|
Piştî
bi dûmahî hatina şerê cîhanîyê dûyê, hindek wilatên nû
derkeftine ser depê şanoya siyasî li kêşwerên asiya ûu afrîqiya
ûu emrîka latînî, ku berî serxwebûna van wilatan ew li jêr
dagîrkirina welatên ewrupî bûn , lê ijber bilndibûna hestê
neteweyî yê van wilatan ji layekî ve ûu ji layekê dî, lawazbûn
ûu piwîçbûna hêzên dagîrkeran, ev wilate karîn rizgarbin ûu
cihekê ber çav bixwe li cîhanê dirost biken.
Nivîser wisa hizrdiken ku kongirê (bandong) ewê li sala 1955 li
endonîsiya hatiye girêdan despêka drostbûna giropekê nûu bû li
cîhanê birex her dû giropên dîve , giropê dewletên sermayedarî
(cîhana iêkê) ûu giropî dewletên sosiyalîst (cîhana diwê) ew jî
giropê dewletên (cîhana sîyê) bûn.
êdiyemê cîhana sîyê (The Third world) êdiyemekê nûu ye û êkem
kes evــ êdiyeme bikarînayî (elfrîd sufî) bû ewê pêşekiya
pertûka (cîhana sîyê) li sala 1956 nivîsî , diyare ku (texa
sîyê) ewê dabeşkirina civakê firensî dihzra (elfrîd sufî)da
dirost kir. Her weku dihête zanîn ku qeşe (sîs) pertûkek li jêr
navê (texa sîyê) danabû berî şoreşa firensî dest pêbiket bi dû
heyvan şoreşa firensî jî li (14 tîrmeha 1789) riwîdabû û têda sê
pirsiyar kirbûn.
1 - texa sîyê çiye? ew bixe bersvê didet (ew hemî tişte).
2 - hate nûke ew çi tuşt bû di sîstemê siyasî da? bersiv da (çi
ne).
3- divêt bibîte çi? û bersiv da? (bibîte tiştek).
Husa diyar dibît ku elfirîd sufî rih û rîşalên idiyemê (cîhana
sîyê) yê ji texa sîyê wergirtî , cîhana sîyê sêyîemîn koma
wilatên cîhanê ne bi goreyî derkeftina wan li ser şanûya mêjoyê
ji ber ku koma êkê koma wilatên sermayedarin , koma diwê wilatên
kumonîstin yan sosiyalîstin û koma sîyê ji wan wilatên nû
serbixwî ya xo wergirtî li kîşwerên (asiya û efrîqiya û emrîka
latînî).
Idiyemê cîhana sîyê çend rehendên mêjoyi û cogirafî û siyasî û
aborî û komelayetî wergirtîne , û bûye idiyemekê berbelav li
salên pênçiyan ji sedê bîstê û diyarbû ku ne bitinê idiyemekê
şêweyî û mijewî ye , belku amajê didete komeka dewletên tûşî
talan û dizîyê bûn ji layê dewletên ewropî ve û di encamda
pêşkeftina aborî rawstiya û avabûna civakî jî tûşî gelek arîşabû
, û ji ber hindê ev dewlete tûşî hindek girftêt wek hevî êk
bûyîn , di hindek xesletanda jî hevpişk bûn, nivîserê
sufîênî(lîfkufskî) di pertûka xweda (kanê cîhana sîyê ji cîhana
hevçerx) dibêjît :"demê hatî ku em kivanan li ber idiyemê cîhana
sîyê rakeyin ji berku eve ne tiştekê dirostkiriye belkû
diyardeyeke ji rasta ya heyî" .
Êk: Rehendê Mêjoyî
Kevintirîn şaristanî li ser erdê cîhana sîyê yên dirost bûyîn ,
û li ser erdê wê destkeftêt dahatêt mirovê dihemî biyavên jiyanê
da berê yên derketîn sererayî wan bizavêt hindek nivîserêt
ewropî pêraboyîn bû şêwandina mêjoya cîhana sîyê u mandelkirina
rolê wî di avedankirina şarstaniya mirovayetî yê da lê vekolînên
nû dopat diken ku çi kes neşên rolê şaristanî yên pêşkeftî li
kîşwerê asiya li ber çav wernegirît ewên mêjoya wan dizvrîte
çend hizar salan berî zaynê , dîsan li emrîka latînî jî ku li
wêrê heman şarstaniyetên kevin hene û mêjoya wan dizivrîte
hizaran salan berî zayînê ev çende jî diyar bû demê dagîrkerên
îspanî çûyîne wêrê û wan şînwarên wan şarstanî yên kevin bi
çavên xwe dîtîn nemaze (perstgeh û telar) ku jiber ciwanî û
wîrbînî û pêşkeftina wan avahiyan hêbetîyê serê wan girtbû.
herwesa kêşwerê efrîqiya dîsan çendîn şarstanî yên kevin bixwe
ve girtbûn ku êk ji wan şarstaniyetan misra kevin bû.
