|
şer ew milmlana çekdarî ye ku dinavbera giropên çekdarî da yên
rêkxstî riwîdidet, evca çi ev hêzên çekdarî yên rêkxstî bin çi
leşkerê fermî bin yan ne fermî bin divê milmlanê da hemî rengên
hîzê û çekî duhêne bu karînan dinavbera wanda ji bu serkeftinê û
berevanîkirinê.
nivîserê leşkerî yê binav u deng (kiluze
wîc) şer usa pênasekiriye ku (şer
dmahîk rêka siyasî ye j bo parstina jiyana gelê xu û b
destveynan u bchînana daxaziyan).
herwesa feylesuf((can cak rusu)) d pertuka xuda ((hevbenda civakî))
gutiye ..şer ne peywendiyeke dinavbera dû kesanda yan dû
zelamanda, belku peywendiyeke dinavbera dû wilatanda..
şer barekê nakawe jberhndê vî barê nakaw dvêt destpêkek
udmahîkek hebît, şer destpêdket b rengekê yasayî j mêjuwiya
agehdarkirnawê b şêwekê fermî lduv disturî efejî j dewletekê bu
dewleteka dîtir cudaye yan şer destpêketin b encamdana şerî ku
eve bê agehdarkirne b şerî evejî jbwendê ye ku ç demî nedete
layenê dîtir ku xu amade biketin bo şerî.
l vîre dî b kurtî hndekê l ser şerî deyne diyarkirn.
Egerên peydabûna şerî
her şerekî çend egerên rastewxu û nerastewxu hene anku diyar û
veşartî ku gelek caran b bhaneya egereka diyarşer serhldet lê
merem û egerên serekî nediyarn anku veşartîne. lê b rengegê
giştî u bikurtî em dşêyîn egerên şerî dvan xalan da bideyne
diyarkirn:
- mlmlanên snurî , mîna mlmlana dinav bera s'udiye u mîrnşîngeha
ebu zebî, lê ev mlmlane hemî dema na gehîtewêradê ku şer
rûbiden, lê gelek caran jî wekî dgehîte şerî mîna şerê lubinan u
îsraylê. lê gelek caran stur bhaneyeka diyare bo şerî lê meremên
veşartî u nediyar u ne aşkira lpeî uî şerî ne.
- mlmlanên li ser samanê sruştî û
aburî dhênekirn.
- şerên ayînî mîna wan şerên li çerxên
navîn u kuvn hatîne ruîdan, ev renge şere bi
bhaneya belavkirn u bchkirna aynî yan rêbazeka taybet j aynî
dhêne encam dan bû nimûne ew şerên li
çerxên şazdê û hevdê li ewrupa hatîne
encam dan..
- şerên azadyê, kelek caran bi navê
şerên neteweyî jî dhête binavkirn mîna şerê kurdan li
hember rjêma 'îraqê.
- mlmlanên kesayetî, ku dçerxên kevn da gelek caran mlamlanê,
kesayetî d nav bera dû padşahan da yan dû serkirdeyan da buwiye
egerê encmdana şeran, her wesa hêz û ptirbûna hezkeran bu padşae
û serkirdan jî buwiye sedemê peydabûna şeran dkevn da.
çewaniya binavkirna şeran
şer bi gelek rêk û şêwazan dhête
navkirn, ji chekî bu chekî , ji
rewş u egerên şerekî bu şerekî cudahî heye dinavlêkirna şeran
da, li jêr dçend xaleka da bikurtî dê
deyne diyarkirn:
1- bI navê wan serkirdan ewên b şerî
radibn wekî şerê nabilîunî.
2- binavê wan mlletan ewên pişkdarêî dşeranda dken wekî şerê rus
u tirkan.
3- şer binavê mêjuwiya salekê dhête navkirn ewa şer têda
ruwîdet.
4- binavê welat ubajêran şer dhête bi
navkirn anku ew welat yan bajêrê şer têda ruîdet, wek şerê
vêtinamê.
5- şer bi mawekî di
hête navkirn ewê têda ruîdaî, wekî şerê iktuberê ewê di
nav bera misir
û suriya û îsraylê da ruwîdaî..
6- şerên cîhanî ku piraniya welatan pişkdardîn di
wî şerî da.
Meremên şerî
sererayî hebûna qurbaniyan û têkdana rewşa aram u gelek warên dî
yên jiyanê, lê şer gelek caran bûye rêkek ku merem û armancên
layenekî pê dhêne çarekirn û iêklakirn piştî hemî rêkên
danustandinê bi dumahîk dihên.
her wesa gelek caran şer dibîte palder bo hndek zana û dahênera
bu aşkirakirn û danana dahênanêt zanstî yên nuî ku piştî hîngê civakê
svîl mfaî jê werdgirît, bu nimûne internêt ddispêkî da iêk ji
rêkên peywendîkirnê bû dinav leşkerî da dhate bikarînan paşan
kete be rdestê cvakê sivîl û hate
pêşxstin, her wesa dinava çivakî da jî
gelek caran bi egerê şerî û nebûna
kerstên pêdvî dahênan û karên nuî têne drustkirn u piştire b
rengekê pêşkeftî tir dkevîte dxizmeta xelkî da.
dîsan şer dibîte everê iêkgirtina mlletan dinav welatî da u dest
berdan jnakukyên navxuyê.
