|
| |
Tebînî
û Rûnkirin: |
|
|
■
(BB), anku deng û pirsên Berhevkerê Bernamey |
|
■■
(Ebdulkerîm Findî), anku deng û bersivên E.Kerîm Findî |
|
(Peyv Rûnkirin)
Ew peyvên bi rengê şîn û xwar di nav du kivanan da, ew
rûnkirinên malperê ne, anku ji alîyê Findi.info ve
hatîne nivîsandin. |
(Pişka
1)
■
BB:
Êk ji kesayetî û rewşenbîr û nivîser û edîb dost mamosta
Ebdulkerîm Findî ku jiyana xo bi çendîn qonaxa derbas kirîye.
Di seredaneka taybet da ev
pêzanîne bo me diyarbûn.
Mamosta Ebdulkerîm Findî li
sala 1946ê û li gundê Qarqarava ku dikevîte jorîya bajêrê Duhokê
bi nêzîkî (5km) an ji dayik bûye , û xwandina xo ya seretayî û
navincî û amadeyî li bajêrê Duhokê bi dumahî înaye.
Li sala 1963ê mamosta
Ebdulkerîm Findî digehîte nav rêzên şoreşê û li çendîn deverên
cuda cuda xizmetê diket û Kurdayetî û berevanîkirin ji axa
welatî di mêşkê wî da dilivlivîtin.
Qonaxên mamostayi têda
borandîn heta evro hemî serahatî û birhatinêt xoş û nexoşin, li
sala 1966 mamosta bûye endamdê nawça Duhok ya Partî û li sala
1959ê heta 1974 dibîte endamê Êketîya Qotabîyen Kurdistanê û
dîvda dibîte endamê sikirtarîyeta Qotabîyan.
Li sala 1974ê mamosta li
Zankoya Mîsil - Kolîja Adab –pişka zimanê ingilîzî bi dîmahî
înaye, li sala 1970ê mamosta Ebdulkerîm Findî dibîte endamê
Êketîya Nivîserên Kurd tayê Duhokê.
■■
Ebdulkerîm Findî:
Birastî Kurdayetî tişteke di gel giyanê mirovî dixolqît, ez
telebebûn (Qotabî) li
sala 1958-1959ê hatime E’dadîyê (Amadeyî)..
Hatime Mutewstê (Navincî)
hîngî Kurdînî xol xolî di mêşkê min da, û hîngî ez gehiştime
rêzên Partî Dîmokratî Kurdistan , û Êketîya Qotabîya.
Sala 1963ê ez bûme endamê
nawçeyî, endamê nawçê Duhokê, ez gelekê yê daxbarbûm pê ji ber
hindê jî ez gehiştime rêzên şoreşê, 1963ê ez li sefa
(pola) pênçê senewîyê
(Amadeyî) bûm, hîngê
pênçê bû, hîngî şeşê nebû. Ez li sefa pênçê senewîyê bûm (09î
Huzeyranê, 1963)ê, - min iltîhaq - gehiştîme rêzên şoreşê.
■
BB:
Bîrhatinên mamostayî li gundê Qarqarava û piştî jiyekê dirêj û
pir serwerî bîra mamostayî li gelek bîrhatinên gundî hat û axînk
û bîrhatinên mamostayî digel gundî wesa bo me wesif dikir.
■■
Ebdulkerîm Findî:
Havîna 1963ê şerê çiyayê metîna despêkir, 42 roja bu şer li
çiyayê metîna, paşî hikumet şikest , şikest heta Bamernê ev rêka
henê rêka qêrî di destê hikumetê da bû wekû dîtir di destê me da
bû, hîngê Qarqarava ya çûl bû. Hîngî mala pismamekê min kur
mamekê min (Ehya) babê Reşîdî li silal bû, hatibûne girg û van
nihalên hêrveyi Qarqarava û Bakozê, ez hindek cara dihatime mala
wan, mala me li Duhokê bû birayekê min kirtibû (Reşîd) navê wî,
yê ji min biçûyik tire û Reşîdê pismamê min ez nizanim yê li TV
ê hebû nebû hîngî nebû
(bikenîve) ez di hatime mala wan. Meqerê me li
Gelnazkê bû Qarqarava hîngê her li vî cihî bû, her li vî cihî
bû, xanîyên bêxêr bûn 10 -12 malek û Qarqara bicîkînîya min jî
tînîte bîra min . ez li biçîkînîya xwe ez yê li Qarqarava bûyim,
biçûyikinîya xwe min ya li Duhokê qetandî heta 1963ê, 1963 ê
careka dî hatîme nav şoreşê ez îcazê dihatimev Qarqarava ,
vêgavê bo nimûne Qarqarava 5 malêt lê mayin hîngê 10-12 bûn
hîngê 12 mal têhebûn pitirjîk hîngî lê bûn, vêgavê 5 mal jinkek
û zelamek lê mayin maljî jinkek û zelamekin zêde tir nîne, malêt
dîtir jî hemî yêt li Duhokê … vêgavê min hezdikir çine 20 malek
lê ban da pitira bi sebir bît pitir da cihê mirovî pitir lê
hebît ji vêgavê.
