|
| |
Tebînî
û Rûnkirin: |
|
|
-
di bernameyê
de deng
û
rengê
Berhevkerê Bernamey tune,
tinê
mêvanê
bernamê
di axive, anku tinê
deng
û
rengê
wî
têne
diitin
û
guhdarkirin, evca nivîsa
li jêr
têkista
gotinên
nivîskar
û
rewşenbîrê
kurd
(Ebdulkerîm Findî) ye. |
|
-
(Peyv Rûnkirin)
Ew peyvên bi rengê şîn û xwar di nav du kivanan da, ew
rûnkirinên malperê ne, anku ji alîyê Findi.info ve
hatîne nivîsandin. |
(Pişka 1)
Ebdulkerîm Findî Yehya me, ji dayik bûyê
sala 1946ê me , min pişka zimanê ingilîzîi li zankoya Mîsîl ya
xilas kirî (bi dawî anîye) ,
sala 1974ê (1973-1974) ê, ezê bûyime mamsota, û rêveberê Sîna’a
Duhokê (Amadeya Pîşesazîya Duhokê)
heta 1991ê , 1992 ezê bûyime rêveberê giştî li wezareta
rewşnebîrî, li pişka rewşenbîrî, li rêveberîya giştî ya
rewşenbîrî, ez li rêveberê giştî yê wêrê bûm
(Rêveberê Giştî yê Rewşnebîrî û
Hunerî li Herêma Kurdistanê), paş li sala 2000ê, ezê
bûyime rêveberê giştî yê ragehandinê
(Rêveberîya Giştî ragehandinê
li Herêma Hurdistanê), heta
2003ê, ez nisax bûm (nexweş ketim),
ezê hatîme mal bes hêj midîr amim
(rêveberê giştî me) li Wezareta Rewşenbîrî.
Min kitêb
(pertûk), yêt kirîn sala 1958ê, minê dest bi kirîna
kitêba kirî, êkemîn kitêb jî min kirî, kitêbek bû li ser “Hilif
Bexdad” bû, anku ewêt naîbêt
(nûner) îraqî behskirî, kelaîmatêt
(Peyv û gotar) wan yan ewêt
wan behiskirîn.. li ser “Hilif Bexdad” bû, bîra min ştî
(wekî) vêgavê têt mina ya
hey ew kitêb jî, bes ya kevne ez nizanim li kîrêye. Ya têda
kelîma (Peyva) Izzedîn
El-Mula ya têda yê Hevlêrî ya diwê kitêbê da, û piştî hîngî min
kitêb kirîn.
Hîngî kitêbêt Kurdî di kêm bûn. Sala 1958ê
wextê şoreşa 58ê çêbûy ya Ebdulkerîm Qasim , mocela
(Kovara) Hîwa û kovara
Rûnahî ya Haviz Qazî hate Duhokê min ew jî dikirîn , min Runahî
jî hebû ya hey bes ya berze bûy ya cûyi, heke min hemî hijmarên
wê 12-13 jimare ne min hebûn .
Û min dest bi kitêb kirînê kir Vêca em ji
Duhokê di çûyine Mîsil di çûyine Bexda hindî salên 1960ê bûn em
di çûyine Mîsil, piştî 1960a em çûyine Bexda çûyine Silemanîyê
çûyine Hevlêrê me kitêb dikirîn, û heta vê dumahîkê ez çûyime
Tehran çûyime Şamê Dîmeşqê van erda jî min kitêb yêt lê kirîn.
Kitêb kirîn tiştekê gelek giringe di jiyana
mirovî da, weku xwînê ye li leşê mirovî, leşê mirovî ka çewane
aha wisa ne kitêb kirîn.
Min axlebe
(Piranî) kitêbêt mêjoyê yêt kirîn tarîxê û kitêbêt edebî
di kirîn, zêdebarî ez derçûyê zimanê ingilîzîme, min hindek
kitêbêt menhecî (Peyrewî)
yêt min li kolîyê dixwandin yêt ingilîzî jî min yêt heyin.
Min kitebêt Latînî yêt heyin , kitebêt
Sulavî bi Kurtdî, anku bes herfêt Sulavî, kitebêt Erebî û Kurdî
û kitebêt Ingilîzî min yêt heyin, min hindek kitêbêt heyin
Ingilîzî ne yêt Kurdî ne li ser Kurdanin.
