DespêkNivîsPertûkWêneFindî FontLînkTêkelî 07/21/2009

 

Bi Xêrbên Bo Malpera Malbata Findî

 

Ebdulkerîm Findî
Resid Findî
Izet Findî
Salar Findî
Emîr Findî
Hekar Findî
Heval Findî
Pesar Findî
 
 
 
 
 
 
 
 
 

 


 

 

Nameyek vekirî ji Birêveberê Malpera Amûde re

 

   Hekar Findî

 

Silav

 Wek xweya min ji despêka sala 2002 an de u ta îro bi malperê re karkirye û te jî navê min li du beşên( Kurdî û Erebî.) mîna niwênerê malperê li Dihokê di nasnama malpera xwe de nivêsîye. Min di despêka wê de karkiriye ku hêjî malper di despêka xebata xwe de bû û ta iro, min got karkirin bi her cihekê kurdî re xizmete bo xak û milletê me .

Min wesa hizir dikir ku karê min karekê niştîmanîye, xizmeta bo peyva resena kurdî, xizmeta çanda Kurdîye, zêdebarî xizmeta devera me, her çende ew karê min dikir ne wesa karekî mezin bû jî, lê li du şiyanên xwe min jî texsîrî nekir bû .

Roj bi roj hizrên min yên rast yên despêka karê min bi tere, xweya bûn ku xeletin(şaşin) .

Çendîn karên min yên ragehandinê ji bo malperê nehatine berçavkirin, ji aliyê te ve hatine pişguh havêtin û te qet qîmet neda xebat û zehmeta min... lê min mîna mirovekî bi exlaq û heya radeyekê nasyar bi karê rojnamegerîyê ve got çi nîne. Ev karên te nebû carek û ne didu … û zêdetir jî lê hatin, heta ku min xebata xwe rawestand, ji ber ku min dît weşana karan maye ser mezacê şexsê te!!. Karê ku di nav sîstema Besîyên Sedamî de jî li dijî Kurdan hebû, te bi bîra me dianîn...

Karê malperê roj bi roj ber bi paş ve diçîtin û karê malperê nemaye weke ku te di despekê de armancên malpera xwe bo xelkê diyar dikirin .

Karê wê bûye têkvedan û gehandina nûçeya şaş û nerast bi xwendevanan re, ku ev yek jî min zor nerihet dike. Ji ber ku ez jî yek ji xebtkarên malperê me( herçende tu malperê bi malpera xwe ya şexsî dizanî ), tu ( rêveberê malperê ) biryaran didî û nûça li duv heza û daxaza xwe ya şexsî û ya dilê te dixaze tu diweşini û belavedikî û tev karmendên xwe jî di agirê xwe de disojînî, ku ev yek jî nabe û ev isloba te yeinî xweperestî heta sînorê nexweşiyek deronî.

Herkes xwedî bîr û bawerên cudaye û nabe kes bîr û bawerên xwe li ser tu kesî qayîm(ferz) bike, lê mixabin çendîn cara(belku dikarim bêjim hema tev caran) te li duv heza xwe û bîr û bawerên xwe êrişî xelkê kiriye û nuçe li duv zanîna û viyan û armacên xwe weşandine!! .

Malpera Sîrwan Hecî Berko( Malpera Amûdê) roj bi roj xwe berovajî wan diroşmên serincrakêş diyardiket.

Mixabin malpereke wesa ku navê bajarekê kurdistanê bi xwe ve digire û keskî mina te xwe dike niwîner û gotubêjê bajarekî, divê malpera amude durî bîr û bawerên te yên şexsî bin … û gelek divê(yên) din..

Çend diroşimên vala

ji aliyê birêveberê malpera amudê

1-  Malpera Amûde ….. Malpera tev Kuridstanê ye

Malpera Amûde ….. Malpera tev Kuridstanê ye …Ev gotina birêvebirê malperê ye ku çendîn cara ji min re gotiye, lê wesa nîne ku karê malperê berovajî wê gotinê diyar dike. Min çendîn caran nûçe û berhem û pirtûk û karên hunerî û .. htd ji devera xwe Duhokê jêre şandine, lê neweşnadine ji ber ku dilê te ew yek nedixwest. Ev nexeme lê tiştên ji wan ast nizimtir hatine weşandin ji ber hin sedeman(ji ber dilê te ew xwestin bûn) , malper bûye malpera te ya şexsî û ne ya bajarê te jî .