Li despêka çaxên nû li sedê pazdê cîhana sîyê kefte dibazinê
dagîrkerên ewropî da ji bilî hindek deverên biçûk nebin ,
sermayedariya kelturê rabirdoyî û azarkêşana dagîrkirinê û tevlî
bûna wan di gelek wekir bizava cîhana sîyê dirost bît demê
bidestve înana dewletên cîhana sîyê bû azadiya xo bidestve dîna.
piştî bi dûmahî hatina şerê cîhanîyê diwê endam bûna wan di
xêzana dewletî da , ev deme demekê şorşgêrane bû ewê rastî yê
avahîyê cîhana sîyê dirost kir û arîşên wî jî destinîşan kirin.
Dû: Rehendê Cogirafî
Hindek nivîser wisa hizirdiken ku cîhana sîyê idiyemekê cogirafî
yê ji ber ku ew ji wilatên asiya û efrîqiya û emrîka latînî
pêkdihêt, eve ramana hindê didet ku ev nivîsere ji êatêa
aydîulojî – siyasî ji layekî ve û pila werar û pêşkeftina aborî
ji layekê dî ve piştguhve di havên û ev nivîsere (xolgeha qir
jaleyî) wek xîçek bo vavartina cîhana sîyê jêr dû cîhanêt dî
(sermayerdar û sosiyalîst) di danin ji ber ku dewletên cîhana
sîyê di kevine dewirûberê yan başûrê (xolgeha qirjaleyî) lî
dewletên sermayedar û sosiyalîst ji bilî ustiraliya dikvine
bakûrê (qirjaleyî).
Dîsan ev nivîsere dûpat diken ku ew wilatên pêşkeftî û pîşesazî
hemî ev dewlete dukevune deverêt sar yan fênik. lê em dibînîn ku
dewletên paşkeftî dikevine deverêt gerim yan nîv gerim. (Buli
Bîruk) bizav kir diyarda serma û pêşkeftin û germa û paş keftin
raveket û di encamda wisa wî hizir dikir ku germê kartkirinên
xirab li ser seqayî û li ser bizava mirovî û karêt wî hene,
dîsan ew axa geleg tûşî germê û baranê bît daxeka lawaz bit
heye.
Sê: Rehendê Siyasî
Hindek nivîser layengeriya berzkirina rehendê siyasî ya iêdiyemê
(cîhana sîyê) dken j wan (bîr kalî) ewê cîhana siyasî dest nîşan
dket , ku lduîv dîtina uî ev cîhana j efrîqiya wasiya pêk dhêt
(jbilî wilatên kumunîst ujaponê . . . htd) û emrîka latînî(j
bilî kuba) eve jî ramana hndê ddet ku cîhana sîyê j wan wilatan
pêkdhêt ewên jlayê siyasî waîdulujî cuda j wilatên sermayedar û
susiyalîst.
(cîn malknun) d ferhenga xuiya yasiyasî ewa li sala 1967ê
çapkirî dûpat dket ku cîhana sîyê ew kuma mlletane ewa dkevtiye
dinavbera her dû cîhanan da (cîhana sermayedar û sosiyalîst) ji
vê çendê diyar dibît ku uî pişt germiya xo bû dest nîşan kirina
cîhana sîyê yagirêdaî bi boçûna siyasî û peywendiya cîhana sîyê
b her dû cvakên dî ve (civakê sermayedar ucvakê susiyalîst) ne b
rêka saxlet yan endambûna siyasî ya cîhana sîyê.
Çar: Rehendê Abûrî
Dîsan hindek nivîserêt dî layengiriya berzkirina layenê abûrî ya
cîhana sîyê diken ji ber ku cîhana sîyê ji dewletên paşvemayî
pêkdihêt û idiyemê (dewletên paşvemayî) li dûmahiya şerê cîhanê
yê diwê derkeftiye ewjî di çarçûvê wan bizavên ji bû avakirina
sîstemekê cîhanî yê nû di hatine kirin û bi taybet piştî
paşveman diyar bû ku paşveman ne diyardeka ber wext bû li wî
serdemî.
