|
Mebest û miraz ji vî babetî ewe ka em boçî dirijdîn û kokîn li
ser xwendin û nivîsina kurrmancî li ser hemû xwendingeh û
zanîngeh û dayrên fermî li ser parêzgeha duhokê û dewruberên wê,
û boçî em dijî wê bizaveyne kû ev diyalêkt bi yeka din bê
guhertin!!, û boçî em ji hewe jî dixazîn kû hûn piştevaniya me
biken û li ser vî babetî alîkabin??...
Berahî:
Mebest û miraz ji vî babetî ewe ka em boçî dirijdîn û kokîn li
ser xwendin û nivîsina kurrmancî li ser hemû xwendingeh û
zanîngeh û dayrên fermî li ser parêzgeha duhokê û dewruberên wê,
û boçî em dijî wê bizaveyne kû ev diyalêkt bi yeka din bê
guhertin!!, û boçî em ji hewe jî dixazîn kû hûn piştevaniya me
biken û li ser vî babetî alîkabin??
Pêşgotin:
Aşkiraye kû zimanê kurdî bo çend diyalêktan dihête parvekirin
weko hemû zimanên dinê, aşkiraye jî kû tiştê herî balkêş û
peşçav ewe kû gelê me li seranserî kurdistanê bi rêjeya 75% bi
diyalêkta kurmancîya jorî di peyve û xeber dide, ev jî bi raya
piraniya zimanzan û şarezayên milletên me ye . Her wesa pişka
may jî 25%ji nû di hête parvekirin li ser kurmancîya naverast
(Soranî) û kurmancîya xwarê (Lorr û kelhûrr) û hewramî û zazakî.
Ewên bi vê diyalêktê dipeyvin û dinivîsin, bakûr hemû bi
hevre�bijlî perça zazakî� ro ava hemû bi hevra, Êketîya soviyeta
caran jemû û pişkek ji sê pişkên başûr û tibabek baş ji rohilat
û başûrê biçûk jî, anku Ev diyalêkt li sernaserî welat heye û
berbelave û ta niho zindîye û pêşvediçe û xebat jêre dihête
kirin û roj bi roj baştir û xweştir û çaktir û nêzîkî hev dibe û
pêşda dice� û stûna herî mezin û giringa zimanê meye.
Lew bi kurtî emê pêşdaçun û nivîsîna kurmancî bo çend qonaxekan
dabeşkeyin tinê da mêjûwa wê li pêş çavê me be .
Ji bo hindê ku em bêjîn şa�irên mezinên milletê me weke Melayê
Cizîrî , Ehmedê Xanî, Pirtûyê Hekarî, Feqîyê Teyran , Bateyî û
nivîserên wekî Elî termaxî, Mela M. Bayezîdî û gelek û gelekên
din her bi vê diyalêktê berhemên xwe nivîsadîne û jimere
hiştîne.
Keca em li van qonaxan binêrîn û li ser binyatê rojnamegeriyê
parvebikin.
Qonaxa yekem:
Li dawîya sedsala nozdê û despêka sedsala bîstê bi saya serê
malbata Berdirxan begê rojnama � Kurdistan� li Qahîre hat
weşandin û heta gerhiştîye bajêrê �jinêf� her bivê diyalêktê
bûye û li piranîya perçên welêt belavbûye û bi navnîşanek mezin
li ser dihate nivîsîn her carê em sê hizar daneya rêdikin
kurdistanê û dîsan ji wan berhemên kû têda belavedibûn aşkira
dibît ku li hemû parçên welêt belavedibû û berhem jêre dihatine
nivîsin.
Qonaxa Duwem:
Cî hat guhertin û rojnameyên weke �Roja Kurd� , � jîn� li
Stenbolê derketin û heke nebêjim zimanê wan hemû lê bara pitira
wê kurmancî bûye û niviserên mezinên wî demî weke �E.R.Hekarî� û
E.Cewît� û �H.Sîwerklî� tişt têda nivîsîne û yekemînn cîroka
kurdî binavê �Şewiş� bi qelemê �F.Temo� têda belavebûye û dîsan
yekemîn piyesa kurdî binavê �Piyesa mamê alan� bi dû perdeyan li
kovara �jîn� belave bûye.