Ziyanên şerî
layenê aburî... barê wilatî jlayê aburî ve giran dibît d encam
da berhemê nel ast dhête berhemînan û bilndibûna bhayan dkevîte
bazarî.
layenê cvakî... d demê şeran da gelek bzav û çalakyên civakî û
mirovayetî û rewşenbîrî bi egerê hebûna şerî têk diçin , herwesa
di gelek kawdananda (jin – afret) neçardibît li cihê zelamî
karbiken, evca çi bi egerê ne berheviya zelaman û mjuliya wan bi
erkên leşkerî ku jin neçardibît bi wan erkan rabibn ku berî şerî
zelaman encam didanin yan jî ne man û jnavçûna zelaman bi egerê
şerî anku kuştin û birîndarbûn û ji kar ketina zelaman.
layenê derûnî...bi egerê şerî tirs û leriz û ne aramî peydadibît
ku kartêkirina derûnî li ser wî nivşî diket ku wan dîrdiêxît ji
jîyaneka aram û saxlem.
Cur û rengên şerî
şerê hemelayî - seranserî:
ew şere ku pitir ji welatekî (dewlet) ekê têda pişkdar dibn û
şiwînwarên wêjî pitir ji dewletên şerker bi xwe ve digirît û
operasyonên wê li cihên cuda cuda dihênekirin û di vî şerîda
kesanên sfîl û leşker têda beşdardibn herwesa divî cure şerîda
karînana zaravê (şerê hemelayî – seranserî) ji bu hindê di ête
karînan ku bête cudakirin ji şer û milmlanên leşkerî.
şerê sar :
bu êkem car ev zarave hatiye bi karînan li sala 1947z ji bu
derbirîn ji wê peywendiya dinavbera koma dewletên rojhelat bi
serkirdatiya êketiya soviyeta berê û koma dewletên rojava bi
serkirdatiya wilayetên êkgirtyên emrîkî piştî şerê cîhanî yê
diwê.
ji diyardeyên vî şerî ewe ku birîna peywendyên diblomasî û aborî
bê ku bi gehîte radê bi karînana hêza çekdarî, di mawê şerê sar
da dewlet berev çêkirna hevpeymanyên leşkerî diçin, bu nimûne di
mawê şerê sar yê berdewam ji sala 1947 ta 1990, çendîn
hevpeymanyên leşkerî hatine rêkxstin wekî (warsu, etlentî) û
gelekên dî. di mawê şerê sarda ku dewlet berev hevrikiya çekdarî
û pêşêxistina çekî diçin.
şerê navneteweyî:
ew şere yê hemî layenên pişkdar di şerî da dewlet bin anku
kesayetiya yasayî ya navneteweyî hebît, anku her demê layenekê
şerî ne welatekê xodan kesayetiya yasayî bîtin wek hêzeka
şoreşgêran yan berhngaryê ew nabêjnê şerê navneteweyî.
şerê ne navneteweyî:
ew şere ku êk ji layenên pişkdar di şerî da ne dewlete, ku
dihête riwîdan di navbera dewletekê û giropekê şoreşgêran ku
pîraniya caran di nav bera dewletê û herêmekê da di hête riwîdan
ku wê herêmê divêt ji dewletê cuda bît, û ev şere yê ciyawaze ji
şerê navxo ji ber hebuna dewletê divî şerîda.
şerê navxoyî:
ew şere ku dihête riwîdan dinavbera xelkê herêmeka diyarkirî li
ser axa dewletekê, merema wê yaserekî ewe ku gihurîna sîstemê
hukmî ye, bê ku çêkirna dewleteka nû ye.
şerê dadwerane:
ev şere dihête riwîdan di hindek barên diyarkirîda ku ji layê
yasayî ve ku hatîne dest nîşankirin ku girêdayine bi hindek
barên diyarkirîve ewjî li demê berevanîkirna şerî ya kesayetî
yan têkirayî ve eve li dîf madê(51) yê peymannama neteweyên
êkgirtî û herwesa li demê asayşa kûmekî eve li hemî baran nahête
cêbecêkirin belku di hindek barên diyarkirîda dihête cêbecêkirn
li demê barekê dojminayetî hebît dewletekê li ser dewletekê....
şerê dojminkarî:
ev şere dihête riwîdan bi serpêçîkirna pirnsîb û binema û bendên
yasaya nîv neteweyî û neteweyên êkgirtî bi taybet madê(2\4) ku
taybete bi rêpênedana bikarînana hêzê di peywendyên nîv neteweyî
da.