Eve kitêbêt tarîxê ne, eve hemî…. eve, û
qoraanin , qoamosin û eve hemî qamosin eve jî qoranin… eve jî
kitêbêt tarîxêne yêt bi ezimanê Erebî hatîne nivêsîn, eve hindek
mizekeratêt (Bîrewerî û bîrhatin)
kesane yêt nûnera ne (Perlemanter)
, yêt wezîra, yêt mirovêt siyasî yêt îraqî .. eve pitir
edebe… eve pitir ewin yên Kurdî .. aha eve, eve hemî yêt
kurmancî ne, eve kurmancî ne, her sê derîke.. û eve jî , eve
ingilîzîne, eve ingilîzîne, eve sê derîkinyêt ingilîzîne. eve
jî di kurmancî ne .. eve yêt edebîne yêt biraderêt Duhokê
nivêsîn û Hevlêrê nivêsîn yêt kurmancîya me ne … eve jî yêt
edebîne yêt ereban nivêsîn îraqîya û edebe yêt edeb nivêsîn .
Ê… mocele û cerîde
(Kovar û rojname) , yêt li
silal ne li vêrê ne çû ji wan li vêre nînin …. Bes kovara
“Nûserî Kurd” nebît … ya salêt 1970ê, Nûserî Kurd aha eve ne.
Eve hindek Nûserî Kurdin yêt salêt heftê (1970)ê.
Min kitêba, ez li dûv çim û herdem li dev
min “Mem û Zîn”a Xanîye weku edeb û weku tarîx kitêba “Xolaset
Kurd û Kurdistan” e, ya Emîn Zekî, kitêbeke zanistîye û sala
1930ya ya nivêsî. Kitêbeka cami’e
(heme layene) bo tarîxa Kurdî hemîyê . ew kitêb ez yê
daxbarim pê.
Eve destnivêse ya Xanîye eve berî “Mem û
Zîn”ê ye, berî 3360-70 sala, eve behsê biçîka diket zaroya kanê
çewa dê bi xodan ken û dê çewa perwerde ken behsê hindê diketin,
eve berhemê Xanî yê êkê ye , eve li mizgefteka Duhokê bi dest
min ket… eve destnivêse ya hatîye çapkirin jî. Bes eve
destnivêse , bi dest min ket.
(Pişka 2)
Kitêbxana min, axlebe nabêjime te hemî ,
bes axlebe seda 90 min yêt xwandîn hemî, yêt dîtir min yêt
tesefuhkirîn min yêt destvedayîn, yêt min ne xwenadîn jî. Hindî
yêt erebî ne min axlebe yêt xwandîn yêt Kurdî jî hindek nebin
kêm min yêt hêlayîn ne xwandîn…….Yêt Ingilîzî jî yêt menhecî bûn
ewbûn yêt me li kolîyê xwandîn , min hemî yêt xwandîn. Vêca
hindek jê meselen (nimûne)
tu da babetekî jê xwînî, hindek kitêba babetekî, da zanî ser
çîye da hêlî da piştî hîngê da hêlî .. an jî kitêbêt biradera
bûn yêt dane min diyarî çi yêt Duhokê bin çi yêt Hevlêrê û
Silêmanîyê bin, yêt Kerkîkê bin, yêt Bexda bin, Kurd bin. Min
jê werdigirtin diyarîya wan qebîl dikir û min hindek jê
dixwandind û ya dîtr jî min efkarêt (hizirên) wan dizanîn , heke
min zanîba çi tiştê wisa têda nîne, çi tiştê nî têda nîne min
tesefih dikir û min di hêla min wisa yêt xwandîn.
Min axleb kitêbêt Kurdî yêt heyin, axleb
kitêbêt Kurdî. Kitêbêt Erebî eve kitêbeka nadire
(Kême) ..”Delîl îraq” ya
nadire, tarîxa îraqê ye . sala 1936ê ya çap buy mina hey eve ..
behsê iraqê lîwa lîwa diket, mihafeze mihafeze .. pîçekê behis
diket, tarîxe, cografîye, şexsîyatin, tiştêt wê ne kanê çi
medrese (Xwandingeh) lê hene
çi îlim lê heye çi zanîn lê heye hemîya behis diket.. bes ya
muxtesere (bi kurtî).
