yasayî beramber rojnamevanî
têne wergrtin, sendîka dê ête agehdarkirin, paşan di birga dûwê
da têt û diyardiket ku nabît vekolîn digel rojnamevanî bête
kirin her wesa cihê karê wî û mala wî bêne pişiknîn kirin bêyî
biriyara dadwerî û bo neqîbê rojnamevana yan nûnerekê wî heye
divekolînê da berhevbît.
Tinê rawestiyaneke serpê, mebest ji bo pêrabûnan çiye? erê ma
girtinê (tewqîf)ê jî bi xwe ve nagrît ev peyva hinde berfrehـ
wesa hatiye sepandin ku tinê sendîka dê ête agehdarkirin ewjî
piştî pêrabûn têne encam dan. erê mifa jê çiye?
Derbareyî birga dûwê, dibêjîn li gor hemî yasa û rênimayan û di
pêşiya wan de jî destor mafê parastina mal û ciha diket, ku
nabît bîyê biriyara dadewrî çi mal yan cih bêne pişiknînkirin.
xala dî ya giring li vêre ewe ku hatiye (bû neqîbê sendîkayê
heye), anku eve nekiriye merc ku divêt neqîb yê berhevbît, belku
tinê têda hatiye (bo wî heye).
Her wesa hejî gotinê ye ku hindek xal pêdivî bi amajekirinê
nebûn ku bêne diyarkirin û nivîsîn di yasayê da, lê wek diyar
wan yasadaneran mebest pê hebûyîne ku ji layekî ve yasayê pê
dirêjbiken û ji layekê dî ve jî rojnamevanan pê serdabiben. wek
madê dû di brga sê da amaje bi mafê nihênîkirin û nediyarkirina
jêderên rojnamevanî hatiye dan û paşan êkser têt û di dete
diyarkirin ku heke yasayê jê xwast wî mafê nihênîkirin u
nediyarkirinê namînît. dîsan û bi heman mebest û armanc û gotin
lê bi şêwekê kurt tir ev çende di birga sîyê da ji madê heftê
hatiye dûbarekirin.
Hevdijîyên di Yasayê da
Madê dû, birga sîyê mafê nihênîkirin û nediyarkirina jêderên
rojnamevanî didet, lê êkser û li diwîvra têt û dibêjît ( lê heke
dadgehê berovajî wê xast), anku ew mafê nihênîkirinê namînît, li
vêre fere bêjîn, kî dê vekolînê li ser rojnamevanî veket û
pêdaçûna wê skalayê ket? erê ne her dadgehe? eger mafê
nihênîkirinê beramber dadgehê nebît, erê ew maf boçî hatiye dan?
weke din rojnamevan dişêt hember her kesekî yan dezgehekê dî
jêderên xwe nihênî pêlît, lê ya giring dadgehe, anku fere yan
bila mafê nihênîkirinê nedabayê, yan jî jinavbirina mafê
nihênîkirinê nekirba.
Layenên Nediyar û Veşartî
Madê dûwê birga dûwê, dibêjît mafê bidestveynana pêzanînan heye
li gor yasayê, erê kîjan yasa? heke hat û ev yasa ye hate binpê
kirin wek nimûne hindek birgên wekî (heft, heşt, nehـ
dehـ)
j madê heftê, erê çi sizayek bo wan dezgehan heye? yan bo kê
heye sikalayekê dijî wî dezgehî tomar biket? berovajî wê çendê
ku li çend cihan bi aşkirayî maf daye ziyanvêkeftî û daxwazkerê
giştî sikalayê tomarbiket.
Bi giştî û bi rengekê rûn û aşkira desteserkirina rojnamevanî
divê yasayê da nehatiye sansor kirin yan qedexekirin, her çende
amaje jî bi sizayê desteserkirinê ne hatiye kirin. lê fer bû ev
çende hatiba rûnkirin û aşkira kirin, lê hindek made û birgên wê
amajê dikene desteserkirinê, lê ne bi rengekê rastewxwe,
zêdebarî têbînîkirna me ya liserî ku ew yasaya bê bihaye ewa
siza ji bo binpêkirina wê nebît.
Pêşniyar û Rasparde
Li dawîyê fere hindek pêşniyar û raspardeyan bideyne diyarkirin,
ji bo wê çendê ku li demê rastvekirin û pêdaçûna vê yasayê tête
kirin li ber çav bêne wergrtin, ji wan:
- Fere ew peyv û birgên hatîne dûbarekirin, bêne ladan.
- Ew xalên nediyar û veşartî, pêtir bêne rûnkirin û
aşkirakirin.
- Pêdvî ye sizayek bo wî layenî bête danan ewê dibîte rêgr di
rêga rojnamevanî da li demê bidestveynana pêzanînan.
- Fere ew kiriyarên hatîne gunehkirin (Tecrîm) anku ewên
rojnamevan pê gunehbardibît baştir bêne rûnkirin û diyarkirun,
anku bêne pênasekirin, da ku ji bo destinîşankirin û
pênasekirina wan nevegerîneve ser yasayeka dî.
- Fere navê pişka parêzeyî ku binavê (Piştevanî - Hesane) bête
guhertin û ew peyv liser nemînît, ji ber ku çi piştevanî û
parêzeyî têda nîne, tinê dumahîk birge nebît ku bi sadehî û
sivikî renge piştevaniyeke.
* Mavperwer
|