2- Jiyan Tariye bêyi malpera Amûde

Ev jî hin ji wan diroşmanin yên ku xwedîyê malpera amude di berî heyamekê de weşandîn, di dema birayra bi dawîanîna xebata malperê kirî, lê ev yek jî neraste, ji ber ku inyeta xwediye wê ne xizmete û ne karekê piroze, ew tinê ximzeta şexsê wîye û ne tiştekî din .

Derbarey nûçeyan … bo nimone, te çendîn cara ji min re gotîye ev nûçe û berhemên belaşin, here nûçên ku pare tînin bîne, rêklamên bazirganî bîne!!. Lê min ev daxaza te û ew karê te nekir û nakim jî. Wê demê jî min gotibû te ku bo zanîn ev nekarê mine .

Herwesa derbarey pençereya kulîlkan …. Ku tu têde her heftî wêneyekê zaroyeke kurd têde diweşinî, bo vê yekê jî te gotiye min here ba dewlemenda û bêjê wênên zaroyên we emê biweşînin û peran jê bistîne. Min ew jî nekirîye û ez ne ji malbateke wisa kêm hurmetim ku karên wiha bo kesekî bikem.

Ev yek bo sedema hindê ku dilê min ji karên malperê yên wiha bêxêr û kêm ast sar bibe, ji ber ku xweya dike ku tu tenê ji bo berjewedniya xwe ya şexsî û bilindkirina navê xwe kar dikî û te fêde divê, pere divên û ne xizmeta peyva kurdî.

Ez ne (Werecim) ta biçim peran ji xelkê bixazim ….

3- Malpera Amûde …..Rastî li ku be ew li wire

Di vê derbarê de em zêde dûr naçin û di rûperên malperê yên kevin de cîh nagerin, te di van nêzîkan de çendîn nûçên nerast û şaş di derheqa çendîn kes û alîyan de weşandine, mîna ( hunermendê mezin Şivan Perwer, Pena Kurd, Hîvî Berwarî ,...û gelekin din) .

Ez berevanîyê ji van kes û alîyan nakem, ji ber ku wan bixwe bersiva te bi başî dane, lê bi van karên te yên nedirost ez nerazî me. Herwesa mixabin navê min jî dikeve tensihta navê te û ez ji vê çendê bêbarim û ez ne digel bîr û bawerên te yên bertesik û şexsîme .

Ez xwe berameberî van kesan şermizar dibînim, lewra li vir daxaza lêborinê ji wan dikim û dibêjim wan:" ez ji van karan bêbarim û çi pêwendîya min pêre nîne".

Tu jî dizanî ev çend mehe ku min çi bizav bo malpera te ya şxsî  neşandine, ji ber ku ez ji wê şopa ku malper di ser de diçe nerazî me …. Ger bêy û bejî çima niha tu nerazîyî? ezê bêjim te mirov di rojek û şevekê de tu kesî nas naket û ya dilê wî nizane ka ji bo çi armancan dixwaze mirovan ji xwe re bikar bîne … Gelek kiryar min ji te ditin, gotinên te yên nerast bihîstin, ji nû de min biryar da ku tekelîya xwe bi malperê re biwestînim.

Bi têkelîya xwe bi te re ez gîham wê çendê ku kar û gotinên te tev de bi çep û çîrin, nivîsên te ne rastin û tu ji xiyala xwe û viyan û armancên xwe yên şexsî dertînî û belav dikey.

Ji ber van û hin sedemên din(ku naxwazim li vira behsa wan jî bikem), bi vê nama xwe ez dest ji karê malperê berdidim, û hîvîdarim ku bi zotirîn dem navê min ji her dû beşenen malpere derxînî. Li ser van karên te yên berî demekê û xebata malperê ya dûrî karê ragehandinê ez nikarim bêdeng bimînim.

Ez xwe gelek şerimizar û nerihet dibînim dema ku min bi dil û can bo malperê karkirye, ku li dawîyê min rastîya malperê zanî û armancê xwedîye wê min ta radeyeke baş zanîn û ez dereng gehiştim wê biryarê ku navê min ji nasnama malpereke şexsî bê derxistin.

Ji bo diyarkirina rastîyê bi xwendevanan re tikaye vê nama min biweşîne .

Li dawîye jî dê bêjim:" ez ne yekem kesim û hîvîdarim bibim yê dawîye ku dest ji karê malperê ber didim".

Dihok       

14.04.004    

   

 



 


Ji baxçeyê  Helbestên Kurdî

 

Xelqê ku ji sîne û ji dil saf

Pakîze siroşt û ehlî insaf

Bîlcumle biken ji bo me tehşîn

Bêjin ku qencî hate tedwîn

Xani

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

   
 

 

 

© 2005 Findi.Info

 
  | info@findi.info |