“Xolaset Tarîx Kurd û Kurdistane” çapa êkê
ye sala 1936ê yaa çapbûy sala 31 ya danayi, eve evê xerîta
(Nexşê) Kurdiatnê jî ya têda
hey çapên piştî nihe piştî hîngî xerîta Kurd û Kurdiatnê têda
nîne ya Kurdistanê…. Aha eve xerîta Kurdistanê ya têda heyî.
Be tesewirî min be nisbeyî Kurd “Tarîx Kurd
û Kurdistan” bixwînin “Xolaset Tarîx Kurd û Kurdistan” bixwînît
zerorîye hemû kesek, ê eweyî îraqî bîtin Ereb bîtin Kurd bîtin
“Tarîxî El-îraq” bixwînît, tarîxî îraq hemû tiştek ezanît û
eweyî Kurd bît “Xolaset Tarîx Kurd û Kurdistan” bixwînît.
Hezim kird “Xolaset Tarîx Kurd û Kurdistan”
î min bît.
Zorbeyî kîtabî Kurdî atîfeyî minî colandîye
(Livandîye) zorbeyî nek yêk
bes zorbeyî. 1991 mektebeyî min hindek jê lê dozra …ke ême
çûyine Turkîya min sê gonî sê ferde kitêb legel xoyî bird… min
le malî xom tişt nebird hîç tiştekim nebird hemû be cêm hişt sê
ferde sê gonî kitêbim bird, birdime şêladizê û çûyine hidodî
(Sinûr) Turkîya… ew
gerandimewe ew kitêb… hindek mektebem mabo le Duhok hindek kitêb
fewtan le wan , ne hemûyan hindek hindek fewtan.
“Tarîx Wîzarat El-îraqîye” eve kitêbeka
başe .. û min hemî yêt xwandîn .. 10 cizin
(Berg-Pişk).. kitêbeka başe
bes êste be daxwewe êsta qari nemaye xwîner nemawe xwîner
kembûye …
Bo eweyî kitêb hebîtin ewe kitêb bixwinîtin
min hez ekem, xelik carekîtir be peroşewe kitêb bixwînît, kitêb
xwîndin ne tiştekî asane, tiştekê giringe bo însan kitêb
bixwînîtin başe xirab nîye.
Min ewil
(Yekem) kitêba çapkirî…”Dîwana Bekir Begê Erizî” bû,
dîwana şi’rîye ya şa’îrekî ye, yê Kevin. Sala 173...
(Hizar û Hefsed û ) tiştekê
yê ji dayik bûyî , min dîwaneka wî ya çapkirî, çî şi’rêt wî di
ber dest nebûn, nivêsî nebûn min hemî yê ji xelkî wergirtîn,
min yêt muqarene (berawird) kirîn di gel êk û dû mina çappkirî,
sala 1984ê.
Ya piştî hîngî min “Meyro”, Ya Mihemed Emîn
Bozerselane ev nivîserê Kurdê Turkî. Kurdê Turkî ye… “Meyro “
komeka çîroka ne mina ji herfên latînî wergêraye herfêt em di
nivêsîn li Kurdistana îrqê.
Piştî hingê min “Gulçin”, ya Ordîxanê Celil
min ya ji herfêt Sulavî wergêrayi, mina kirîye herfêt em
dinivêsîn li îrqqê herfêt Erebî bila bîtin û mina çapkirî.
Min “Hozêt Kurd”, ye’nî Eşayîrêt Kurdî, ya
“C î R” e bi Ingilîzî, behsê di ser wîlayeta Mîsilê da. Yenî
behsê hindek ji menteqa (devera) Berwarîya û Sindîya û Zaxo û
Cizîrê û wan erdan diketin sala 1919ê ya çêkirî, bi Ingilîzî
mina wergêrayî û ya çapkirî.
Kitêbeka dî tirê li ser tarîxa partî ye
Partî Dîmokartî Kurdisdtan (Partî
li ser Demê Mişextbûna Barzanî) mina çapkirî eve teilîfa
mine.
(Barzanî xwe
nade dest kesê) mina bi latînî çapkirî, eve rehmetî
Şewket Şêx Yezdîn ji Farisî kire Kurdî, min kire herfêt latînî û
mina çapkirî. Li ser Barzanîye ka çewa li îranê bû li Mihabadê
bû.
Ya dî “Fîstîvala Xanî” li Duhokê , sala
1995ê ev fîstîvale çi têda hatîye gotin çi têda xwandîye şaira
min hemî yêt têda komkirîn û çapkirî.
|