■
BB:
Min pê xoş bû gelek bîrhatinên û rojanên berê bînme bîra
mamostayê xo ku êk ji wan mamostayên min bû li qotabxana
Birayetî ku mamosta Ebdulkerîm Findî li vê qotabxana Kurdperwer
deris dayne, piştî me seredana qotabxanê kirî mamosta
Ebdulkerîm Findî gelek bi wesfên ciwan behsê qotabxanê û
mamostayên qotabxana Birayetî diketin.
- Mamosta wextê hatîye
Birayetî çi hate bîra te?
■■
Ebdulkerîm Findî:
Heku ez hatîme têve.
■
BB:
Belê weku tu hatîye têve.
■■
Ebdulkerîm Findî:
Dewama birayetî hate bîra min, qotabîyêt wê hatine bîra min,
mamostayêt wê hatine bîra min. kurdayetî hate bîra min çûnku me
hîngî hisêb dikir birayetî ne qotabxane, me hisêb dikir
qotabxaneka niştîmanî, me wisa hisêb dikir. Ew hate bîra min.
■
BB:
Mamostayî çend sala li vê rê deris dayîne?
Ebdulkerîm Findî:
Li sala 1977ê em hatîne vêrê heta 1984-1985 ez li vêrê bûm.
■
BB:
Li wî wextî ye’nî di nav xelkî jî da gelek belavbibu qotabxana
Birayetî, Pîşesazî , niza hizrek bo dihate kirin , gelek cara
hizrek bo, boçî ev hizre. Mamostayên wê çi bûn ku şiyayîn vî
qotabî welê biken?
■■
Ebdulkerîm Findî:
hemî mamosta Kurd bûn û Kurdînî dikir û qotabî jî hemî di baş
bûn, hemî di baş bûn me li sefê ve û li qotabxanê me çi divîya
me digot, me hemî tişt di gotin, û medresa bitinê bû qotabxana
bitinê bû xwandin lê Kurdî bû.
(Pi şka 2)
■
BB:
Mamosta li sala 1970ê dibîte endamê Êketîya Nivîserên Kurd tayê
Duhokê, her wesa mamosta hatîye helbijartin weku sikrtêr di
piranîya desteyên rêvebirna Êketîya Nivîserên Kurd tayê Duhokê,
her wsa hatîye helbijartin weku endam di deteya rêveber ya
Êketiya Nivîserên Kurd li Herêma Kurdistane di navbera salên
1986 – 1991ê her wesa nûnerê tayê Kurdiatnê di civata navîna ya
nivîserên îraqê di sala 1986ê heta 1991 ê.
Her wesa mamosta Ebdulkerim
Findî di çendîn kovara da weke endam karkirîye.. mîna ( Kovara
Beyan, Kovara Nuserî Kurd, Kovara Peyv, sikrtêrê Kovara Mmetîn
xola sîyê ji hijmar 1 heta 18bûye , her wesa sernivîserê Kovara
Karwan li sala 1997ê ji hijmar 107 heta 114 bi stuyê xweve
girtiyye , sikrtêrê Kovara Karwanî Ekadîmî her wesa dicle bûye.
■
BB:
Li dor seredana me bo Êkatîya Nivîserên Kurd tayê Duhokê û
bîrhatinên mamostayî dighel Êkatîya Nivîserên Kurd mamosta hate
axiftin.
■■
Ebdulkerîm Findî:
Êketîya Nîvîsera ewilî me dana sala 1977 – 1978ê bû me li vêrê
ne dana bû me li nîva bajêrî dana paşî em hatîne vêrê serê
serhildanê berî serhildanê em hatîne vêrê. Êketîya Nivîseran
rastî rolekê başê dîtî li Duhokê her çewa bît li Duhokê Êkatîya
Nivîsera rolêeke mezinê dîtî, daxaza me ewe hîvîya me ewe her
rolê xo bibînît û baştir bibînîn.
