|
Xebatek bê rawestan
ji bo xizmeta çanda kurdî
Di van rojan de 32 sal li ser damezrandina Yekîtiya Nivîskarên
Kurd li başûrê Kurdistanê borîn, ew yekîtiya ku di salên sext û
dijwar de, li jêr kawdanên nexwş xebat dikir bo pêşketin û
parastina çanda kurdî , ew yekîtiya ko bûye hêlîna tev
nivîskarên Kurd li Kurdistana azad .
Yekîtiya Nivîskarên Kurd di sala 1970´ê de hatiye damezrandin.
Pêxemet vê yekê me xwe gîhand nivîskarê navdar mamoste Reşîd
Findî yê ku her ji destpêka damezrandina vê yekîtiyê û ta îro
digel da bûye û çendîn cara jî berpirsiyaretiyên hemecur têde
wergrtine, û me jê xwest ku bi kurtî bo me li ser dîroka wê
bipeyve, wî jî weha ji me re got :
"Di roja 10/2/1970´ê de destura damezrandina Yekîtiya Nivîskarên
Kurd derket, û di rojên 23-24´ên Xizîrana sala 1970´ê de yekemîn
kongira wê hate girêdan .
Piştî hingê tayên wê li parêzgehên Kurdistanê hatin çêkirin , û
tayê Duhokê jî yek ji wan tayan bû, tayê Duhok di roja
12/8/197´ê de hate damezrandin.
û her wesa min divêt navdartirîn kesanên rewşenbîrî yên ku li
devera Duhoke di nav salên 40-70´ê de kardikirin bidim
xuyakirin, û ew jî ev bûn: Mela Ehmedê Nalbend, Mela Enwer Mayî
, Salih Yûsivî, Şêx Memdûh Birifkî , Hafiz Mistefa Qazî, Mela
Teha Mayî, Sebrî Botanî, Sadiq Bihaeddîn, Mihemed Emîn Osman
…htd.
Di havîna sala 1973´an de me li Duhokê mezintirîn festîvala
helbesta kurdî pêkanî, ya ku bi hevkarî digel Dr. Bedirxan Sindî
hate dirostkirin ...vê festîvalê deng vedaneka mezin çêkir û bo
demekê dirêj navê wê ma li meydanê her wesa me pişikdarî kiriye
di festîvala helbesta kurdî de li Silêmaniyê ya ku di sala
1979´an de hate diroskirin .
Dîsan di sala 1978´an de me festîvala helbesta kurdî li Duhokê
pêk anî .
Bi rastî bizavên me gelek in ku bi dirêjiya wê dîroka me ku nuha
dibe 32 sal lewra ez nikarim hemûyan ji were bêjim, lê bi kurtî
dê bêjim ku me pişikdarî di piraniya festîvalên edebî de kiriye
û me bi sedan caran birewerî saxkirîne ve û kur û simînar
festîval pêk anîne . "
Di dûda me seredanek bire baregayê tayê Duhok yê vê yekîtiyê û
me xwe gîhand mamoste Hesen Silêvanî yê ku nûha serokê vê
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan/Duhok e, da ku bo me ronîkirinekê
bide ser rewşa tayê vê yekîtiyê di van salan de :
" Di destpêkê de sipas bo malpera Amûdê û ew xizmeta ew pêxemet
çanda kurdî dikin. Em li Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê
xwe xizmetkar dibînin bo çanda kurdî û hindî di şiyan de be emê
xizmetê bo vê yekê kin, birastî me şiya ye wî karwanê berî
çendeha salan yê ku biraderên berî me yên nivîskar pê rabûne û
xwe mandî dikirin ji bo pêşketin û parastina çanda kurdî ji her
zêdegavîyeka ku ji aliyê dujminan ve dihat kirin em berdewam
bikin û nehêlin ew karwan biweste, ev jî nekarek ne bi sanahiye
lê ev ji arîkariya tev nivîseran bûye .
Derbarey bizav û çalakiyên ku me kariye encam bidîn gelekin , lê
emê hinek ji wana xwyakin wek nimûne .... me dehemîn bîreweriya
helbestvanê mezin Hejar Mukriyanî saxkiriye ve û sazkirina
festîvaleke helbest xwendinê, her wesa me pişikdarî di
fistîvalên Melayê Cizirî û Mehwî jî de kirine û me bo çendîn
caran jî pêşangehên pirtûkan jî vekirine, sazkirina êvariyên
helbest û çîrok xwendinê bo gelek caran, her wesa çil rojiya
seyda Mela Tehaye Mayi, vekirina berîkanên çîrokan, mêvankirina
nivîserên biyanî, û tistê here girng ewe ku me kariye pêwendiyên
baş digel nivîserên kurd yên ji derveyî welat û yên paraçeyên
din jî ji Kurdistanê û yên biyani jî da dirostbikeyn, zêdebarî
hindê ku me bi dehan simînar pêşkêşkirine ku hejmara wan ji 40
simînaran dibore di du salên borî de 2000-2001, ew jî birenge
werzên reweşenbîrî .
Her wisa zêdebarî van karan me şiya ye arîkariyê di çapkirina
berhemên nivîseran jî da bikeyin li dûv şiyanên xwe . Cihê
xweşhaliyê ye ku me îro hêla internêtê di baregayê xwe ve heye
ku me kariye nûitrîn deng û basan werbigirîn û pêwendiyê bi
komele û dezgehên rewşenbîrî yên dervey welat bikeyn, her wisa
kovar û rojname jî .
Li dawiyê daxwaza serketinê ji were dixwazim û her sax bin bo
xizmeta çanda kurdi."
Kovara PEYV
Kovara Peyv kovarek rewşenbîrî ye, tayê Duhok yê vê yekîtiyê bi
rengê werzane û bi herdu tîpên kurdî, yên latînî û erebî,
diweşîne.
Yekemîn hejmara wê di sala 1993´an de hate weşandin û ta îro
berdewame. Berî demeke kêm hejmara wê ya 21´an derket.
Yekemîn hejmara vê kovarê ji aliyê komeka nivîseran ve dihat
berhevkirin: Xidirê Silêman, Ebdulkerîm Findî,Hesen Silêvanî ,
Mihsin Qocan , Remezan îsa , Fazil Omer, Mihemed Emîn û M.
Salih; û di dûda û ji egerê wergirtina hinek karên miri gelek ji
wan biraderan neman di stava kovarê de , û bo çendîn caran stafa
kovarê hatiye guhertin , lê îro kek H.Silêvani xwediyê imtiyaza
kovarê ye û kek Nacî Teha Berwarî sernivîserê kovarê ye û Kek
Mihemed Ebullah sikirtêrê nivîsînê ye , her wesa bo zanîna
xwendevanê hêja ku ev kovar nuha li ser tura internêtê ye:
www.duhok.net/peyv
Hêjaye gotinê ye ku ev kovar bi arîkariya hêja Nêçîrvan Barzanî
tê çapkirin.
Em jî bi navê malpera Amûdê û kovara Nivîs pîroziyên xwe arastey
tev endamên Yekîtiya Niviserên Kurd dikin bi hilkefta borîna 32
sala li ser damezrandina yekîtiya wan û dest xweşiyê li xebata
wan ya hêja û pîroz dikin.
|