Qonaxa Sêyem:
Dîsan piştî nemana serbestîyê û têk çuna seroberê roşinbîrî, bi
saya serê �Celadet Bedirxan�, �Şam� weke cihê belavkirnê bo
kovara �Hawar� hate pêş û xebata kurmancî nivîsînê lê dewam kir
û li despêka salên �çilan� û digerme germa şerê cîhanî yê duwem
da,�Ronahî� û �Stêr� û �Roja Nû� weke dû-sê kovaran li �beyrotê�
bi destê �kamîran Bedrixan beg� ê hatine qada edebiyata kurdî û
daneyên wan di gehiştine hemî alîyên welat û piranîya roşinbîr û
nivîserên wî demî lê cema bûn û berhemên xwe têda belavedikirn,
wekî (Osman Sebrî, Cigerxwîn, H.Hişyar, , Tîrej , E.mayî, Jandar
Duhokî û gelekin dî) li Bexda û cihên din û pirî herhemên Şi�ir
, çîrok, Folklor. Pexşan û meselên ziman di van belavokan da di
hatine behiskirin û taybet xebata ser zimnên ciyekî pêşcav
gritibû.
Qonaxa çiwarem:
Piştî dengê serbestîyê li şame jî çik bûy û nemayî , ez dikarim
bêjim qonaxa ciwarem bi derkevtina kovara (Ronahî) ya
sernivîserê wê (Haviz Qazî) despêkir û pitirya nivîserên wî demî
berdewamî da nivîsîna kurmancî weke S.Behdîn, Dr.Ş.Etroşî,
M.Birîfkî T.Mayî C.Xwîn ko hingê li pişka ziamnê kurdî li
zanînegeha bexda deris didan û nivîsînên xwe bi kurmancî têda
belavedikirin.
Qonaxa pêncê:
Qonaxa piştî pêkhatina (11)ê adara sala 1970 li duhokê û her ji
damezranadina yekêtiya nivîseren kurd li duhokê û derketina
kovara (Çiya) ji layê hêja (Dr.Bedrixan Sindî) ve kovara
(Rewşen) û kovara (Hîivî) û (Gula Geş) û çendîn belavokên dî ku
hemya bi hevre xizmeteka mezina vê diyalêktê dikirin.
Qonaxa dawîyê ya niho:
Qonaxa herî mezin û girng û fer û bê dawî ya piştî serhildana
sala 1991 ê dîsan li duhokê dest pêkir ku em dikarîn binavê
qonaxa (Çespandin û cêgirbûn) a kurmancî nav bikeyin .Ew jî bi
derketina bi dehan kovar û rojnamên kurmancî li vê deverê wekî
(Metîn, peyv, Dicle, Gazî, sulav, huner, vejen, Vejîn, ciwan,
sivore, evro, resen �htd) her weha çendîn kenalên TV, Radio
hebûna dezgehê çpa (spîrez) û çendîn çpaxanên hukumî û ne hikûmî
û zanînegah duhok û taybet pişka zimanê kurdî û enistityutên
teknîkî û hunerî ku hemiyan rolekê pêşçav û giring heye di
vejandin û pêşdabirina zimanê kurdî ku taybet diyalêkta
kirmancîi, sererayî hemû dezgehên fermî û nefermî û nivîsarên
xwe bi kurmancî di nivîsin û belavediken heya digehte nivisarên
dadgehan jî li ser vê hizrê û li ser vî binaweşeyê hindê mokim
xebat bo xwendina kurmancî li xwandingehan hate kirin û heta
hatîye bicî anîn, vê çendê eger û binasen xwe hene cunkî :
1-Niho başhur ji sê parêzgehan tê pêk anîn , ev jî Hewlêr û
Silêmanî û Duhokin ku parêzgeha Duhokê yek milyon kes têda dijîn
û hemû bi hevre bi kurmancî dipeyvin û dinvîsin bijlî deverên
din yên kurmancan yên ser bi parêzgeha mosliê ve weka Şengal û
Zomar û deverên din yên kurmancan ser bi parêzgeha Hewlêrê vê
wek ( Bile û Barzan u hin cîyên din)
2-Sernserî welat tinê devera duhokê dikare kurmancî û li cîyên
din yasax û qedexeye .Lew divê duhuk bi vî role giring rabe û ne
hêle kurmancî winda bîbe û nemîne .