Dîsan hindek nivîserên li dor cûdahiya şarstanî ya dinavbera
bakûrê pêşkeftî û başûrê paşkeftî da axftin bi saloxetkirina
wilatên bakûr û başûr û rabûn û gotin ku ne wekheviyeka di astêt
pêşkeftin û paşkeftinê da hey di nav wilatên bakûr û başûr û
diyarkirin ku wilatên pêşkeftî yên sermayedar jimara wan (22)
wilatin û bivî rengê xarê dihêne dabeşkirin:-
- Heft wilatên pîşesazî yên sermayedarî yên mezin ku "90% " ji
dahatê cîhana sermedar vedgirît ew jî eve ne :wilatên êkgirtî
yên emrîka , keneda , japon, elmaniya , birîtaniya , ferinsa ,
îtaliya.
- Wilatên pîşesazî yên biçûk evêt "7.5% " ji berhemê dahatên
cîhana sermayedar jê dihêt ewjî evene : Beljîka , Holenda ,
Logsimborg , Danîmark , Nerwîj, Fînlenda, Nemsa, Siwîsra ,
îrlenda , Ayslenda.
- Wilatên sermayedar yên biçûk mîna : îspaniya , Pirtugali ,
Yûnan , ku nîzîkî "2.7% " ji dahatî yê cîhana sermayedar jê
dihêt.
- Dîsan cudahiya dinavbera astê pêşkeftina abûrî dinavbera
wilatên sosiyalîst da ya heyî û em dikarîn van wilatan bivî
rengê xarê dabeş bikeyin ji wilatên pêşkeftî dest pê bikeyin
heta bigehîte wilatên paşkeftî.
1. Êketiya sovîyet, elmaniya dîmokiratî ya berê,
çîkoslovakiyaiya berê.
2. Polenda, mecerstan.
3. Bolgariya, romaniya.
û di koma dewletên başûr da cudahî di astî pêşkeftin û
paşkeftina wanda ya hey, û nivîserê ferinsî (îf lakust) astê van
dewletan bivî rengê xarê diyar diket.
1. Wilatên gelek paşkeftî ku dahatîyê (kesî) yê nizime û ji 100
dolaran naborît di salê da. werara akncîbûya wan dibin 1.8% da
ye salane, ev wilate xwedan abûreka kevnin û rêja nexwandewarîyê
dinav wan dan ya bilnde, dîsan rêja kirêkaran di kertê çandinê
da yê bilnde. ji van wilatan wilatên başûrê rojelatê asiya û
latên efrîqiya yên ku dikene dinav bera xolgeha qirjale û gîsik.
2. Wilatên paşkeftî ku dahatîyê (kesî) yê wan yê nizime û werara
akncîbûya wan ji 1.8% zêdetire salane, eve jî bi egerê başbûna
rewşa saxlemîyê û kêmbûna rêja mirinê li dev zarokan da, ji van
welatan neycîriya û kongo û taylend.
3. Wilatên navncî di paşkeftê da, û xodan dahatiyekê navncî, û
werara akncîbuiya wan j 1.8% pitire salane, û para pitir ji
wilatên emrika latînî ji van cure wilatane.
4- Wilatên ber derwaza pêşkeftinê ku dahatîyê wan li van salêt
dûmahîkê zêdebûye, û werara akncîbûna wan dinavbera 2- 4%. Û
kertê abora nû cihekê nîv giring yê hey di abora wan da,, û
bazirganiya derekî di piraniya rewşada ya karîger xurte, û pişka
şêrî ji dahatîyê kesî yê van welatan ji kertê xizmet gozarîyê
dihêt, wev cure wilate ji çend wilatên emrîka latînî û latên
petirolî pêk dihêt .dîsan hindek wilatên dî hene di kevne divî
giropî da ku pêngavêt mezin beref pêşkevtina abûrî havêtîne. Ji
wan koriya başûr,meksîk, û berazîl.
Derbareyî dest nîşankirina egerêt paşkeftinê, rawbûçunên cêwaz
hene ku derbirînê bakirawindê hizrî yê wan nivîseran diken. Bo
nimûne nivîserên rojava wisa hizir diken ku diyarda paşvemanê
dizivrîte ve bû çend egerên navxoyî û derekî. û egirêt navxoyî
komvedibin di çarçûvê rêja bûn û mirinê da diwarê werar bûna
akncîbûna bilez bi egerê bilndibûna rêja mirina zarokan. eve
zêdebarî bilndibûna rêja karketiyan ji akncîboyan.
