|
Bê goman avakirina civakekê medenî û azad û pêşkeftî li ser çend
binema û pirensîpan dihêne dirostkirin ji wana derbirîna azad û
helbijartina nûneran dihemî dezgehên peyendî bi jiyana mirovî ve
hey. dîsan tiştekê rewaye ku derbîna azad ya girêdaye bi
helbijartina ve jiber ku bi rêya helbijartina mirov bi azadane
biriyara xo didet û helwîstê xo diyar diket.
Evro em li kurdistanê bi serfrazî ve her tiştê girêdayî bi
jiyana me ve çi ji layê siyasî, îdarî, û ta ya pîşeyî jî ve em
bi rêka helbijartinan dîtin û hezên xwe dikeyne biriyar û
dedirbirîn .
Li 25/7/2009 hawlatîyên kurdistanê serok û perlemanê herêmê
helbijartin û berî wan çendîn pirosên dî yên helbijartina wekî
(civata parêzgehan) hatine encamdan. her wesa hemî sendîka
birêka helbijartina dihêne dirostkirin, û bo nimûne li ser astê
zankoyê jî salane qotabî nûnerên xo li hemî pol û qûnaxan
dihelbijêrin.lê cihê serinc rakêşanê ye ku nûnerên mamostayan li
zankoya dihuk dihêne damezrandin belku baştire bêjîn tête
destinîşankirin nek helbijartin.
Pirsa min jî eve boçî mamostayê zankoyê nûnerê xo
nahelbijêrîtin? erê mamostayê zankoyê nizanîtin dê kîjan kesî
wekî nûnerê xo diyarketin yan ew layenên nûneran di damezrînin
(destinîşan diken) berjewendiya mamostayê baştir ji wî dizanin
lewra ew êkî şûna wan wek nûner dest nîşan diken. birastî eger
nûner nehête helbjratin, bête ladan baştire. çinku nûnerê
nehelbijartî dê neyê karîger bît wek nûnerê helbijartî û
peywendî dinav bera nûnerê helbijartî û mamostayan da dê bi
xortirbît ji peywendiya nûnerê damezrandî digel mamostayan belku
berovajî nûnerê damezrandî pitir dê milkeçî wî layenî bit yan
ewî kesê ew destinîşankirî, her wesa li ser kîstê mamostayan dê
xoşxoşkatî û şirînkirinê ketin daku her li cihê xwe bimînît
lewra hindek ji wan evro berevanîyê ji mafê mamostayan naken
pêxemet wê çendê ya me berî nuke diyarkirî û gotî.
Her wesa gelek caran ew nûner berevanîyê ji maf û biriyarên wî
cihî û kesê ew destînşankirî diken nek ji maf û kêşe û arîşên
mamostayan.
dîsan hindek nûner mîjûlî hindek karên dî dibin wî karî fertir û
pîroz tir dibînin ji nûneratiya mamostayan.
ya dirost û baştir ewe mamostayê zankoyê wekî her kesekê dî li
vî welatî nûnerê xwe bihelbjêrîtin nek kesek bê heza wan bihête
çespandin wek nûnerê wî.
Li dawîyê jî hîvîdarîn ku ev diyarde berev nemanê ve biçîtin û
cihên peywendîdar jî xwe li vê diyardê bikene xodan û çarekê bû
bibînin.
* Mamostayê Zankoya Dihok
(Di Rojnama Evro de hatiye belavkirin)
|