3-Ev devere wek pira gehandinê ye di nav hemû parcên kurmancan
da.
4-Ev diyalêkta 75% ji milletê me pê dipeyve her dewlemendî û
zengîye bo zimanê kurdî .
Ji ber hindê me hemûyan wek nivîser, rewşenbîr, rojanmeger , u
her kesek li cîyê xwe xebatek û bizavek mezin kir ku zimanê
xwendinê û perwerdekirinê yê xwendingehan bibte kurmancî û ew bû
li sala 1998an û bi dirostî piştî (100 sed salan ji derketina
rojnama Kurdistan li Qahîre biryara xwednina kurmancî li
seranserî parêzgeha duhokê hate dan û eve niho 7 heft salin
kurmancî wek xwendin û nivêsîn û pirtûkên elfa bê û matmatîk û
civakî û mêjû û cografî ya seretayî bi vê diyalêktê
belavebûyine, û niho li seranserî vê parêzgehê û li deverên din
(1213 xwendingehên seretayî hene ku bi vê diyalêktê dixwînin û
dinivîsin û ezmûnan diken).
Divî warî da em xwe serbilind û serferaz dibînin ku kurmancî jî
mil bi milê (Soranî) pêşbikeve û bibne du zaravên serekî û fermî
bo milletê me weka niho çawan dengubasên televizyon û radiyuan
derdikevin ev jî weha role xwe bigêrin û pêşda biçin.
Lê tiştê heyf û mixabinîyê jêra dixwyin evroke û di roja nîvro
da û piştî (500 pênsed salên kurmancî nivîsînê her ji demê
melayê cizîrî) û (100 sed salên kurmancî çapkirinê her ji demê
rojnama kurdiatan û piştî (7 heft salên çespandin û xwendinê li
xwendingehan û têkdana çarenivîsê (200.000) du sed hezar
xwendekaran, evroke xebatek xirab û berovajî û têkderane dihête
kirin û ji gelek alîyan ve rê bo dihête xweşkirin û vewjartin û
dîtin, heyf û mixabin hinek nivîser û rewşenbîrên me di guhê
siyasîyan xeber diden û vê çendê bi karek xirab û jêkvekirin li
qelem diden û ji nû tirsa asayîşa netewî di pêşda çuna kurmancî
da dizanin.
Heyif û mixabin evroke li başhurr hemû kes bi mafê xwe şade bi
zimane dayika xwe dixwîne û dinivîse, heya zaroyên ermen û
kirîistiyan û turkman lê ev maf ji zaroyên kurmancan re qedexe û
yasaxe bi hêceta zimanê yekgirtû ku aşkiraye niha zimanê
yekgirtû ê kurdî du zaravên serekî ne çunko zimanê yekgirtû bi
dû rêyan neya sê tê dirsot kirin ew jî diyanet yan dewlet lê
mîletê me ji herduyan bê bare .
Hêvîya me ewe hûn bi rolê xwe rabin û alîkarîya me biken, em
nûnerên hewene û tenê em mane bi kurmancî serbest dipeyvin, ev
jî perwerdekirin ji dest me çû bi navê standerd kirinê ew bi
xwejî maf zebit kirine, hişyarbin eve her ew kesin yên şir�rên
Cegerxwin vediguhastin ser soranî û jêra dinvîsî me xistîne ser
zimanê stander ê kurdî gelo sepandina diyalêktekê bi ser meda
standert kirine yan û standin û winadakirna zarevê meye??.
Tinê em dibêjin tu mifa têda nîne cizîrî bêjît :
Gula baxê îremê botanim
Şeb ciraxê şebê kurdistanim
Bizanin fathe li ser giyanê wî hat xwendin û di vê parça azada
wlatê meda kurmancî bive û qedexe û yasxe.
----------------------
* Ev babete li konfirnasê zimanê kurdî li nav bera
(16-20.11.2006) ewê li diyarbekirê hatîye gêran hate xwendin.
|