û ev nivîsere amajê bi wê çendê diken ku şûnwarên nêgetîf ji
encamê peydabûna fişara akincîbûnê ya li ser pêşketina civakî.
Ji ber ku zêdebûna akincîkirinê rêgire bû werara abûrî. zêdebarê
peydakirina bargiraniyeka mezin li ser welatan pêxemet
peydakirina pêdvîyên civakî ji xwarin û perwerderkirinê û
xizmetên saxlemî û civakî.
Sebaret hokarên derekî pêk dihên ji peywendên abûrî û
kartêkirinên wan evên ji kawdan dagîrkirina ewropî derketîn .ku
di binertê xoda ev peywendiye li ser şengistekê neyê dirost û
dest serdagirtina milletên bin dest ,ku bi xwe bikene cihekê bû
kerestên xaw û her wisa bikene cihek jî bû mezaxtina kerestên xo
hatbûne avkirin.
Dîsan nivîserên sosalît giringîyê di dene bagrawindê mêjoyî yê
wilatên cîhana sîyê ,demê ew çareseriya egerên paşkeftinê diken
û amajê diden ku paşkeftin ji encamên hokarên siyasî û abûrî
derkeftîne ew peywendîyên ji ku egera dagîkirin û
destserdagirtina dinavbera wilatên dagîrker wilatên bin dest da
peydabûyîne.
Pênç: Rehendê Civakî
Cîhana sîyê 70% ji xelkê cîhanê hembêz diket. Û serjimêriya sala
1980 amaje didetin ku jimara xelkê wilatên werarkirî nêzîkî
3.283 milyon kesin ji koyê 4.414 milyon kes ku jimara danîştoyên
cîhanê bûn li wê salê. Û rêja xelkê bajêrî li wilatên werarkirî
29% ji jimara xelkê wan pêkdihêt, lê wilatên pîşesazî ji 69% ji
jimara xelkê wan pêk dihên û pişika dahatîyê kesî li wilatên
paşkeftî ji 560 dolaran salane ye ,belê dahatîyê kesî ji
dahatîyê neteweyî li wilatên pêşkeftî salane di gehîte nêzîkî
6260 dolaran . û cîhana sîyê xodan boşatiyeka bilnde, û rêja
zêdebûna siroştî ya xelkê wan digehîte 2.4%. belê di heman demda
rêja zêdebûnê li wilatên pêşkeftî 0.06%. û di encamê kawdanên
saxlemîyê yêt xirab li wilatên cîhana sîyê di hête pêşbînîkirin
ku temenê mirovî li wan wilatan yê kurt bît û ji 57 salan na
borît. ku li hindek wilatên efrîqiya têkirayê temenê mirovî ji
39 salan na borît. berovajî têkirayê temenê mirovî li wilatê
japonê ku li dûyîv mezndên sala 1980 di gehîte 72salan. diyarda
nizmbûna tîkrayê temenê mirovan li wilatên cîhana sîyê
kartêkirinêt xirap hene .ji wan em dibînîn ku bara pitir xelkê
wan wilatan yê temen biçûyîke ku jîyê wan dibin 15 salan daye û
rêja wan di gehîte 39% ji sercemê danîştîyêt wan wilatan , belê
di hman demda rêja wan (ew kesêt jîyê wan dibin15 salanda) li
wilatên pêşkeftî di gehîte 24%. bêgoman evê çendê kartêkirinên
xirap li ser pêkhatên xelkê wan welatan hene ji layê texêt
temenî ve û rolê her texekê di berhem yanê da..ji ber ku evên
şiyanên karî heyîn rêjeyeka biçûyîk dirost diken dinav civakê da
û ev çendê kartêkirineka negtîv li ser werara abûrî diket.
Jêder:
1- Cukuf we axeron ,alelem
al-sales, qezaya we afaq , Musku,1971.
2- Nîtir orsilî, al'alm al-sales,
weregêran husam alxetîb, Dîmşiq,1968.
3- Dr.ebdurizaq mitlik al-fehed,
bêt al-hikme , Bixdad,1989.
4- Dr.Ibirahîm Xlîli ahmd, ewnî
ebidalrehman al-seb'awî, alelem al-salis al-hedîs, Musil ,1989.
5- Dr.mihemed Ebdulxenî si'ûdî,
al-coxirafiya al-siyasiye al-mo'asîre. dîrase al-coxirafiya we
al-'îlaqat al-dewlîye, mektebet al-ancilo al-misrîye, Qahre
,2003.
* Mamostayê zankoya Duhok
|