|
Serkirde û
rêber di dîrokê de tenê kesên siyasî û leşkirî nîne. Belku dîrok
hinek ji van serkirdan bi zulim û zor dide nasîn lê çi caran dîrokê
rewşenbîr, zana û hundermend bi navê zalim û zordariyê ne dane
nasandin. Berevajî desthilatdarên siyasî û hakimên sitemkar, dîrokê
mirovên ku dikevin nava vê çînê bi paktirîn mirov li qelem dayine.
Gelê Kurd
ji wan netewaye yên ku bi sedeha rewşenbîr û hunermend jê rabûne ,
lê birastî hunermendên Kurd taybetmendiya xwe hebûye. Ji ber ku
zêdebarî karê xwe yê hunerî bûye dengê millête xwe û keftîye di nava
qada xebata neteweyî de.
Nimuneyên
wiha di vî warî de pirin. Hunermendê mezin Tehsîn Teha yeke ji wan
hunermendên ku jiyana xwe terxankir ji bo doza milletê xwe. Ew bi
kul û kovanên gelê xwe re jiya û mir.
JIYANNAMA HUNERMEND TEHSÎN TEHA
Navê wî yê
sê rastîn Tehsîn Mihemed Selîm e. Ew sala 1941ê li gundê Bîtbu ji
dayik bûye û xwendina xwe ya destpêkê heya sala çarê seretayî li wir
domandiye. Ji sala pêncê û pêde xwîndina xwe li bajarê Duhokê û şeşê
seretayî jî li Zaxo berdewamkir. Qunaxa navincî li Duhokê û Amêdîyê
xwendîye û li sala 1958 - 1959 ê xwendina xwe bi dawî anîye.

Tehsîn
Teha li sala 1960 ê li Peymangeha Hunerên Bedew/ li bajarê Bexda -
para şanoyê hate pejirandin û li sala 1964ê xwendina xwe li wê
peymangehê bi dawî anîye. Pştre ew wek mamosta li xwendingeha Mexmur
ya seretayî, dest bi dersbêjiyê dike.
Li sala
1968ê T. Teha hate vegûhaztin bo parêzgeha Hewlêrê û karê xwe yê
mamostatiyê li xwendigeha Erbîl El-Ula (ya seretayî) dirêjî pê daye.
Sala 1975 ê careke din hate vegûhaztin bo rêveberîya çalakîyên
xwendingehan li Hewlêrê. Li wê salê jin jî anî(zewicî) û niha 4
zarokên yên kur hene û mezinê wan VEHÊL e.
JIYANNAMA TEHSÎN TEHA YA HUNERÎ:
Jiyannama
T. Teha ya hunerî vedigere bo çaxê zarokatiya wî. Ew salên ku hê 8-9
sal bû. Tehsîn ji temenê zarotiyê bi zarvekirina starnbêjên wî
serdemî radibû. Stranên hunermendên mîna Mihemed Arifê Cizîrî,
Hesenê Cizîrî....û hwd, şev û rojan li ser zimanê Tehsînê nûgihştî
bûn. Ev pêngava yekê bû ku wî di qada hunerê da da destpêkirin.
Yekemîn
ezmuna wî ew bû ku li Mangêşkê/Duhok mîkrofon girt destê xwe û
strana (Xezal Xezal) ya hunermendê mezin Mihemed Arif Cizîrî bi
dengekî bilind stirî.
Li sala
1958 ê strana (Eşkera Nakim ) berhev kirîye ku ji peyv û awazên wî
ye. Lê belê ev stran nehate tomarkirin heya ku derfet jêre çêbû ku
li sala 1973 ê bo radioya Kurdî li Bexda tomarkir. Lê pêwîste ev
rastî jî bê gotin ku yekemîn strana wî ya bi navê (Derdu) li sala
1961an li îzgê Kurdî li Bexda hatîye tomarkirin ku ew jî sranek
fulklorî ye. Li pey wê re stranên: Dengê Porê, Bila Ez Bimrim û ...
hwd li radiyoya Bexda tomar kirine.
Tehsîn Teha
ji ber hestên xwe yên neteweyî li sala 1966 ê hatiye zîndanîkirin li
zîndan (Xeif El-sede) li Bexda û ji vê mêjoyê û pêve
neşîya(nekarî)ye strana bêjît.
Ji ber
rûdav û eger(sedem)ên siyasî heya sala 1970 ê komeka stranan bo êzgê
dengê Kurdî(radioya Bexda) tomarkirin. Stranên mîna: Gula Min Werîya
Bi Tinê, Çav Belek, Amêdîkê Bilind e, Bîka Behdîna, Rabe Cotyar,
Dilêrên Welatî û hwd ji wan berhemên wî yên hêjane ku di wan salên
tejî rûdanên siyasî de, çêkirin.
Di salên
1960an da komeka stranên neteweyî berhevkirin, lê ji ber sedemên
siyasî ew stran nehatine tomarkirin û ji vê yekê Tehsîn Tehayê
hunermend rêbaza xwe ya di gotina stranê da gûhert ji bo ku li ser
gotina stranê berdewam be û rêbaza wî di gotina stranê da bo rêbazek
(remzî). Ew li ser vî zarî û vê rêbaza nû berdewam bû heya sala 1991
ê. Hindek ji wan stranên ku bi (remzî) gotine, evin: ( Bihêre
Distar, Min Tu Nevêyî, Ey Felek, Bîka Kurda, Karwanê Me, Xewin).
Ji encamê
têkelîya wî bi hunermenda re, wî karî komeka hunermend û stranbêjan
mîna Gulbihar, Eyşe Şan, Seîd Gabarî, Salim Helebî, Erdewan Zaxoyî,
Elbirt Nayîl û gelekên din li dor xwe kombiket.
Hunermendê
xwedê jê razî Tehsîn Teha li sala 1985 ê dest bi vehûnandina hozanê
kirîye û gelek stran ji hozanêt xwe jî gotîne. Herwiha gelek stran
bo îstgeh û têlevizyona Kurdistan tomarkirîne û hinek ji wan jî li
derveyî welat tomarikirîne.
Hunermend
Tehsîn Teha serederî bi van hozanvanan kirîye û hozanêt wan kirîne
stran: Dr.Bedirxan Sindî, Feysel Mistefa, Dr.Nafî' Akreyî, Rêkêş
Amêdî. Zêdebarî van, hozanêt babê xwe (Teha Mihemed Selîm ) û
herwesa hozanêt xwe jî kirine stran.
Tehsînê
nemir, hunermendê têrnestrî, roja 28/05/1995 ê gîyanê xwe li
nexweşxaneka welatê Holenda ji dest didet û digehîte cîhana nemiran.
Li dawîyê
dê bejîn: Tu her dê mînî stêreka geş di esmanê hunerê Kurdî da û
hizar silav li te bin Tehsînê deng xweş.

Gorê
hunermendê
Nemir Tehsîn
Teha
|