|
Ya xweya ye ku milletê Kurd çi caran dest ji xebatê pêşkeftin û
zanînê bernedayê û her dem bizav kiriye ku xwe bi miletên din
yên cîhanê re bide nasîn ku bi çi rê bit û li jêr çî kawdan bit.
تk
ji wan rêkan rêya hunerî ye, anku di warê hunerî da ku vî warî
jî gelek cihê xwe heye di nav her mileteki de.
Her ji kevin da miletê kurd
wek rêyek giring û kartêker bo gehandina dengê mafê xwe û doza
xwe ji cîhanê re hilbijartiye, wek hestek mezin bi giringiya
hunerî ve piraniya hunermendên kurd karîne xwe rêk bêxin di nêv
kom û komele û tîpan da, evê yekê jî felsefa xwe heye ku ew jî
dibe mîna hevgirtinek biçûk. Armanc jê ew e ku ojekbihê û
hevgirtina mezin di nêv tavaya miletê kurd û li her çar parcên
welatî bihête ziman.
غ
gelek ji van komên hunerî kartêkirinek mezin kirine bi dirêjiya
pêvajoya xwe û birenc û xebata xwe. Evro qunax wê êkê dixazît ku
rolê van renge komên hunerî bihête aşkira û runkirin da ku
hunermendên hemî agahdar bin ka rolê hunerî çend giring e û ka
çend hunermendên kurdperwer û hestdar bi gringiya dozê di nêv
miletê me da peyda bûyîne.
KOMA AZADÎ
li Kurdistana Rojaava ya ku li sala 1969an li Şamê hatiye
damezirandin, êke ji wan girûpên hunerî yên kurdî ye yên xwedî
dîrokek dêrin di bizav û çalakîyên hunerê kurdî da.
Koma navbirî pişikdarî di piraniya aheng û seyranên Kurdan da
kiriye, zêdebarî ku salê ahenga bo Kurdên Şamê digêrît. Herwesa
pişikdarî di çendîn ahengên cîhanî jî da kiriye wek li Urdin û
Libnanê, û herwesa ahengên zankoya Şamê da jî û cejna pala li
Sûriyê.
Ji aliyê endaman ve ta niha pêtirî 600 endaman kar tê de kirine,
û zorbeya wan bûne kadrên hunerî û herwesa gelek ji wan komên
hunerî jî damezirandine, her weku li Qamişlo, Heleb û Efrîn û
gelek bajarên din yên kurdî li Sûriyê. îro pêtirî 100 endaman tê
de kar dikin.
Hêjayî gorinê ye ku di roja Newroza 21.3.1973an de navê "KOMA
AZADÎ"
lê hatiye danan, ew jî ji ber ku ahenga wê salê digêra.
Dîsan hejî amajepêkirinê ye ku KOMA AZADÎ
endamên xwe fêrî xwendin û nivîsîna kurdî dike.
Li dawiyê hîviya serketin û pêşketinê bo KOMA AZADÎ
ji Xwedayê mezin dixwazin.


|