Me çend berhêm wergêrayine ser zarê xwe? me çend
jêder ji xwendevanê xwe re peydakirîne? me ta çi rade zarê xwe
daye niyasîn bi xelkekî re ku zarekê zengîne?
geleg caran hewla wê çendê tête kirin ku zarê kirmancî bête
ladan û pişt guh avêtin, ya baştir ewe em bêjîn ku gelek caran
hewil û daxaz têne kirin ku zarê kirmancî li xwendingehan
nehête xwendin û bête duîrkirn ji dam û dezgehên fermî....
rastî ne tştekî seyre jiber ev hewil û bizave ne yêt îro ne û
ne dê yêt subehî jî bin belku dê di berewam bin.... û jiyan
wesa ye her layek dixaze ew li pêşîyê be.
Li hember van hewla her car dê çend
beyannamên nerazîbûnêî derkevin zêdebarî çend dengên gelek kêm
ku her tim tinê mirov wan divê qadê de dibîne, belku em
dikarîn bêjîn ku ne birengekî pêtivî berevanî ji parastina vî
zarî tête kirin.
her kes ji me li chê xwe û bi tinê wekî her babetekê dî dê
nerazîbûna xwe diyarket, - gotinêt hêrve û wêve pê nevên - lê
kes jime nabêjîtin çima ev hewle? em çi bikeyin? divêt em bi
karî rê li van tev hewil û bizava bigrîn nek tinê bi gotinê.
Divê nivîsê da dê behsê çend layenekên
peywendîdar bivê kêşî ve keyin û xemsarî ya wan zêdebarî ber
çavkirina çend xalekan ku bidîtina min giringe ku kar lser
bête kirin.
Yekêtîya Nivîseran li Dihokê....
Caran Yekêtîya Nivîseran li dihokê chê
kurdayetî û berxwedanê bû belku qotabxaneka hesta kurdatî û
zimanê şrînê kurdî bû, raste roj tên û diçin her tişt xwe li
pey rojê diguncînît lê digel hemî gihurîna hinek tişt wek xwe
dimînin û bi çi renga nahêne guhertin.
Lê niha rolê Yekêtîya Nivîseran neyê diyar
û berçave -belku çend kesên kêm têne bin- weke din tu kesan
hay ji bizav û çalakîyên wan nîne, her çende karê wan ne tinê
çapkirna pertûkane, yan pêkanîna semînarane sereray
destxweşîyê... lê hind kar û erkên mezntir û girngtir liser
millên wane ku wan her xwe li wan babetan ne kirîye xwedan jî...
weke parastina zarê kurmancî, yan haydana xelkî liser zarê
kurmancî.
Semînarên ji alîyê Yekêtîya Nivîseran ve
têne pêkanîn…. çend pirs û bersiv:
Wek - em çend kes - dizanîn çendîn semînar
jilayê Yekêtîya Nivîseran ve têne pêkanîn, lê kî lê
berhevdibît? Li pey gotina endamekê desteya rêvebera yekêtîyê,
tev endamên wan ku jimara wan ji (200) kesa diborît zêdebarî
dezgehên ragehandinê û çendîn cihên dî têne daxazkîrn ku
berhevbibin – evca çi bi rêiya E-mail ê be yan mesic û
daxwaznama be – le sereray vê hemîyê di her semînarekê da tinê
nêzîkî (20) kesan lê berhevdibn,ku piranîya wan jî ne endamên
yekêtîyê ne ... li despêkê dê bînî bidehan rojnamevana qesta
hllê kirin û ber sîngê kurgêrî pirî mayik û tûmar bûn lê piştî
dehـ deqan dê bînî hol vala bû ew mayik û tûmar jî 'erdî
da'îran! lê semînarên berprisa berovajî vê çendê ne ku hol pir
dibît tinê ijbû xwe şirînkirnê nek ji bû wan gotinêt perpirs
dibêjît, û heta ku cenabî seydayî bidilê xwe xilas nebît jî
yek jî ji holê dernakevît neke seyda ji wan ture bîtin...erî
eger çiye?!
Endamên Yekêtîya Nivîseran.... wek me berî
niha diyarkirî ku hjmara wan pitirî (200) endama ye rastî
hijmareka başe... lê çend jivan endama dikarîgerin û rolê wan
yê berçave?! çend jiwan bidrostî nivîserin? çend ji wan di
diyarin û xelkek wan weke nivîser dinîyasît.... bersv ya
diyare û pêtivî gotinê naket!
bi kurtî kesê hay ji bizavên Yekêtîya Nivîseran nîne? Ji ber
endamên wan bixwe li bizavên wan berhevnabin evca çewa xelkekê
dî dê berê wan kevîte wêrê.