■
BB:
Çi bîrhatinên xoş têne bîra te, weku te Êkatîya Nivîseran dîtî
wek heval berê weku hin wek çi têtê hizra te vêgavê wek tu
hatîye Êkatîya Nivîseran, çi hate bîra te?
■■
Ebdulkerîm Findî:
Hizra Kurdînîyê tête bîra min, Kurdînîya paqij ya bê meslehet û
hevalên Kevin têne bîra min, Ehmed Ebdila
(Zero) hate bîra min ,
Hecî Ce’fer hate bîra min, Ebdulrehman Mizîrî hate bîra min ,
Reşîde (Reşîd Findî)
birayê min hate bîra min. eve hatine bîra ye’nî ev cîlê
em dibêjînê cîlê kevin hate bîra min, cîlê nî ne hate bîra min …
Mihsin Qoçan hate bîra min bi şi’rên xo yên daxbar ku xelik
gelekê pê daxbare Guherzî
(Mihemed Tahir) rehmet lê bin hate bîra min, Diyar
(Doskî )
hate bîra min, eve hatine bira min.
■
BB:
Mamosta Ebdulkerîm Findî di kovar û rojnamen kurdî da yên
Kurdistanê û îraqê da çendin babet û vekolînên edebî , rexneyî
filoklorî, û babetên dîrokî li ser dîroka Kurdan belave kirîne.
Berhemên mamsota Evdulkerîm
Findî ku heta nuke çapkirîne û pertûkxana Kurdî pê zengîn
kirîye:
Dîwana Bekir Begê Erizî,
Meyro, ku komeka çîrokên
mamosta mihemd emîn boz arselane
Gulçin, û
şoreşa Eylolê Li Kurditana
îraqê û
Rêberê Parêzgeha Duhokê
Hozêt Kurdî Li Bakûrê
Wîlayeta Musil û
Partî Li Ser Demê Mişextbûna
Barzanî û
Amêdîyê Di Çend Çerxên Cuda
Cuda da, û her wesa
Yobîla Zêrîna Pêşmergeyî, û
Barzanî Xwe Na Det Dest Kesê,
û çendîn pertûkên dîtir ku
heşta li çapê ne dayine.
■
BB:
Mamosta di jîyana xo da ya taybet da ku digel mala xo diborînît
hemî bi kêyf û xoşî rêzeka taybet li dev wan heye û cihê
serferazîya hemî malê ye.
■
BB:
Mamosta Ebdulkerîm Findî berî nêzîkî (3) sê salan tûşî
nexweşîyeka bûye ku rexekê mamostayî heta radekê ji kar dikevît
piştî ji layê Hikumeta herêma Kurdistanê ve hatîye hinartin bo
derveyi welatî, û çareserîya wî bi rêkên werzişî tête encam dan,
mamosta rojane pitir ji 3 demjimêran werzişê diket û hatin û
çûnê û roj bo rojê beref başîyê ve dicîtin û gelekê keyif xoşe
bi vê qederê û wekî çîyayekê mukim beramber hemî êş û azaran
dirawestît, û jiyanê wesa wesif diket.
■■
Ebdulkerîm Findî:
1991ê me Metîn li Duhkê derêxist, salekê ez mam midîrê Sîna’ê
(Pîşesazî) rêveberê
qotabxana Sina’a Duhokê, paşî ez bûme rêveberê giştî (midair
‘am)ê rewşenbîrî li Hevlêrê, pistî salekê.
Ez dibêjim 12y heyva 6 bû
sala 1993ê ez bûme midîr ‘am .. heta nuke ez midîr ‘amim.
■
BB:
Niza mamostayî divêt peyvekê bêjîte me şiretekê nisîhetekê? Dê
çi bêjît.
■■
Ebdulkerîm Findî:
Wilahî min divêtin hemî di muxlis bin, û hemî di rêza milletê
xoda bin… hemî digel miletê xo bin digel hizba xo bin .. min eve
ya heyî … hema digel milletê xo bit mirov digel miletê xo bît,
mirovê serferaze …. Bila mirovê feqîr bit bila mirovê zengîn bît
.. bila yê dewelemend bîtin .. bi çi şilkê hebît mirov dê
qetînît.
Jîyan hevrikîyeke … tu yê
digel hevalê xo dikeyî, yê digel milletê xwe dikeyî, hevrikîya
başîyê … ne ya xirabîyê… ya başîyê lê bikeyî .. ev hevrikîye
mirovî digehînîte amanceka baştir.
■
BB:
Mamosta
di jiyana xoda gehiştîyê wê ya wî viyayî..
■■
Ebdulkerîm Findî:
E ezê gehiştîmê.
|