Yasa û şer
yasayên şerî êk ji erkên yasa navneteweyî ye ku hindek xal û hêl
hatîne destinîşankirn bu layenên şerî anku li demê milmilanên
çekdarî yên di nav bera welat û hêzên (((yaxîbuî)))) da... her
wesa bu şerên navxoî jî lê ne bi wî astî wekî yê dinav bera
welatan da.
egerên peydabûn û danana van renge yasa û rênimaya anku xal û
hêlên sur bo şera jiwê çendê hatiye ku li demê şeran gelek
ziyanên mezin li her dû layenan di kevin evca çi di warê wan
kesên ne şerker da bîtin yan di layê kesên şerker dabîtin.
êkem yasa di warê şeran da atiye nivêsîn li çerxê hevdê bû demê
feqîhê hulendî hucu giroşîyos pertûka xwe ya binavê ( yasa şer û
aştyê) danayî.
ji yasa û rêkeftinnamên cîhanî yên girêdaî şerî (ragehandina
parîsê, rêkeftinên derencamê kongirên lahay dinav bera salên
1899 ta 1907 , rêkeftinamên cinêf 1864 û 1906 û 1929 û 1949).
lê bi giştî ji yasayên wisa nînin ku bêjîn hemî welatên cîhanê
li ser rêkftîne, her wesa hindek ji wan yasa û rêkeftinama jî di
naveroka xo da diyardiken ku ew layen anku welatê îmza nekirî li
ser rêkeftinamê ne yê pêgîre.
lê dîsan ji layekê ve hindek çek û amraz û rêkên ziyanpexiş têne
qedexekirin li ser astê cîhanî ku nabît bêne bikarînan di şeran
da û berovajî wê ew welat dê berpirsiyarbin di demê bikarînanê
da.
her wesa serederîkirina digel şerkerên dîl û birîndar hatiye
rêkxstin ji layê yasayî ve her wesa kesên sivîl anku kesên ne
şerker û cihên ji peywendî bi leşkerî ve ne, lê dîsan ev yasa ye
jî bi wê çendê ve girêdaye ku ta çi rade ew layenên şerî pêgîrin
bi wan rênima û biriyara ve.
her wesa dadgeha tawanên navneteweî jî hatiye damezrandin, lê
fer bêjîn ka çewa û kenkî ev dadgehe xudan biriyare u di şêt li
kêşeyan binêrît. li wî demî piştî dadgehên navxoyî neşên
kêşeyekê çareser biken û êk la biken. ger hat û ziyanên mezin
hatibine encamdan wek binbirkirna nejadî yan tawanên dijî
mirovayetîyê.
ev dadgehe ya serbixoye li sala 2002ê hatiye damezrandin, û
baregayê wê yê serekî li welatê hulenda ye, pitirî sed welatan
li ser yasa û peyrewê wê yê navxoyî îmzakiriye.
berî damezrandina vê dadgehê çendîn dadgehên taybet hatîne
damezrandin bu êklakirina çendîn kêşeyan, lê her dadgehek bu
kêşeyekê bûye û piştire dihate helweşandin.
her wesa dadgaha dad ya navneteweyî jî heye, ev dadgehe ser bi
milletên êkgirtî ve ye. ev dadgehe li sala 1945ê hatiye
damezrandin û baregayêwêyê serekî li bajêrê lahay – welatê
hulenda ye.
ev dadgehe li wan kêşeyan dinêrît û êk la diket ewên jilayê
welatan ve têne hinartin bu ber destê wan, her wesa dezgehên ser
bi milletên êkgirtî ve jî şîretkaryê jê distînin.
şer bi şêwazekê yasayî bi van renge curên li xwarê diyarkirî bi
dumahîk dihêt:
- ragirtina şerî bi harîkariya layenên biyanî û derve û bestina
girêbesteka aştî û pêkhatinê.
- jinavçûna layenekê şerî û bi serve berdana xakê wan li ser
xakê layenê serkeftî, anku ji navçûn û nemana layenekî û ketine
jêr desthlata layenê serkeftî.
mifa ji van jêderan hatiye wergirtin:
- almadxal fî alsuq û alcxirafiya al'skiriye, belavkiryêt
rêveberiya meşqa leşkerî - wezareta bergirî ya 'îraqî, dhuk,
2005.
- mstqbil alhrub, d.msطfî أhmd abiwalxîr, çapa iêkê , qahîre,
2008.
- alqanun aldulî al'am, 'bid alxnî mhmud, alطb'e alثaniye, dar
alnhze al'rbiye, 2003.
- malperê wîkîpîdiya.
* Bekalorîyos bi
zanstên leşkirî
---------------------------------------------
Di rojnama WAR, di sê
pişka hatiye belavekirin
Pişka êkê, hijmar (300) berperê 14.
Pişka diwê, hijmar (304) berperê 14.
Pişka sîyê, hijmar (308) berperê 14.
|