Senterên Rewşenbîrî...
piraniya wan xalên me li serî diyarkirîn li ser senterên
rewşenbîrî ên ku pirî bajêra buyîne têne gotin û di dirostin
ji ber ku rastî ne dengê wan û ne jî rengê wan di diyarin,
belku em dişêyîn bêjîn (navekê giran û şarekê wêran)...
raste hindek bizavên wan hene lê ne di astê pêtvî dane, belku
divêt rolekê baştir ew bigêrin ew dikarin berê gencê me bidene
xwendina kurdî, ziman û rewşenbîrîya kurdî li ber wan şirîn
biken wan bêxne di xizmeta milletî da û gelek erk û karên dî
li ser millên wan hene.
Nivîser û Berhem .....
Pertukên li devera me çap û bela ve
dibin...ji bû endametiya (her dezgehekê rewşenbîrî) bi
sedan nivîser û rewşenbîr û helbestvan û... htd hene, lê ji bu
karê giring û bi mifa bidehan nivîser û rewşenbîran nabînî....
bila lê binêrîn ka rewşa wergêranê li devera me çewaye? çend
pertûkên bi biha ku bibin jêder hatîne berhevkirin yan
wergêran bu zarê kirmancî.... berovajî zarê suranî ku bisedan
belku piraniya pertûkên dikevne ber destê nivîser û
rewşenbîrên wan êkser têne wergêran bu zarê suranî ku rastî
chê destxweşîyê ye.
Her divêt em qet behsê mamostayên zankoyê nekeyin?! jiber ew
dipîrozin û tinê kar û role wan muçe wergirtine.... û bila
vekolîn û jêderên zanstî jî .........
Divêt her tim kar divî warî da bête kirin û bê rawestan jiber
her zimanek û zarek pêtivî nûkirnê ye jiber rojane guhurîn di
cîhanê da peyda dibin, fere zarê me jî xwe digel van guhurîna
biguncînîtin, mîna her zar û zimanekê dî ka çewa xwe nûdiket û
peyv û zarvên nû dinav xwe da peyda diket... fere em jî wesa
bikeyin ger ne dê bêjîn wextekî zarek hebû (bila kes nebêjîtin
çi de'weye) bila li rewşa ziman û zarên cîhanî binêrin ka çewa
ziman û zar zindî dimbînin û ka çewa hindek jî berze dibin....
sererayi zengîniya zarê me peyvên ne kurmancî ketîne dinav
zarê me da, bi egerê xemsarî û pişt guhavêtina taybetmenda.
Pertûkên bi zarê kirmacî têne çapkirn ..
kî wan dixwînît?
Ez ne bawerim ku ev pertukên çap dibn 30%
jî têne xwendin, jiber naveroka wan pertûkan nayê hezkirin ji
laywê xelkî ve anku ne babetekê girnge li dev xelkî, raste li
her derê her texek pûyîte bi babetên xwe didet û texên dî
gîrinngîyê pê naden lê ne bivî rengê em têda diborîn...
piraniya caran ew pertûk tinê jlayî nivîseran ve têne xwendin
û nek ji layê her xwendevanekî ve, yan mamostayên zankoyê ( ku
her wan hay ji bzava rewşenbîrî ya dezverê nîne) .
Li kîrê têne belavkirn? kî dikirît? liser
endamên wî dezgehê çap diket têne belavkirin zêdebarî dezgehên
rewşenbîrî û mîrî paşan rêjeka kêm il bazarî tête berçavkirn –
sereray jimara çapdanê ya kêm - ger ev pertûke tinê li ser wan
cihan bêne belavkirin bi dîtina min çap nebin baş tire çunkî
merem ji çapkirnê ne binav û dengkirina kesaye belku
peydakirina hizrekê ye li dev xelkî yan hişiyarkirina wan li
ser babetekî yan rûnkirina babetekî ye yan zêdekirna pêzanîna
ye.... evên dikevine bazarî jî ez ne bawerm ku 10 ji sedî jî
ew têne firutin ji ber egerên berî nihu me diyarkirîn û
gelekên dî weke ne pûytedana xelkî bi xwendinê ji layekî ve û
ji layekê din ve jî ne şarezayîya wan di zarê kurmancî da....
ku ew jî vedgeyrîte ve her bu cihên peywendîdar ku ta niha ne
şiyaîne zarê daykê li ber xelkekî şirîn biken.
