|
Li roja 3-3-2011 u piştî
zivrîna serokê herêmê ji ewropayê û piştî çendîn xwenîşandan
hatînekirin li bajêrê silêmanîyê.. serokê herêmê gotarek
arasteyî xelkê kurdistanê kir û têda çend xalek rûnkirn. min
nevêt em behesê wan xalan bikeyin ewên di gotarê da hatîn,
belê pêdviye em hindek tiştan danîne bersîngê xwendevanên
berêz ku em hemî dizanîn, ew jî:
êk: em weku millet yan
weku layenên siyasî bi dehan salan bindest û perîşan bûyîn û ji
hemî mafên siroştî bê bar bûyîn, nabt evro û bi çu rengan em
bibîne stemakar.
du: demê mirov bi axvt
yan rexneyeka avaker biket nabt çû mirov bihêne goninehbarkirn
bi xiyanetê yan bi xwefroşyê yan bi dijatîya milletî, çinku
evro dem û cih u zanîn di siyasetê da hatine gohartin.
serokî ev xale berî me zanîne
lewma ev gotare arasteyî milletî kir ne çu layenên siyasî yan
kadir û palêwrawên partî kirîne.
evro cîhan û bi taybetî devera
rojhelata navîn tûşî babelîskeka gihorînê bûye û sîstemên mezin
hatine gohartin li tunisê û misrê û lîbiyayê û yemenê û omanê û
behreynê û gelek welatên din berbjarn bihêne gohartin. em jî
parçekîn ji vê deverê, em ne ji kewkebeka dî hatîne.. daku
gihorînên diniyayê kartêkirnê li me neken. di kevnda ya gotî
her demekî zelamên xwe hene.
lewma nabit ew kesên berî niha
xebatkirîn di demên nexweşiyan û tengaviyanda ew bitinê xwe bi
xwedanên vê ezmûnê bin û ew bitinê xwedanên biriyarê bin
digel ew perê rêz û newazşê bo wan, belê dem hat guhê xwe
bideyne xelkî û milletî û nabit bihête dabeşkirin li ser hizir û
bîrûboçûnên siyasî yan li dûv rengên partên siyasî. demhat
gencên me jî pişkdaryê biken di danana biriyarêda, dem hat
biriyara siyasî di destê baraptira welatîan da bit.. neku çend
kesek bin ku evro hinde asteng beyda bûne di navbera wan û
welatî anda. ez yê di bînim reftara hindek berpirsan digel
welatîyan da bûye egerê hindê ku rewşeka ne asayî li
kurdistanê peyda bûye û her ewkes berpirsin ji vê çendê, bo
nimûne: boçî ev jimareya mezina zêrevanan li dor berpirsan hene,
demê dihên û diçin û li ber malên wan.. boçî ev jimareya mezina
tirompêlan li dûv wan diçin.. demê ew li bajêrên kurdistanê
digeryên?? boçî camên tirombêlên wan direşin? erê wan nevên
milletî bibînin.. yan nevêt millet wan bibînit? boçî dîtina
berpirsan ji layê welatyên belengazve xewne û nahête dîtin? pa
kanê civakê medenî? ez weku welatiyek piştevanê te me serok,
renge hindek bêjn ev tiştên normal û siroştîne, ez digel hewe
me.. lê kartêkirna wan ji layê deronîve gelek ya mezine û
pêngava êkê pêdviye ji vêrê destpêbiket. em ne wekî tunsê û
misrê û lîbiyayê ne, dibêjîn em dijî sîstemê siyasî ne.. yan
millet daxwaz naket ev sîsteme biroxiyêt, nexêr ezmûna me
ezmûneka dîmkokiratiye, belê em pêdvî çaksazyêne, pêdvî
yeksanîya civakî ne, pêdvî pêşkêşkirna xizmet gozeranyê ne.
kanê xizmetgozarî? erê hêşta em
li jêr abiloqeya abûrîne.. ku em nikarîn cadeyên xwe qêrkeyin?
yan hêşta rijêma sedamî desthelatdare ku em nikarîn kareb û avê
dirostkeyin û bêkariyê nehêlîn? boçî em nebûyîne hukmeta
dezgehan û boçî mîzacê berpirsan dê yasa û rênima bin û li dûv
mîzacê wan yasa û rênima hêne şirovekirin û cêbecêkirin? ez
ditirsim hindek berpirs bibne egerê jinavbirina vê ezmûnê, ez
digel teme serok pêdviye çaksazî bihênekirin, çinku ev ezmûne
ezmûna welat û milletiye, neya çu kes û layenên siyasiye û demê
çaksazyê pêdviye evro destpêbiket berî subahî û her tu bûyî
serkêşê xebata siyasî û çekdarîya vî milletî, û hîvîdarim tu
serkêşê bizava çaksazîyan jî bî li nava kurdanda.
* mamostayê
zankoyê
--------------------------------
Di rojnama WAR, di
hijmar (348) berperê
6
hatiye belavekirin
|