|
Vekirin û danan Zankoya Dihuk
Pêngaveka geleke hêja û di cihê xwe da bû, ku bû cihê şanazî û
dilxweşiya her kesî pêxemet pêtir berhevkirin û peydakirina kesê
pispor. Her wesa bû cihê omêda xelkekî ku hinek pêngavên pîroz û
pêdivî bihavêjîtin di gelek biyavên girêdayî û ne girêdayî karê
zankoyê ve..
Ez bawerim ne tenê fêrkirin
erkê xwendingeh û zankoyane, belku gelek erkên din jî li ser
millên van cihane, ger em bên û behsa zankoyê bikeyin, digel
erekên li ser millên xwendingehan ku ji bilî fêrkirna zanistî,
fêrkirin û serdederîkirna civakî û gelek tihstên dinin jî, wek
mînak (Berhevkirin, wergêran, dabînkirina jêderên zansitî,
parastin û pêşxistina zimanê dayikê, hişyarkirina hesta
neteweyî, berhevkirina mamostayên pispor di her biyavekî de.
Em dê bi
kurtî li ser hinek xalan rawestîn.
Birastî gelek kêmasîyên me hene
di hemî biyavan de, bi taybet jêder û kesên pispor û şareza, ev
çende jî vedigerîteve bo nebûna cihên fêrkirnê di wextî de mîna
zankoyan yan jî rênedan ji alîyê dijminan, lê niha em bi xwe ne
û tev şiyan jî hene, çima em her li ser hizra berî çendeha
sala di meşîn, çima ta niha em xwe pêşve na exîn ?
Mixabin çi ji van xalan ên ku
me bi kêmasî gotine ji alîyê zankoyên me ve bi taybetî zankoya
Dihok na yên bi cîkirn û çare nebuyne. Belku roj bi roj berovajî
wan xalan serederî digel qotabî û kesên têkilî bi zankoyê ve
heyin tête kirin.
Ne her tişt divê bi nivîskî
bête kirin anku her tişt bi biryarekê bête encam dan, belku
divêt her kes xwe di cihê berpirsyaretîyê de bibînit û bi erkê
xwe rabitin.
Çima ta niha û piştî borîna
pêtir ji 10 salan li ser damezrandina zankoyê... zankoyê ne
kekarîye giropeka mamostayên pispor li pey pêtivîyên xwe ji
gencên milletê me (qotabiyen dercuy ji zankoye bi xwe)
peydabiket, baştirîn belge jî bo vê yekê hebûna mamostayên
biyanî bi rêjeyeka mezin di zankoyê de. Hebûna mamostayên biyanî
di zankoyê de ziyaneke gelek mezine, lê kes pê hizir nake, Yan
jî rêgirtineke li hember gencê Kurd ji alîyê mamostayên niha ve
ku ew ji kursîyên xwe ditirsin.
Her wesa xemsariya mamostayên
zankoyê li ser wergêran û berhevkirina jêderan, ew mane
rawestayî, tinê xwe bi wane gotinê ve mijul dikin û ne tiştekî
din, ez bêjim ne tenê wane gotin erkê wane.... Niha em pêdivî
jêderane bi zimanê Kurdî, paşroja me dê zimanê me bit.
Tihstekê dî jî heye, ger hat û
mamostayekî pirtukek capkir dê bînî ew bi zimanê Erebî ye... Erê
bocî? ger ew pirtuk bi zimanê Kurdî baye ma mifayê wê pêtir ne
dibû ku qotabîyên me mifayek jê wergirtbaye.... bi dîtina min
nebûna van renge pirtukan baştire ji hebuna wan...niha em pêtivî
tihstê Kurdî ne.
Ji bilî bêdengî û xemsarîya
mamostayên pispor di biyavê pizîşkî, yasa, endazîyarî, ku
birastî ew bi êk carî bê deng mane û dest valane.
Her wesa derbarey Kurdîkirina
babetên destîşankirî bo xwandinê ku ne tenê erkê ( Kurî
zaniyarîye ) wek tê gotin ji alîyê hin kesan ve belku divê
zanko bi xwe jî di vî biyavî de bê deng nemînit, ji ber niha
buye arîşa here serekî bo qotabiyên zankoyê.
Bo nimune, ger hat û qotabîyan
daxaz ji mamostayî kir ku wana xwe bi zimanê Kurdî şirove
biketin yan bêjîtin, dê yekser mamosta lê vegerîtin ( Nabite
Kurdî ka hun bikin Kurdî, ger bikim Kurdî jî kanê jêderên Kurdî
di vî biyavî de û gelek gotinên din jî yên bivî rengî) û gelek
gotinên din yên bi vî rengî.
Erê paşeroja qotabîyên ku bi
Kurdî xandine û erebî baş nizanin yan her nizanin dê çibitin li
berdestê van renge mamostan.
Li giş cîhanê serederî digel
qotabîyê zankoyê cêwaze ji serderiya digel qotabiyê qunaxeke
nizimtir ji zankoye bête kirin, lê di zankoya Dihokê de birastî
berovajî vê yekê serderî digel qotabîyê zankoyê têtekirin û
gelek caran jî gelek xiraptire ji serederiya digel qotabîyê
qonaxên amadeyî û navincî.
Divê bê zanîn ku ast û jîyê
qotabiyê zankoyê her renge serederiyekê qebul nake û ji alîyê
deronîve kartêkirnên xwe yên ne baş hene.
Wek me berî niha jî amaje
pêkirî ku ne tenê wanegotin erkê mamostayî ye, divêt hinek
caran li ser millet û xaka xwe jî rawstin û li ser biaxivîn, lê
cihê daxêye ku di zankoyeke Kurdî de hesta neteweyî tê paşxistin
û bi her rêyekê be Kurdî û Kurdayetî tê herşinadin. Hestkirina
qotabiyê zankoyê bi millet û niştîmanê
wî tiştekê gelek pîroz û giringe ji ber ku ew dê piştî
çend salên kêm xizmeta milletî xwe ketin.
Li dawiyê jî dê bi dilekê
şkestî bêjin ku mixabin ya mamostayê zankoyê tenê buye wane
gotin bermaber pareyî û ne tiştekî din … û xwedê alîkarê me be.
|