Berhemên bi zarîê kurmancî çap dibin piranî helbest û çîrokin,
berovajî yê bi zimanên î tîne çapkirn ku heme curin.... raste
fere dîrok û kelturê me bête diyarkirin bû milletên din lê ya
fertir ewe ku hemî babet bo xwendevanê kurmancî jî bêne
berhevkirin peydakirin. kar di berhevkirina pertûkên zanstî jî
da bêtekirin da ku xwendkar û xwendevanê me yê kurmancî ji
pêzanîn û pêzanên nu bê bar nebe.... ger berovajî vê çendê dê
tev dergeh û rê li hember xwendkar û xwendevanê me yê kurmancî
dê digrtî bin, ji layekê din ve jî dê rê xweşbîtin ku zarê me
yê kurmancî bête dûr xstin ju xwendin û bi karanîna fermî.
Ragehandin û Rojnamevanîya Deverê.....
Dezgehên me ên ragehandinî dikarin dû
demjimêra ahengekê veguhêzin lê nikarin semînareka fer li dor
zimanî û giringîya wî bu temaşevanê xwe veguhêzin.... dikarin
bernamekê stirana yan her bernamekê dî yê dûr ji zanîn û
fêrkirnê pexiş biken lê nikarin bernamekî berhev biken li ser
giringî û pûtedana xelkî bizarê xwe û pexişbiken.
Ta niha ew kovar û rojnamên li devera me
têne derketin.... ka bila lê binêrîn li kîrê têne xwendin? erê
nek tinê li devera Badînan têne xwendin û kesê ji derveyî
Badînan ageh jê nîne, berovajî belavkirîyêt devrêt dî, erê
çima em xwe fêrî zar û zimanên dî dikeyin ma ne ji ber hebûna
babet û jêdaran her wesa xwedîderketin li kêşe û arîşeyên
xelkî ye yan jî tştekî dî ye..?
Lê binêrin ta niha ajanseka dengûbasan bi
zarê kurmancî nabînî berovajî zarê suranî ku her dera pişka
kurdî lê hatevekirin dê bînî bizarê suranî weşana xwe despêkir...
erê eve jî ne xemsarî ye ji alîyê dezgeh û rojnamevanên me ve.
Berî demekî semînarek ji alîyê sendîka
rojnamenivîsêt kurdistanê bo berêz bişar kîkî li dor yasa karê
rojnamevanîyê hate li darxstin ku mxabin hijmareka here kêm ji
rojnamevana lê berhevbibûn, erê ger rojnamevan bixwe
berevanîyê ji mafê xwe neken erê kî dê berevanîyê ji mafê wan
ketin, ger rojnamevan bixwe li hilkeftên xwe amade nebin dê kî
li hilkeftên wan amadebin?!
Her wesa semînarek jilayîyê yekêtîya
nivîseran ve bo berêz mû'eyed teyib li dor zimanî hate li
darxstin, û bizavên gelek nivîserên dî jî weke berêz Reşîd
findî ku şarezayekî zimanî ye û bizava wî û hevalên wî ya
xurte divî warî da lê bo kê... ger ragehandina me giringîyê bi
bizavên wan nedet û naveroka wan bo xwendevan û bînerên xwe li
ber çav neken ma bo çîye?
Me çend zarê xwe parastîye?
Bi dîtina min em bixwe zarê xwe dimrînîn û
na parêzîn, bo mînak: weke her dîwaneka me ku yek kesê biyanî
jî lê bîtin dê yekser ziman yan zarê xwe guhurîn û xwe li ber
dilê wî şirîn keyin yan jî dê deyine diyarkirin ku em ziman
yan zarê wî dizanîn lê bila kes weke me ne axvîtin.
zêdebarî ne pûyîtedana me bi zarê me li gor
xalên me li serî diyarkirîn.... erê salane çend berîkanên
edebî yan berîkane yan fîstevalên piştgirîyê bo ziman û edebê
deverê têne encam dan.
Yan li xwendingehan çend pûyîte bi zarê
kurmancî tête dan bi her rengekî, yan li her dezgehekî kar ji
bu wê yekê tête kirin ku berî xelkî bikevîte zar û zimanê
wan...
li dawîyê jî daku em di rast bîn... dibêjîn sererayî van xalên
me li serî diyarkirîn û yên me ne diyarkirîn jî.... kar tête
kirin lê ne li astê pêtvî ye, lerwa hêvî dikeyin ku pitir kar
divî warî da bête kirin. parastina zarê daykê ne dujminatîya
zarekê dî ye belku li dawîyê mil bi mil zimanê me yê şirîn
zengîn û zindî dike.