DespêkNivîsPertûkWêneVedioFindî FontLînkTêkelîMêvanname 11/24/2009

 

 

 

Têbîniyek bo
(Wezareta Xwandina Bala û Tûjînewey Zanstî) ?!
 

 

 Salar Ebdulkerîm Findî *

 

Guman têda nîne ku ew merema wezareta xwandina bala û tûjînewey zanstî pê hatiye damezrandin her bu hindê bûye ku bibîte piştevan û rêkxoşkera xwandina bala li kurdistanê evca çi dabînkirna pêtvîyên giring bo helgirên bawernamên bilnd (Master û Diktora) il kurdistanê yan pêşkêşkirina yarmetîyê bo qotabiyên bivên bibne helgirên van cure bawernaman.

Bi dîtina min wezaret ta radekê ya serkeftî bûye divî warîda, lê dîsan rolê zankoyên kurdistanê jî yê berçav bûye bo pêşvebirin û werarkirina wezaretê, evca çi birêka pêşkêşkirina pêşniyarên zanstî yan îdarî, yan jî birêka wan mamostayên zankoyê ewên li wezaretê kardken bi taybet evên xodan serbor û ezmoneka baş hey diwarê îdarê da.

zankoya dihok jî ji vî erkê pîroz ne ya bê barbuye belku ji zankoyên pêşîn bûye divî bîyavî da û herdem ya amadebûye bo pêşkêşkirina hemî cure pêşniyaran û raweejkarîyan bo wezarta navbirî.

Belê divêt em jbîrneken ku çi kar nînin bê kêmasî yan hindek şaşî têda nebin, lewra ez dê nimûneyekê biçûk danime ber sîngê cihên peywendîdar û berpirs li wezareta xwandina bala, ew jî ya girêdayî mezaxtina dermalên diravî ye bo mamostayên zankoyê evên dihêne raspardin bi encamdana karên îdarî dinav zankoyan da... fere bêjîn merem jivê nivêsînê ne dirave belku wekhevî û dadperwerî ye.

Li gor vê yekê her mamostayekê zankoyê ku weke serok pişk li kolîjê birê (250,000) dû sed û pênçî hizar dînar bo dihêne mezaxtin (eve jî karekê başe), her wesa her mamostayekê zankoyê bibîte biriyarder li her pişkekê birê (150,000) sed û pênçî hzar dînar bo dihêne mezaxtin (eve jî pêngaveka başe).

Lê demê mamostayê zankoyê bi karekê îdarî li serokatiya zankoyê dihête raspardin tinê birê (100,000) sed hizar dînar bo dihêne mezaxtin? erê çi cêwazî heye dinavbera karkirin li cihekê îdarî li kolîjê digel karkirin li cihekê îdarî li serokatiya zankoyê, erê kîjan kar bi sergêjîtir û zehmet tire!? berpirs ji karê pişkekê li kolîjê? yan berpirs ji karê hemî kolîjan li serokatiya zankoyê?.

Erê kîjan kar bizehmet tire ya ne kêmî karên dî ye ... wek nimûne, karê (rêveberîya kargêrî, rêveberîya tûmara giştî, rêveberîya ragehandinê, zêdebarî çendîn yekên dî) ku ser bi serokatiya zankoyê ve ne, yan karê serok pişk û biriyarderên pişka li kolîjan.

Dîsan divêt em ji bîr nekeyn ku her ev dermale dibine egerê hindê ku gelek mamosta hez biken kar li wan cihên mediyarkirîn li kolîjan karbiken lê di heman demda gelek ji wan ne diberhevin li cihên ser bi serokatiya zankoyê ve kar biken, ji ber kêmatiya dermalan .

Erê ne fere ku dadweriyek hebîtin di belavekirin û dest nîşankirina dermalên diravîda her wesa berawrdiyek bêtekirin dinav bera dermalên îdarî da li kolîje û serokatiya zankoyê.

Erê ne erkê cihên peywendîdar û perpirse li serokatîyên zankoya ku ev babete birêka wan bihête gengeşekirin digel wezarta xwandina bala û çarek bo bête dîtin, anku dermalên diravî yên mamostayên zankoyê evên li serokatiya zankoyê kardiken wekhevî wan mamostayên li kolîjan bin ewên bikarên îdarî radibn .

Bila ne ête jibîr kirin ku mezaxtin û terxankirina dermalan ji bo wê yekê hatiye ku bibîte palderek bo pitir pêşvebirin û encamdana karan bi rengekê baştir, lê wek diyar wezareta xwandina bala û tûjînewey zanstî divî warî da ya sernekeftî bûye, ku bûye egerê peydakirna newek hevîyê dinav bera mamostayan da ji layekî ve, û ji layekê dî ve peydakirina cêwaziyan di karên kargêrî da.
 

* Mamostayê Zankoya Dihok

(Di Kovara Peyama Zankoyê  de hatiye belavkirin, Hijmar 8)

   

 

© 2008 Findi.Info    | info@findi.info |